Bafil Talebanî li Hewlêrê digel Wezîrê Derve yê Fransa civiya

Kurdi
🔴 Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Hewlêrê digel Wezîrê Derve yê Fransa (Jean Novel Barrow) civiya.
Di civînê de ku Qubad Talebanî û Derbaz Kosret Resûl endamên mekteba siyasî amade bûn, Serok Bafil tekez li ser pêşxistina peywendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de kir.

Bafil Celal Talebanî spasî û pêzanîna xwe ji bo piştevanî û rola hikûmet û gelê Fransa nîşan da ku di qonaxên cuda yên xebatê de piştevaniya gelê Kurd kiribûn û alîkarî û piştevaniya wan ya berdewam bo Herêma Kurdistanê bilind nirxand û got: Em ê ti carî dostên xwe yên bi me re ne ji bîr nekin ku em bi tenê nehêlan.

Di civînê de her du alî li ser wê yekê li hev kirin ku berî Hilbijartina Parlemana Êraqê bi lez hikûmeteke bihêz û xizmetguzarî pêk bînin daku kurd bi yekrêziyê rûbirûyê pirsgirêkan bibin û bi pêgeheke bihêztir li Bexdayê xizmeta gel û berjewendiyan bikin.

Rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tewerek din yê civînê bû û têde tekezî li ser parastina mafên hemû pêkhateyan hate kirin di çarçoveya Sûriyeyeke nû de bi taybetî Kurdên Rojavayê Kurdistanê.

Serok Bafil bal kişand ser siyaseta niştimanî ya YNKê li ser vê pirsê netewî û got:Yekrêziya Kurd û piştevaniya mafên wan garantiya parastina aştî û aramiya navçeyê ye, lewra me hemû alî han kirine ku hemû pirsgirêk û  nakokiyan bi rêyên aştiyane û bi diyalogê çareser bikin ku ev jî rêya rast e ji bo bidestxistina aştî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn.

/PUKMEDIA/

İlginizi Çekebilir

Neçirvan Barzani ile Mazlum Abdi ‘Kürtlerin Birliği’ni görüştü
Londra Kürt Film Festivali yarın başlıyor

Öne Çıkanlar