Pirtûkek nû ji Pall Weşanê: Kaxeza Vala

Kurdi

Pirtûka ewil a çîrokan a Erdal Aktaş, bi navê Kaxeza Vala ji Pall Weşanê derket. Kitêb ji 10 çîrokan pêk tê û Engin Ölmez edîtoriya wê kiriye.

 Erdal Aktaş di sala 1980yî de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Yüzüncü Yılê ya Wanê, beşa zanistên fenî qedandiye. Nivîsên wî di kovarên wekî Çirûsk, W û Yokuş Yola de weşiyane. Li Diyarbekirê dijî û mamoste ye. Kaxeza Vala, kitêba wî ya ewil e.

Nivîsa bergê: 

“Barê dinyayê giran e. Ewqas çiya û mirov. Her zebeşekî Amedê herî kêm deh kîlo ye. Du firingiyên Licê kîloyek e. Ev dinya dê çawa zû bigere. Her tişt her roj mezin dibe. Barê dinyayê heta evarê deh hezar caran girantir dibe. Dinya di rê de nemîne jî baş e. Kîjan kêmaqil dikare bibêje îro dê biqede û bibe sibe? Hatina roja îniyê ne eseh e ku –jixwe roja xêran e hatina roja duşemê eseh be. Teewww! Belkî, yekî di tariya fezayê de singekî tûj di dinyayê de cit kiribe! Eger dinya di cihê xwe de bimîne? Eger destekî nûranî cihê dinyayê biguherîne û ji rojê dûr bixe, roja îniyê dê çawa biqede? Ew dê çawa bibe sibe û roja duşemê bê? Na… bi Xwedê na… Roja duşemê nayê! Ez dizanim nayêêê!”

Xwendevan dikarin vê kitêbê ji pallwesan.com û kitêbfiroşan bixwazin.

İlginizi Çekebilir

Macron, Kahire’de Gazze zirvesi düzenlemeyi planlıyor 
Nuri Fırat: ‘İsrail – Türkiye Savaşı’; Suriye’nin Geleceği ve Rojava’nın ‘Süreci’

Öne Çıkanlar