Hasbey Köksal: Şargê       

KurdiYazarlar

Li ku bûna dema ku dengê dayika min dibihîst, an jî dayika min didît mûrinî pêdiket. Te digot qey ji dayika min re cihê xwe diyar dike, jê re nêzikbûna xwe nîşan dide, ji hezî û dilîtiya xwe jê re dibêje. Dayika min jî li hember vê canûcanetiyê ji dil, bê bersiv nedihêşt, bi dengekî şên û germ çiqas gotinên xweşik dizaniya jê re digot. Mangaya dayika min Şargê jî, wek famkiribe, serê xwe ji çêrînê radikir û bi çavan li dêya min digeriya, yan jî çavên wê li ser dayika min, nazdar nazdar dimûriya. Ew misleta wan ji aliyekî ve pir li xweşiya min diçû, ji aliyekî  din ve jî bi min pir ecêb dihat. Gelo însan û mangayek çer ewqas ji dil ji hev hezdikin û ji hev famdikin!? Dema ku dayika min biroş digirt û ji bo şarkirinê nêzike guhanê nazdara xwe ya Şargê dibû, met û pesindana dayika min digîhîşte lûtkayê û jê ra digot; “Şargê, şargeha min”, nazdara dayîka min, Şargê jî, bi şa û şîr xwe radestî dayika min dikir.

Ji xeynî Şargê sê mangayê me yê din jî hebû. Lê  navbeyna dêya min û ew  sê mangayan, bi qasî navbeyna Şargê kîp û hezbar nebû. Ji wan mangayan re jî gotinên xweş digot. Stûyê wan jî hembêz dikir, pişta wan jî mist dida û herdu çavên wan jî maç dikir. Bi zengil û bendikên rengo mengo ew jî xemilandibûn. Lê dîsa jî cihê Şargê li cem dayika min cuda bû. Piştî salan şûnve min fêmkir ku ew heziya dayika min, ji ber, berketina dilêşa Şargê dihat. Şargê, qîza mangaya ji malê Berçem bû. Berçemê, herî kêm pênc şeş golik dabû mala me. Bi şîrê Berçemê, di mala me de rûn, mast, to, dew, toreq, çurtan hîç kêm nedibû. Mezina axura me bû. Pîştî zayina Şargê, Berçem di hundirê çar pênç royan de ji hal de ket, lawaz bû. Kete ber mirinê, kêr zor gîhandin gewriya Berçemê. Şargê sêwî ma. Dayika min bi şîrê mangayên din xwedî kir. Golik û nogintiya wê dizaniya. Di çavê dêya min de Şargê kesekî ji malê bû. 

Wek îro tê bîra min. Şargê hîna di lerzeka  bûyera wê şeva bêyom û şewm de derneketibû. Li nêzikî gundê me, min di pagên kela ji demên Hûrî-Mîtanî, Medî, Kardoxî û Zazanyan de mayî, reng zer, qehweyî û jengirî; li rûyekî, bi rexikî serî bi kumik, rî û por dirêj û xelxelok, çavbelok, poznîkil sûretê kesekî, li rû yê din jî, di devê dîzikê de ber bi jor ve pelên xuriyê agir nekişandî, qase nalê hespê metalekî gilor û bi qulp ditî bû. Piştî paqijî û jeng jê birinê, bendik lê girêda û avite stuyê xwe. Qey dêya min ev metala gilovera neqişandî di stuyê min de nedit! Bi heyran û qurban ji min girt, bendekî keskezer pê ve kir bi qoçê Şargê ve girêda û bi eniya wê ve daleqand.

Dibe ku ew kesê por xelxelok, mîr û mîrza, pelên agir jî remzê afirînende, parastvanê xwedîyê û niştecihên wê kelayê bûbû. Belkî jî ew metala zer jengirî jî wê demê gerdaneyê kesekî payebilind bûbû. Gerdaneyê mîr û mîrzayê hezar sal berê, di enîya Şargê de wekî heyva çardehşeviyê dibiriqiya. Dayika min dixwest ku dilê Şargê şên, jana Şargê sar bike. Bi rastî, dêya min dikir ku bi navê Şargê, jana dilê xwe sar bike. Di xemgîniya Şargê de, xwe bi par û sucdar didît. Ew biroşa şîr tije li orta hewşê, li ber nigan nehiştana, Şargê jî poz li biroşê nedida û nedirjand. Mêrê wê yê hov, bavê min jî li Şargê nedida. Şargêya ducanî, Şargêya avis li ber zayînê, suh nediket, mixurbe li erdê ji hewşê nediterikand û nediçû nav  kelema Newala Kaniya Qerê. Di wê şeva reş de nediza û gurê har, gurê bêwijdan jî golikê Şargê, li ber çavên Şargêya bextreş nedixwer. Di wê şeveqa sar de, di nav kelema Qerê de, di nav tirs û saw û xofê de rastî  şireşira hêstirên çavên Şargê, rastî ew dîmenên wijdan arizandin nedihat.

Bi wê nîşaneyê metal, agirê êşa dilê Şargê vemiriya yan jî venemirîya nizanim, hema serhevdeya lêdana Şargê li ser pişta bavê min qet ranebû. Ew metala bermahiya dîrokî jî, çend sal li ser eniya Şargê, li tûm û çiya, deşt û zozan, dehl û dir û daristanê gundê me geriya. Ji ber helisînê, bendika keskazer çi wextê bizdiya, metala bineqiş li ku ket, ne min zaniya, ne jî dayika min…    

İlginizi Çekebilir

CHP’li Gül Çiftci’den Silivri ziyareti: Ahmet Özer’in mesajını paylaştı!
Hatay’da çıkan orman yangını yayılıyor

Öne Çıkanlar