YPJˊê serdana parêzgerê Hesekê kir

Kurdi

Fermandariya YPJˊê serdana parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed kir û erka wî pîroz kir. Fermandariyê girîngî da rola wî di pêşxistina ewlehî û aramiya li parêzgehê de…

Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îro serdana parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed li nivîsgeha wî ya bajêr kir û erka wî pîroz kir.

Di serdanê de endamên Fermandariya Giştî ya YPJˊê Rohilat Efrîn, Viyan Adar, berdevka YPJˊê Rûksan Mihemed û hejmarek şervan hebûn.

Di hevdîtinê de, Fermandariya YPJˊê erka parêzgeriya Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed pîroz kir û diyar kir ku rola parêzgerê Hesekê di pêşxistina ewlehî û aramiyê de, ku xizmeta gelê herêmê dike û beşdarî xurtkirina aştiya sivîl dibe girîng e.

Parêzger jî ev spasa wan ji bo vê serdanê kir û got hevkarî û tensîqa di nava tevahî sazî û aliyên eleqedar de girîng e ku aramî pêk were û ewlehî xurt bibe.

/Jêder: Ronahi TV/

İlginizi Çekebilir

Boğaziçi Üniversitesinde ‘kulüp odası’ gerginliği: Polis müdahale etti
Araştırma: Uçak üreticileri, yeni lüks özel jetlerle Asyalı zenginlerinin peşinde 

Öne Çıkanlar