Jiber krîza aborî li Sûrîyê ya ku her diçe kûrtir dibe, gefên li ser ewlekarîya xwarinê jî li vî welatî zêde dibin.
Ev rewş li herêma bakur û rojhilata Sûrîyê jî tê jîyan kirin, bi taybetî piştî êrîşên Tirkîyê li ser binezasîya herêmê ku zerarên mezin di sazîyên xizmetkarîyên giştî û derfetên pêjîyanê de, çêbûne.
Human Rights Watch çend roj berê di raporteke xwe de, dest nîşan kir ku bombebarana Tirkîyê li ser bakur rojhilata Sûriyê av û elektrîk ji ser bi mîlyonan rûniştvan qut kir, herwiha dezgehên petrolê û take stasyona gaza malan li tevahîya herêmê, bombebaran kirine.
HRW êrîşên Tirkîyê weke sûcên şer binav dike û dibêje, “Tirkîye bi qest û zanebûn, zerarên mezin gihandine sivîlan, ku ev êrîşên berdewam li ser binesazîya sivîl gelek dezgehên bingehîn wêran kirine, nexweşxane, nanpêjgeh û sazîyên avê, herwiha şewita gerek jibo xwarinê, germkirinê û çandinîyê jî, bi dawî dibe”.
Li gor Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP), nêzî 13 mîlyon kes li Sûrîyê rûbirûyî tunebûna ewlekarîya xwairnê dibin, herwiha nêzî 7 mîlyon derbiderên li hindurê Sûrîyê bi alîkarîyan heye.
Di bernameya Mijara Rojê de, rewşa ewlekarîya xwarinê li bakur û rojhilata Sûrîyê, tê gotûbêj kirin.
– Êrîşên Tirkîyê li ser binesazîya herêma bakur û rojhilata Sûrîyê, çi bandor li ser ewlekarîya xwarinê û derfetên pêjîyanê çêkirine?
– Jêder û çavkanîyên aborî ku herêma bakur û rojhilata Sûrîyê bi wan dewlemend e, çima tam naxebitin û astngî li pêş hilberîna wan çi ne?
– Jibo sererastkirina zerarên jiber şer û êrîşan çêbûne, çi gerek e bê kirin daku fişarên li ser ewlekarîya xwarinê sivik bibin û xwetêrkirin peyda bibe?
– Derbiderên li herêmê çawa bi lawazbûna rewşa ewlekarîya xwarinê bandor bûne, rêkar û alternatîfên di destê Xweserîya Demokratîk de jibo wan, çi ne?
Jibo bersivandina van pirsan û zanîna agahî û şîroveyên pirtir, di Mijara Rojê de ev babet bi du mêvanan re hat gotûbêj kirin, ew jî:
– Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk, Xerîb Hiso.
– Şîrovekarê Aborî, Çeleng Omer.
Jibo guhdarkirina tevahîya bernameyê fayla deng vekin.