Romana nivîskara kurd Balsam Karamê, “Yekaneyî,” ji Pall Weşanê derçû. Robîn Şahîn ji swêdî wergerand kurmancî.
Romana nivîskara Kurd a navdar li Kurdî hat wegarandın.
Nivîsa bergê:
Jinek li keça xwe digere. Ew li ser rêya ber peravê, li wê dera ku keça wê berê lê kar dikir, li wir lê digere. Heta ew ji êş û xemên xwe dîn dibe, li ser wê rêyê diçe û tê. Her li keça xwe digere.
Û jineke din, zarokeke mirî di zikê wê de, li ser heman rêya ber peravê dimeşe û dibîne ku jinek xwe çeng dike nav avê. Piştî vê bûyerê heta ji wê tê li ber xwe dide da zaroka wê ya mirî ji zikê wê dernexin. Jina ku zaroka xwe winda kiriye, li ser windakirinên dêya xwe difikire: windakirina zimanekî, ya welatekî, ya nasnameyekê.
Romaneke li ser êş, koçberî û dayiktiyê ji nivîskara kurd Balsam Karamê.Yekaneyî ya ku bi vegotina xwe ya tebeqeyî, zivronek û metelhêl li gelek welatan bi heyecan û pesndariyeke zêde hat pêşwazîkirin, bi wergera Robîn Şahîn êdî bi kurdî ye.
“Zimanê dijwar ê Balsam Karamê xwendevanan ji kûr ve dihejîne.”
Viola Bao, Dagens Nyheter
“Balsam Karam yek ji dengên herî orîjînal û awarte ye ku heta niha ji Skandînavyayê derketiye. Hûn dê bîst deqeyan piştî qedandina romanê pê bihesin ku pirtûk di destê we de, hûn hîna wisa rûniştî, sekinî mane.”
Fredrik Backman
Balsam Karam Kî ye?
Nivîskareke kurd e. Ew li Tehrana Îranê sala 1983yan ji dayik bûye, lê dema heft salî bûye bi malbata xwe re bar kiriye Swêdê. Pirtûka wê ya pêşîn a bi navê Händelsehorisonten (Asoya Bûyeran) sala 2018an hatiye weşandin. Yekaneyî (2021) pirtûka wê ya duyem e, û ya pêşîn e ku ji bo kurdî hatiye wergerandin. Weke pirtûkxanevan li pirtûkxaneya Rinkeby ya li Stockholmê kar dike. Ew herwiha li zanîngeha Göteborgê mamoste û berpirsa programa masterê ya li ser edebiyatê ye. Ew li Stockholmê dijî û bi swêdî dinivîse.