Nesredîn İbrahîm: Divê komîteyên hevbeş ji bo meşandina xebata yekbûyîna pêkhateyan ava bibin

Kurdi

Sekretêrê Partiya Demokratî Kurd li Sûriyê(Partî) Nesredîn Ibrahîm da zanîn ku Konferansa Pêkhateyan gavek pratîkî, ji bo hevnêzîkirina nêrînan, xurtkirina baweriya hevbeş bi rêya diyaloga rasterast û naskirina maf û erkên hevbeş bû û got, “Divê komîteyên hevbeş ji bo meşandina xebata yekgirtina pêkhateyên tevahiya Sûriyê ava bibin”

Konferansa Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryanî, ermenî, Tirkman û Çerkez di 8’ê Tebaxê de hat li darxistin, herwiha nûnerên gelek sazî, rêxistin, hêz, partiyan lê amade bûn.

Girîngiya vê konferansê di demeke wiha de ji hêla hemû gelên Sûriyê ve bi erênî hat nirxandin. Herwiha hêviya gelên Sûriyê ku encamên vê konferansê li ser rûyê erdê pêk were, xebateke hevbeş piştî lidarxistina konferansê were meşandin da ku xurtikirina têkiliyan di navbera pêkhateyên Sûriyê de çêbibe. Derbarê heman mijarê sekeretêrê Partiya Demokratî Kurd li Sûriyê(Partî) Nesredîn Ibrahîm ji rojnameya me re axivî.

‘Konferans gaveke piratîkî ji bo diyaloga hevgirtina pêkhateyan bû’

Nesredîn Ibrahîm da zanîn ku Konferansa Pêkhateyan gavek pratîkî, ji bo hevnêzîkirina nêrînan û xurtkirina baweriya hevbeş bi rêya diyaloga rasterast û naskirina maf û erkên hevbeş bû û wiha got: “Konferansê qonaxek girîng di xurtkirina têkiliyên di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nîşan da û rê da nûnerên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Ermenî û yên din li ser yek maseyê bicivin da ku li ser mijarên hevpar gengeşe bikin. Ev komcivîn ne tenê boneyek protokolê bû, lê gavek pratîkî, ber bi hevnêzîkirina nêrînan û xurtkirina baweriya hevbeş bi rêya diyaloga rasterast û naskirina maf û erkên hevbeş. Bi riya vê bûyerê, peyamên zelal ji civaka Sûriyê re bi tevahî hatin şandin ku naveroka wê ew bû ku aramî û jiyana hevbeş tenê bi riya hevkariyê dikare were bidestxistin û her hewldanek ji bo dûrxistina yek pêkhateyê, dê bandorek neyînî li ser her kesî bike.”

‘Pirsgirêkên têkildarî nûnertiya siyasî, civakî û çandî çareser bûn’

Ibrahîm tekez kir ku pisgirêkên têkildarî nûnertiya siyasî, civakî û çandî yên pêkhateyan bi konferansê hat çareserkirin û wiha domand: “Konferansê ji civaka navneteweyî re amaje kir ku ezmûna piralî li herêmê ne barek e, lê belê derfeteke ku dikare wekî modelek ji bo çareseriyeke berfirehtir ji bo alûziya Sûriyê xizmetê bike, eger piştgirî û naskirinê werbigire. Her çend konferans di ronîkirina hin ji pirsgirêkên têkildarî nûnerayetiya siyasî û civakî û parastina taybetmendiyên çandî û olî de serkeftî bû jî, ew li seranserê Sûriyê berfireh nebû, lê belê, tenê destnîşankirina van pirsgirêkan û bi rengekî vekirî bi hemî aliyan re gavek yekem e ber bi biryarên berfireh û cîbicîkar ve.”

 ‘Divê komîteyên hevbeş ji bo meşandina xebata yekbûyîna pêkhateyan ava bibin’

Sekretêrê Partiya Demokratî Kurd li Sûriyê(Partî) Nesredîn Ibrahîm bal kişand ku divê komîteyên hevbeş ji bo meşandina xebata yekgirtina pêkhateyên tevahiya Sûriyê ava bibin û wiha bi lêv kir: “Ji bo ku biryar û pêşniyar tenê li ser kaxezê nemînin, divê ew bi avakirina komîteyên şopandinê yên hevbeş, destnîşankirina demeke destnîşankirî û misogerkirina beşdariya rêxistinên civaka sivîl di çavdêriya pêkanînê de, were destnîşankirin. Herwiha zelalî di eşkerekirina encaman de ji raya giştî re faktorekî sereke ye di parastina baweriyê de. Li ser asta  bernameya pratîkî, zêdekirina beşdariya bi bandor a hemû pêkhateyan hewceyî veberhênanê li projeyên perwerdehî û çandî dike da ku nirxên pirrengiyê bi cih bîne, di gel planên pêşketina aborî ya dadperwer ku newekheviyên herêmî kêm dikin. Di heman demê de pêdivî heye ku saziyên rêveberî û siyasî werin pêşxistin da ku nerm bin, nûnertiya rasteqîn a pêkhateyan gengaz bikin û standartên zelaliyê û yekparebûnê bi dest bixin. Li aliyekî din rê li ber înîsiyatîfên ku ji hêla ciwan û jinan ve têne rêvebirin, vekin da ku jiyana siyasî û civakî vejînin. Li aliyê ewlehiyê, zêdekirina hevkariya di navbera pêkhateyan de di rêveberiya ewlehiyê de dê faktorek girîng be di avakirina baweriya hevbeş û parastina tevahiya ezmûnê de, lewma jî divê ev alî jî were xurtkirin.”

 

/Hemza Sêvo/ Qamişlo-ronahi/

İlginizi Çekebilir

Brezilya: Bolsonaro ve oğlu adaleti engellemekle suçlanıyor
Ukrayna: Rusya bu yılın en büyük hava saldırılarından birini gerçekleştirdi

Öne Çıkanlar