Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li bajarê Dabaşanê pêşwaziya Elî Ekber Salihî wezîrê derve yê berê yê Komara Îslamî ya Îranê kir.
Di hevdîtinê de peywendiyên dostane yên demdirêj di navbera her du welatan de di her warî de di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind de hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlekarî ya Rojhilata Navîn hate nirxandin û tekez li ser hemahengî û hevkariya hemû aliyan ji bo parastina aramî û aştiyê û dûrxistina navçê ji aloziyan hate kirin.
Serok Bafil bi geşbînî li gotûbêjên Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê nihêrî û hêvî xwest ku ev yek bibe destpêkek girîng ji bo derbaskirina kêşeyan û bal kişand ser vê yekê ku çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan baştirîn bijarde ji bo lihevkirin û jihevtêgihiştina pirsane.
Ji aliyê xwe ve, Elî Ekber Salihî bi rêzdarî amaje bi rola girîng a Serok Mam Celal di avakirina peywendiyeke bihêz di navbera her du aliyan de kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku îro jî YNK bi heman siyaset û helwesta bihêz li ser karê xwe berdewam e.
/PukMedia/