Vedat Yeler: ‘Dayê bêhna sêvê tê…’

Yazarlar

Ji komkujiyên ku li ser Kurdan hatine çêkirin yek jî komkujiya Helepçeyê ye, û ev 33 sal e di nav jiyana Kurdan de bi bêhna sêvê ve bi xemgînî û qehrek giran tê bîr anîn. Tişta herî rast jî, di axa Mezopotamyayê de dem çiqasî pêşde hildikişe ewqasî jî  peyvên mirinên yên bêdem û qirkirinan ku ji hêla neyar û hovên cihanê ve  li ser civaka Kurdan roj bi roj  tên bi kar anîn, û weke plansaziyek bêdawî didomin.

Di nav vê meha ku bi awayek dîrokî û mîtolojîk ku Newroza rengîn xwe lê digirê de; di 16ê Adara 1988an jî bi pêk anîn a qirkirina Helepçeyê xwîna nêzê 7 hezar zarok, jin, ciwan, mêr, kal û pîrên Kurd ve dîroka Kurdan dîsa hat dûbare kirin, û xwe li vê meha rengîn a Newrozê girt.

Ya bi rastî hewce ku em di vir de binê vê hevokê xêz bikin; gelê Kûrd li ser axa xwe bi sed salan e di bindestiya hêzên hov û bêwar de dijîn, her tim pêkutiya van hêzan li ser Kurdan bi armanca qirkirin û tunekirina Kurdan hat domandin, lê gelê Kurd ti dem rûyê xwe ê mirovahiyê weke van neyaran winda nekir. 

Kurdan li dijî van hovan bi awayek hevpar bi cînar û kesên li derdorê xwe re jiyana xwe li darxistin. Li ser nasnameya xwe ji sûç û xetayên xwe encama geşkirina mirovahiyê derxist û li gorê vê bi xwîna xwe ve rêngê Newroza rengîn dan meşandin. Em vê, ev deh sal e di şerê Rojhilata Navîn û encamên şer de ligel Kurdan bi sepêhatî, îdeolojî û pratîkên Kurdan ve li ber çavên cihanê dibînin, û Newroz wateya xwe bi vê awayê li dijî êrîşên qirkirin û dagirkirinê  ligel Kurdan her tim jinûve geş dike. 

Tiliya her dewletê di komkujiya Helepçeyê de heye

Li her çar perçeyên Kurdistanê dewletên serdest û mêtinger ku li ser axa Kurdan bi zordarî pergala xwe ji mêj de didin domandinê; di her demê de bi piştgiriya  dewletên emperyalîst-kapîtalîst zordarî û komkujiyên xwe pêk anîn, û ev piştgirî gav bi gav bi awayek eşkere hate kirin, gav bi gav jî li ser bêdengiyê weke ker û lal bi awayek ne eşkere. Weke îro, di dîrokê de jî her dewletên Yekîtiya Ewrûpa, Dewleta Yekîtiya Emerîka û her hêzên emperyalîst-kapîtalîst ji bo berjewendiyê xwe bi çar dewletên ku bi xwîna Kurdan desthilatiya xwe didin dimandinê ve hevpartî kirin. Li ber vê yekê weke xwîna li ser bêhna sêvê, di her komkujî û dagirkirinên ku li ser Kurda hatî girtî de tiliyên van dewletan heye. Mirovahî xwe ligel van dewletan bi berjewendiyên mêtingerî li dardixe. 

Di dema şerê Iraq û Îranê de dîktatorê weke Erdogan destbiwxîn Seddam Huseyîn di sala 1986an de li ser navê Harekata El-Enfal li dijî Kurdan dest bi operasyonek qirkirinê kir, û ev operasyona di navbera şerê Iraq û Îranê de li ser Kurdan heta 16ê Adara sala 1988an, roja komkujiya Helepçeyê hate pêk anîn. Di wê demê de jî ew dewletên ku me li jor diyar kir, li dijî Îranê piştgiriya rejîma Beis a Iraqê kirin. Rejîma Beis a Iraqê di nav vê şerê de kete tengasiyê û êrîşên xwe li ser Kurdên ku mafên xwe dixwazin zêde kir, û bi vê yekê fermana Helepçeyê li ber çavê cihanê nivîsand.

Hevoka ‘Dayê bêhna sêvê tê’ bi destpêka kîmyabaran yên rejîma Beis a Iraqê ve hate holê. Di encama van kîmyabaranan de nêzê 7 hezar Kurdên sivîl hatin kuştin û nêzê  15 hezar kes jî birîndar bûn. Li ser vê sedemê nexweşiyên bêçaresî ketin nava Kurdan, û hîna jî bandora vê kîmyabaranê weke agirê ku di nava dilê Kurdan,  li ser Kurdan di hêla tenduristiyê de didome. Bêhna sêvê bi awayek bêdawî bi jiyana Kurdan re dimeşe.

Wetaya Helepçeyê 

Helepçê ji  bo Kurdan ne destpêka komkujiyan bû, ne jî dawiya komkujiyan bû. Hov û neyarên ku fermana Komkujiya Helepçeyê nivîsandin bi tevahiya hevparên xwe yên ku tiliya wan di nav komkujiya Helepçeyê de bûn, iro jî li ser vê armancê li dijî Kurdan bi hevra dimeşin.

Hebûn û rizgarbûna Kurdan ji xwe ra kirine pirsgirêkek sereke û ji bo berjewandiyên xwe her polîtîkayên qirêj li ser Kurdan li dardixin. Polîtîka û êrîşên wan yên ku li ser gelê Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava tên bi kar anîn, domandina fermana Helepçeyê ye, û rûyê wan ên reş derdixe holê. 

Ji ber vê yekê ji bo rizgarbûna gelê Kurd û yên Rojhilata Navîn li ser yektîtiya gelê bindest û Kurd pewirek lezgîn û girîng e. Wateya Helepçêyê ev e ku bi vê awayê pêşiya komkujiyan bigre, û zarok nebêjin ‘dayê bêhna sêvê têç’

İlginizi Çekebilir

Oktay Candemir: Televole Alpay
Sibel Özbudun: Kültürel Çürüme ve Faşizm

Öne Çıkanlar