Careke din aramîkirina jiyana civakî û sererastkirina rewşa siyasî ya li Tirkiyê wekî barekî sereke li pişta kurdan tê barkirin. Ji ber mijûlbûna ji bo rast û duristkirina muxatabên xwe, kurd nikanin bi derdê xwe ve mijul bin. Rewşeke pir ecêb li dar e û zanyariya sosyolojî, psikolojî, siyaset û dîrokê nikanin bi têra xwe analîza vê rewşê bikin…
Erdhêjê zirara herî mezin li kurdan da. Bi dehhezaran canê xwe ji dest dan, bi dehhezaran birîndar bûn û bi sedhezaran kurd jî bêxanî û bêcih man. Hikûmeta Tirkiyê a ji bo astengkirina alîkarî û dermankirina kulê qurbaniyên erdhejê her cûre entrîka kir û ew bi qedera xwe ve rû bi rû hiştin, êrîşên li dijî kurdan, li Bakur, Rojava û li Başûr di vê demê de jî neda sekinandin. Çi kîneke mezin e!..
Gorî lêpirsînên raya giştî niha piraniya xelkê li benda têkçûna rejîma AKP-MHPê ya nasyonalîst-îslamîst e û çav li rêya serketina namzetê muhalefetê, serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ne. Kurd ê di hilbijartina di 14ê Gulanê were kirin de dê rolekî kilît bilîzin. Yanî kilîta têkbirina rejîma nasyonalîst -îslamîst a AKP-MHPê û aramîbûna jiyana civakî di destê kurdan û di destê siyaseta kurdî de ye. Him tu partiyên rejîma tirk nikanin bi kurdan û bi partiya kurdan HDPê re bêne cem hev û him jî her partî ji bo bidestxistina desthilatdariyê hewceyî piştgiriya kurdan û ya siyaseta kurdî ye.
Mixabin, kurd ji bo çareseriyê her tim hewceyî muxatabekî tirk î rast, xwedî hêz û xwedî vîn in! Îro jî ew hewildanên ji bo afirandina muxatabekî ku bi wan re bide û bistîne û jidil bi wan re ji bo çareseriyê guftûgo bike, dikin wek rojeva sereke ya siyaseta xwe. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) aşkere kir, ku ew ê ji ber metirsiya girtinê, bi Partiya Kesk û Çepê tevlî hilbijartinê bibin û êw ê ji bo serokkomariyê namzetekî nîşan nedin. Hêçku HDPê beriya erdhejê aşkere kiribû, ku ew ê ji bo serokkomariyê namzetê xwe nîşan bide. Bo aşkerekirina hêza kurdan a siyasî namzetnîşandan wekî helwesteke rast hatibû pêşwazîkirin û ji bertekên medya civakî de hatibû dîtin, ku raya giştî ya kurdî bi wî biryarî biheyecan bûbû.
Lê bi erdhejê re rojev û pêşanîya siyaseta kurdî guheriye. Piştî erdhejê û encamên siyasî yên wê, HDPê û helbet siyaseta kurdî li şûna aşkerekirina hêza kurdan a siyasî, têkbirina Erdoganî û rejîma wî ya despot xistine wekî armanca xwe ya sereke. Helwesta HDPê tê wateya piştgirîdana namzetiya Kemal Kiliçdaroglu. Eger mirov dîmenên pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê wek pîvan hilgire dest; hişê raya giştî ya kurdî ji biryarên HDPê zêde tevlîhev nebûye. Zilm û zordestiya rejîma Erdoganî kurd ewqas ji canê xwe aciz kirine, ku rast an nerast e; armanca têkbirina wî û rejîma wî li pêş hemû pirsgirêkên kurdan ên civakî û siyasî hatiye danîn!
Ger Kiliçdaroglû bi serkeve, kurd ê çi bidest bixin; di derbarê vê yekê de tu kes nikane pêşbîniyekê vebêje. Maseya Şeşî ya ku Kiliçdaroglu namzetê wan e, aşkere kiribûn, ku restorasyona saziyên dewletê û xwedîvînkirina parlamentoyê dê bibe karê wan ê sereke. Ji restorasyona dewletê rejîmeke bi çi rengî ê bê avakirin û dor ê kengê were çareserkirina pirsgirêka kurdî û mafê kurdan, ew ne diyar e! Li hinda vê yekê, tu garantîyeke dewleta ku bê restorekirin ê siyaseta dijkurd û kurdkuj dewam neke jî tune ye!..
Kurd hê jî mixabin ji bo muxatabekî bi wan re bide û bistîne têdikoşin. Ji bo kurdan xwedîhêzbûna di jiyan û siyaseta Tirkiyê û di ya dewletên din de helwesteke rast e; lê pêwîstiya siyaseteke xurt a kurdî û kurdistanî jî jiyanî ye! Li hinda gera muxatabên tirk û ereb, kar û barên civakî û pêşîgirtina asîmîlasyonê jî divê neyê jibîrkirin. Lê mixabin ji bo vê hewcedariyê jî pêwîstiya kurdan bi muxatabekî siyasî yê kurdî heye!..