🔴 Di çarçoweya Korbenda Navdewletî ya Delphi de, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ligel Wezîrê Çandinî û Geşepêdana Gundî yê Yewnanistanê Konstantinos Tsariaras civiya û behsa çawaniya pêşxistina peywendiyên di navbera her du welatan de di warê çandinî û pîşesaziya xwarinê de hat kirin.
Di civînê de ku roja Çarşemê (9/4/2025) bi amadebûna Dara Reşîd Wezîrê Plandananê û Daban Şedala Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve hat lidarxistin, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya karkirina hevbeş ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Yunanistanê kirin. Her li ser wê yekê hemfikirîn ku Herêma Kurdistanê herêmeke girîng a çandiniyê ye û bi sermayeguzariyên zêdetir û pilansaziya guncaw dikare beşeke giring ji pêwîstiyên bazarên Iraq û navçeyê dabîn bike.
Di beşeke din ya civînê de Cîgirê Serokwezîr eşkere kir ku ji bo curbecur kirina çavkaniyên dahatê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di van salên dawî de girîngî daye pêşxistina sektora çandiniyê.
Got jî: ji ber ku Herêma Kurdistanê li navçeyeke aloz de ye, sermayeguzarî di sektora çandinîyê de gaveke girîng û stratejî ye û ji bilî peydakirina jimareke mezin ji kar û çavkaniyeke demdirêj ya dahatê, ewlekariya xurek li Kurdistan û Iraqê jî dê ewletir be.
/PukMedia/