DEM Parti, di ser koça dawî ya zimannas, nivîskar, siyasetmedar, kedkar û xemxurê ziman û çanda Kurdî, Celadet Alî Bedirxan peyamek weşand…
Peyan wusaye…
”Em di 73yemîn salvegera xatirxwestina wî de #CeladetAlîBedirxan bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Celadet Alî Bedirxan bi xebat û xîreta xwe di dilê gelê xwe de dijî û ew heta hetayê şarezayê gelê xwe ye. Şîretên ku wî li ser giringiya Kurdî li gelê xwe kir hîn jî li ber guhê me ye. Em ê mirasa ku wî ji me re hişt bigihînin lûtkeyê û azadiya zimanê xwe bi dest bixin…”