Prof. Dr. İlhan Kızılhan : Deng ji bo Ekrem İmamoğlu? Na ne xêr

KurdiYazarlar

Kî heta dema hilbijartina şaredariya Stenbole Ekrem Imamoglu nas dikir. Es rast bêjim min nas ne dikir. Lê ez partiya CHP, ya komarî ji destpêka damezrandina Tirkiyê nas dikim. Ez gunehbarî û hevkariya wan ya qirkirin û înkarina gelê kurd baş dizanim.

Yek ji sedemên hewldanan tinekirina milletê Kurd ideolojiya kemalizmê ye. CHP jî mirasê vê îdeolojiya netew- û nijadperest, heta îro diparez e. Jiyana xwe ya ruhî û fizîkî li goriya vê ideolojiyê Kemalizmê amadekiriye.

Kengê kurdan ji CHPê û Kemalizmê xêr dîtiye? Qet! Herdem xwîn, mirin, êş û birîn ji bo kurdan aniye.

Heta niha Ekrem Imamoglu ji bo kurdan çi kiriye? Tiştek nekiriye.

Xêrek ji bo Kurdan dê ji aliyê Imamoglu piştî hilbijaratina Stanbolê, ku serkeve, derkeve?

Mejûyê dîrokê divê herdem perçeyekî dema îro be. Ku em serhildana Şex Said, Koçgiri, Dersim û hwd. ji bîr bikin, em nasnameya xwe ya kurdî û kurdbûnê jî ji bîr dikin.

Çiqas azadî, aşiti, mafê mirovan û demoqrasî pêwist e, ev ji bo min li tirkiyê herdem girêdayi maf û azadiya kurdan e. Demoqrasiya li Stanbole, li Enqere an jî li Izmirê bê dayina mafê û azadiya kurdan wek kurd li Amedê ji bo min ne ti maf û azadî ye. Ev derew û domandina înkarkirina û bipênkirina mafê û hebûna kurdan e.

Pirs ev e: Ku Ekrem Imamoglu li Stenbole were hilbijartin ev maf û azadiya Kurdan li Stenbole qebûl bike, evê dikaribe erîşa dijî azadiya raman û azadiya kurdan rawestin e?

Çawa azadiya raman û rojnamegerî yek ji stûnê civaka medeniyê ye, herwiha ji bo min maf û azadiya kurdan stûneke demoqrasi û wekheviya dewletê ye.

Çiqas ji hinek kesan zehmet be jî, mafê mirov û hizb heye ku ji partiyên kurdan his nekin, dîtin û ramanê wan nepejrinîn û wan rexne bikin. Lê mafê to kesî tine bi milyonan kurdan li Stenbole wek tine bin, hewl bidin.

Di civakê demoqrasiya rast de ku dîtinê neyên pejirandin, mirov dikare dijî derkeve, xwe jê dûr bike, dijî binivsîne an jî wî mirovî ji dost û hevalên xwe îzole bike. Lê nayê înkarkirin, zindankirin an jî kuştin! Dîroka Tirkiyê herdem bi xwîn bûye, bi taybetî bi xwîna kurdan.

Kî ji bo xwe azadiyê dixwaze, divê mafê azadiyê ji bo mirovê ku jê his neke jî qebul bike.

Kî dijî kuştina mirov be, divê dijî leşker û polisên Tirkan be ku ku mirovan dikujin, divê dijî dadwerên bê maf û dad bin, ku bi hezaran kurdan dixin nav zindanan. Ev hinekî zehmet e?

Ku ez azadiya fikir û ramana yek mirovekî bixwazim, divê çiqas ne bi dilê min be jî, ez azadiya fikir û ramanê hemû mirovan bixwazim. Mesele hevqas rihet e.

Ku em li ser rewşa CHP û Ekrem Imamoglu birawestin, ev ji bo kurdan tiştekî nû ne gotin e û tiştekî baş heta niha nekirin e. Lê çima dîsa Ekrem Imamoglu?

Piştigirtiya Ekrem Imamoglu ne ji bo merxas û pêşengekî demoqrat e. Ev piştigirtiya Ekrem Imamoglu dijî siyaseta Erdogan û hêviya tekçûna systema wî ye.

Ez ne ji bo karîzma û siyaseta Imamoglu dê pistgirtî bikin, piştigirtiya wî biryareke siyasî ya Antî-Erdoganî û systema totaliterî ye.

Bê guman hemû kurd wiha nafikirin û hêjî bi milyonan ji bo perjwendiyên xwe, têghiştineke şaş ya misilmanetiyê dengê xwe didin Erdogan. Kurd bi piranyia misilman in, lê ji aliyê qaşo rêberekî misilman tên zilim kirin. Ev jî mijareke bi serê xwe ye û gellek xemgînî ye.

Ezê piştigirtiya Ekrem Imamoglu bikim. Ev naye vê wateyê ku ez ji Imamoglu û siyaseta wî his dikin. Çima?

Tê gotin ku xirabên ji xirabtiran hene. Ekrem Imamoglu jî xirab e, lê ne hevqas wek mal xirabê Binali Yildirim û AKP. Meselê ji bo min wiha ye.

Çiqas hêvî ji Imamoglu ji bo mijaran kurdan kêm be jî, mirov hêvî dike ku rojeke bêje û raman ne qedexe bin, pênûs ne şikestî be, kuştin û hingavtin dirokî be, ev ne welatekî tirsonek, tênehiştî û ne rezîl be, dîsa ehlaq û rûmet hebe, ji bo Tirk, Kurd, hemû milet û mirovan.

Ekrem Imamoglu ji dinyaya min gellek dûr e û dîsa jî ev sistema tirkiyê ya totalitär hinekî hêjand û tirsand. Ev tirs divê mezin be, daku ev ji ber tirsa xwe bitirsin û têde winda bibin.

Ev hemû mirovên ne wek wan bihizirin dikujin, yek bi yek. Hinekê mirovên ku ne zimanê wan diaxivin, an jî rengê wan cuda be, dê werin kuştin, komên dîn, etnîk ku cuda ne, dê werin kuştin, dê werin … Heta kuderê? Di dîrokê de me ev gellek car nedîti ye? Beguman erê, bi destê CHPê jî.

Desthilatdar herdem li goriya xwe azadiyê şirove dikin. Lê azadiya îro liTirkiyê ne azadiya min e.

Lewra jî, çiqas zehmet be jî, ezê Ekrem Imamoglu tehmul bikin, lê ez ne mecbur im jê his bikin. Ez Ekrem Imamoglu qet naxwazin, lê dengê min ji bo wî.

/Nupel/

İlginizi Çekebilir

Hüseyin Topgider : Biz olmasak da dünya döner
Hüseyin Topgider: İmralı kapısı neden açıldı?

Öne Çıkanlar