Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.
Rêzenivîs : 22
U
Ufîn û fişîn
Ufîn: 1. Kufîn, ofîn, kufînkirin, pifîn, pifînkirin, hûhû.
Fişîn: 1. Dengê ajalên wakî mar, kaz û gayê ku kayê dixwe.
Mane: Ûf, pûf, pif kirin.
Kufekuf, fişefiş kirin.
Mînak: Wake gayê ser kayê ufîn û fişîn pê ket.
Urf û adet
Urf: 1. Irf.
- Adet, çand, kultûr.
- Rabûn û rûniştina kes û kesan.
- Adeta raborî.
- Şêweya revebirina karûbarê civakê.
Adet: 1. Urf, çand, kultûr, edet.
- Rabûn û rûniştina kes û kesan.
- Hemî urf û toreyê civakê.
Mane: Dab û nêrîtê bav û kalan.
Mînak: Meriv li gora zeman û teknolojîyê pêwîste ku urf û adetê xwe jî di ber çavan re derbas bike.
Û
Ûrt û ocax
Ûrt: 1. Ocax.
- Binemal, malbat, ezbet.
- Dol, silale, binyat.
Ocax: 1. Amûre ku tê de agir tê vêxistin û li ser yan jî tê da xwarin tê pêjandin û kelandin.
- Kuçik, argûn, pîxêrk, pixêrî, bixêrî.
- Binemal, Malbat, ziriyet. Zarok û nevî.
Mane: Warê bav û kalan. Mala bav û bavan.
Mînak: Meriv here kuderê jî germahîya ûrt û ocaxê xwe ji bîrnake.
Ût û umûd
Ût: 1. Umûd, hêvî.
Umûd: 1. Hêvî, daxwaz, armanc.
- Mirad, xwazî, bang, tika.
Mane: Hêvî, hêvîdarî.
Tiştên ku mirov di dilê xwe da dixwaze, hêvî dike.
Mînak: Em, bi ût û umûd ketin sala nû.
V
Vik û vala
Vik: 1. Peyvek muhmel, bi serê xwe bê wate.
Vala: 1. Xalî, bênaverok, ne tijî, ne dagirtî, ne mişt, tal.
- Ne mijûl, betal.
- Pûç, bêbinî.
Mane: Tip û tal, tiptal. Tê de qet tiştek tune.
Bêkar, bêmijûl.
Mînak: Pêtaga mêşhingivan îsal jî vik û vala ye.
Vip û vala = Vik û vala
Virt û vala= Vik û vala
Vik û vala = Vik û vala
Vit û vala = Vik û vala
Viç û vala= Vik û vala
Vir û viç
Vir: 1. Vê derê, vî cîh, ev cîh.
- Derew, gotinên ne rast.
Viç: 1. Vala, tal.
Mane: Derew. Derewa bi qoç û boç. Derewa bireveçûyî.
Mînak: Li hember vir û viçê wî, meriv matmayî dimîne.
Vir û viz= Vir û viç.
W
Wax û şîvan
Wax: 1. Ax.
- Wey, eywax.
- Eman.
Şîvan: 1. Şîn, şîwan, şînî.
- Matem, xem.
Mane: Reşgirêdan, ax û wax.
Mînak: Wax û şîvana jinikê kezeba min şewitand.
Wext û zeman
Wext: 1. Dem, zeman.
Zeman: 1. Wext, çax, serdem, heyam.
Mane: Pergala rojan, heftan, mehan, salan yan jî sanîyeyan, deqeyan û saetan.
Mînak: Her tişt di wext û zemanê xweda xwaş e.