IHRNGO: Îranê di meha Bborî de herî kêm 87 kes hatin darve kirin

Kurdi
🔴Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê (IHRNGO) roja Çarşemê ragihand ku di Rêbendana 2025’an de herî kêm 87 kes di girtîgehên Îranê de hatine darve kirin.
IHRNGO dîyar kir ku di nav 87 girtîyên hatine derve kirin de, 10 welatîyên Afganî, 1 Ereb, 7 Kurd, 4 Belûçî jî hene.

Tenê 4 (% 5) darvekirinan ji hêla sazîyên fermî yên Îranê ve hatine ragihandin, 83 (% 95) ji hêla IHRNGO ve hatine piştrast kirin û tomar kirin.

“Ji wan 48 kes bi sûcê kuştina bi qezayê (qisas), 35 kes jiber sûcê madeyên hişbir, 2 kes jî jiber sûcên tecawizê hatin darve kirin, ” rexistinê got.

IHRNGO dijî darvekirinan banga xwepêşandan û zextan li ser Komara Îslamî ya Îranê kir.

“Mafên Mirovan ya Îranê careke din bala gelê Îranê û civaka cîhanî dikşîne ser darvekirinan li Îranê û jibo rawestandina darvekirinan pêwîstîya xwepêşandan û zextan li ser Komara Îslamî destnîşan dike,” rêxistinê got.

Rêvebirê IHRNGO Mahmûd Emîry Moghaddam dîyar kir ku “Meşîna darve kirinê ya Komara Îslamî bi hemû leza dixebite“û“piranîya kêsên hatine darve kirin ji civakên xizan û şikestbar in ku ji mafê darizandinên dadmend bêpar hatine hiştin.”

“Jibo sekinandina rdarvekirinan dive civaka navneteweyî demûdest tevbigere û xwepêşandanên berfireh yên gelwerin darxistin,” Moghaddam got.

/Jêder:-VOA Kurdi- IHRNGO/

İlginizi Çekebilir

Nevzat Bahtiyar’ın avukatı istinafa başvurdu
İmamoğlu’ndan hakkında hazırlanan iddianameye tepki: Paniklerinin resmidir

Öne Çıkanlar