Tirkiye bi dronan sînorê Çemçemal bombebaran dike û Îraq dêdeng e

Kurdi

Qaymeqam hikûmeta Iraqê bi xemsariya li hember neparastina esmanê herêmê li hember êrîşên dronan tohmetbar kir.

Dûh Şemiyê 27ê Tîrmeha 2024’an dronan navbera gundên Celamûrd û Tutaqelî yên girêdayî navçeya Axcelerê li Çemçemalê bombe kirin, di encamê de agir bi deverê ket.

Qaymeqamê Çemçemalê Remik Ramazan ji Dengê Amerîka re ragihand ku heta niha ti ziyanên canî çênebûne, lê ziyanên madî gihiştine gundîyan û dar û daristan şewitandine.

Tirkiye bi behaneya ku sala 2017’ê hin hêzên şeravên Partiya Karkerên Kurdistan PKKê li wê herêmê bûn bi dronan ew herêm bombebaran kir.

Wî got “Tirkiye bi hinceta hebûna çekdarên PKKê sînorê navçeya Çemçemal bombebaran dike.”

Tevî ku hikûmeta Iraqê bi fermî hebûna hemahengiya ligel Tirkiyê ji bo pêkanîna operasyonên leşkerî piştrast nekiriye, lê çavdêr di wê baweriyê de ne ku Tirkiye wan êrîşan bi razîbûna Iraqê pêk tîne.

Di 22’ê Nîsana 2024an de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Iraqê kir û bi berpirsên payebilind yên Iraqê re di warên ewlehî, bazirganî, av, geşepêdan û warên din de 26 rêkeftin û peyman îmze kirin.

Qaymeqamê Çemçemal Remik Ramazan rexne li hikûmeta Iraqê girtin û got, hikûmeta Iraqê di parastina esmanê Herêma Kurdistanê de berpirsyar e, lê Iraq xemsariyê dike.

Ji Gulana 2022’an û vir ve, ev cara sêyemîn e ku Ağcaler (Axceler) ji aliyê dronan ve tê bombekirin û Tirkiye bi pêkanîna wan êrîşan tê sûcdarkirin ku bi qasî 260 kîlometre dûrî sînorê Tirkiyê ye.

Cara yekemîn di Gulana 2022’an de droneke bombebarkirî otombîlek armanc girt 2 gundî tê de bûn teqand û her du jî mirin.

Hiwa Celamûrdî, rûniştvanê Celamûrdê, ji Dengê Amerîka re got “Herêma ku roja Şemîyê ji alîyê firokên bê firokevan ve hat bombebarankirin, di navbera gundên Celamord û Tuteqal de ye. Ew der cihekî kûr û asê e.”

“Di bombebaranê de ti ziyanên canî çênebûn û xelk ji tirsa dronan xwe nêzîkî cihê bûyerê nekirin, lê agir bi deverê ket,” Hiwa got.

Tirkiyê ji 15ê Hezîrana 2024an ve bi hinceta êrişa ser PKKê dest bi operasyona bejayî ya nû li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) kiriye.

/Jêder: Voa- Kurdi/

İlginizi Çekebilir

Mossad Direktörü, Gazze’de ateşkes müzakereleri için Roma’ya gitti
İsrail ordusu, Hizbullah hedeflerini bombaladı

Öne Çıkanlar