Hevdîtina li Şamê bi dawî bû

Kurdi

🔴 Hevdîtina şandeya ewlehî û leşkerî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berpirsên hikumeta veguhêz bi dawî bû…

Şandeyeke leşkerî û ewlehiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hevdîtina bi hikumeta veguhêz re duh êvarê gihîşt paytexta Sûriyeyê Şamê.

Şande ji endamên Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo, berdevkê QSD’ê Ebcer Dawud û ji fermandarên QSD’ê Şakir Ereb, ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dilêr Hisên Temo, Elî Xidir El Hesen, Mistefa Mehmûd Delî, Aho Êlyo Lehdo, cîgira hevserokên Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arîn Mistefa pêk tê.

Endamên şandeyê û rayedarên hikûmeta veguhêz mijarên ewlehî û leşkerî gotûbêj kirin. Lê der barê encamên hevdîtinê de tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn. Çavkaniyan got, hevdîtin erênî nirxand.

Ev hevdîtin, di çarçoveya dan û standinên ewlehî û leşkerî yên bi hikumeta veguhêz re, di nav de pêkanîna peymanê 10’ê Adarê ya bi armanca mîsogerkirina ewlehiyê li gelemperiya welat, pêk hat.

/jêder: anha/

İlginizi Çekebilir

Netanyahu, Şarm el-Şeyh Barış Zirvesi’ne katılmayacak
2025 Nobel Ekonomi Ödülü’nün sahipleri belli oldu

Öne Çıkanlar