Robin Siya: Şîret û xiyalên Xanî pêk tê  

Kurdi

Em dibînin, hîs dikin ku îro hêz û parastin li ser Rojava bi hemû destên Kurdên xwedî xîret tê meşandin. Rojava rê û rêwîtiyek nû dide pêşiya gel. Ev rê û rêwîtî ne hêviya îroyîne ji şerê “Çaldiran”ê ev destpêkiriye. Gelê Kurd piştî şerê Çaldiranê hişê netewbûnê ferq kir û ev çend sedsalê didome. Piştî pensed sal ev hêvî cihe xwe hêdî hêdî keys dike di dil û hişê Kurdan de. 512 sale ev şer didome, şerê me ne şerêk nû ye. Di şert û mercên roja me û doz û derfetên vêga şerê me yê heq û maf aniye ser qada cihanê. Di helbestên klasîk de ev yekîtî û netewbûna Kurdan gelek caran li ser risteyan xwe daye nivîsandin. Hêvî û daxwazên ew rojan îro li aliye Rojava hat ser sehne.

Dereng bejî me viya vêga bi destxist. Ji Rojhilata Kurdistane pê va her der bûye Kurd û Kurdistan. Rojhilata Kurdistane vêga xebatên şoreşe dmeşîne lê ewqas bêderfetiye dîsa denge xwe digîhijîne Rojava. Şoka ewil me li pişt xwe hişt, xeta Rojava jî xwe diyar kir. Agahiyên ku ji Rojava tên û moral û motîvasyonên Şervanan dicîh daye hemû xwe amade kirine bo şerê man û nemane. Agirbestên ku tê kirin di esase xwe de geşbûna Kurdan temirandine lê Kurd ev leystikê baş zanin bi dehan caran tecrube kirine. Ev nêzîkatî dîsa di destên çeteyan û xwediyên wan de teqiya. Çimkî Kurd ji qadan xwe venakişin, her ku diçe qadan zêdetir dagir dikin.

Kurdên li Ewropa karek baş derdixin, hemû sazî û dezgehên Ewropa bi çalakiyên sîvîl hatin mijûl kirin û betal kirin. Piştî şoka ewil, serkeftina ewil jî bi reng û awaza xwe bi yekîtî da honandin. Sînorên navbera Başûr û Rojava pûç bû, ev jî bersiva êrîşên cîhadîstên çeteyan bû.

Gelê Başûr destan dinivîse, wek salên berxwedana Kobaneyê ku Bakur sînoran rakir û pûç kir. Dîrok xwe dubare dike lê cih diguherîne do Bakur îro Başûr bi hemû hêza xwe alaya berxwedane bilind kiriye. Rêveberiya Herema Kurdistane bi têkîliyên dîplomatîk cihê xwe û aliyê xwe ji hemû dinyaye re aşkere kir. Çeteyên htşê û propagandîstên wan wext dane ber me û dibên bîst û çar seate we maye. Piştî agirbeste gefxwarinên pakîjiya etnîkî dikin, dibên em ê Kurdan ji orte rakin! Welleh diayên xêrnexwazan bihata cihê xwe jixwe Kurd vêga dinyeye mijûl nedikirin, berxwedana wan li ser zimanên însanan nîn bû. doza heq û heqîqe ti car bin nakeve, dema xwe dirêj dike.

Piştî bîst û çar seat didin me Kurdan! Biratiya wan û feraseta wan ewqas xwedî wîcdane, cîrantiya wan ewqas bi rehm û soz e. me biratiyan zû daye kiriye bin piyên xwe. Têkçûne hêvî dikin, dibê ku ewqas wext û dema we  maye. Li ber deste me de îradeyek bêhempa heye, ev şanazî jî bo teslîmiyeta Kurdan “na”yek mezin heye û ev “na”ya Kurdan ti car ji wir nehatiye xware û ne çilmisiye. Coşa ku li qadan rabûye depare bersiva General Mazlum di hemû hiş û dilê Kurdan tê xweynd. Çeteyên dev genî û destdirêj di sîper û çeperên xwedî KEZÎyan de dicirifin, têkdiçin. Tol li ser tolê tê standin, tirs di dilê Kurdan êdî bersivek wê tineye.

Em ji dîroka Kurdan viya dikarin bi rihetî derxin. Ka em vegerin dîroka sedsala ku me li pişt xwe hişt û hin tiştan bi bîr bixin. Piştî îhaneta devleta komara tirkan û dure serhildana Şêx Seîdê kal di nav bîst û çar seatan de dawî bû. Serhildana Agîriye, Komara Mahabade, têkçûna Mele Mistefa Barzanî jî tê de hemû bîst û çar seatan de têkçûn. Encam? Piştî sedsal dîsa dibêjin bîst û çar seat! Belê me gelek bîst û çar seatan dî, dure her bîst û çar seat bi xwe re hêzek qudret û hişek netew hat ser dîke.

Em ê ev rihe ku derketiye meydane bi çar alî mezin bikin û jê re bingehek sazî ava bikin. Qedera me Kurdan bi hevre hatiye girêdan, yek ji me kêm be em her tim dîlgirtî û şelpeze bivin. Hemû nêrîn û alîgiriyên xwe deynin aliyek di bin bana netewbûnê de dest bi dest pişt bi pişt ev agire xurt zêdetir har û gur bikin. Min ji xwe destpêkir keremkin hûn jî viya bidomînin. Ev rihê yekpare û yekîtî sedsalan carek tê û firsedek gelek mezin e. Rêveberên Kurdan êdî daxwaz û xwestekên gel nikarin piştguh bikin. Di navbera Rojava û Başûr de vêga sînorek nîne, ji orte rabûye, jixwe ti car di hişê Kurdan de ev sînor cih negirtin, nehewiyan.

Gelê Başûre bi rihê seferberiyê piştgiriya Rojavayê dike. Rêveberiya Kurdistane bi hemû hêza xwe hem ji Şamê re hem jî Enqere re destnîşan dike ku ez bi birayên xwe re me. Îro cîhadîstên destdirêje yên Şamê sê caran agirbest dirêj kirin. Ev paşva kişandin bêguman biyara gelê Rojava û di şexsê General Mazlum de bû “na” û di kolanan herikî. Bi yek dengî bi mottoya, “Yeke yeke Kurdistan yek”, gelê Başûr olan da û denge wan gîhişt Rojava û hemû Kurdan. Lehiyek rakir Kurdan. Piştî Demîrtaş û rêhevalên wan ku bi deste devleta dagirker hatin dîlgirtin vêga em baş derdixin ku gîhiştine armanca xwe, hal û hereketen Partiya Demê pasîfbûna wan wiya aşkere dike, Şehîd Atakan Mahîr rast digot, ew ên ku diçin Enqere piştî demek, ger neyn kontrol kirin vedigerin berdevkên dijmin.

Vêga siyaseta legal ku li Bakur tê meşandin mixabin Atakan Mahir û tespîtên wî piştrast kir. Piştî lehiyê gel ew ê bersivek tund bide wan, dibe ku Dem ji serî heta binî were rast kirin, nebû gel ew ê mifteyê li ser dagire. Wek welatiyek û sozdare Kurdistane, ne ji Demê ne jî berdevkên wan razî me. Em di nav tevgera azadiye de û bi fikrên wan mezin bûn, gelek tişt me dî, yanî gotin û dîtin nabe wek hev, lê ewqas aşkere di hêla teslimiyete de siyasetek legal min qels ne dî! Hêviya min ev qedroyên ku serhildane qut dikin û paşva bi zanayî vedikişîn were tespît kirin û bê îfşa kirin. Dijmin bêhtir ketiye nav me û li gor xwe dizayn kiriye. ev rojên dijwar rûye herkesi yeko yeko derdixe meydane. Dibe ku em siyaseta xwe legal ji gel tiştan rizgar bikin û em ê bikin jî.

Mixalefeta herî dijwar bo Rêveberiya Başûr min dikir. Di her platforme de Rêveberên Başûr min rexne dikir, gelek caran rexneyên sosret û tûj jî min dianî ser ziman. Vêga ez di şexsê Brêz Mesud Barzanî ji hemû Rêveberiya Başûr lêborîna xwe dixwazim. Ji êrîşên Şêx Meqsûd heta vêga bisekna xwe û dilsoziya xwe, alikariya xwe di nav Kurdan de ne tenê Serokatiye dike peşaroja Kurdan jî neqîş dike. Hişek aîde xwe dikare hemû bend û astengiyan ji orte rake, vêga polîtîkaya Başûr û Mesud Barzanî viya dirust û piştrast dike.

Kurd hatine ba hevûdin êdî ti qewet wan nikare ji orte rake, Generel Mazlum bi birayên xwe yên dilsoz ji vê şerê giran bi serbilindî derkeve, Kurd baweriye bi hêza tînin. Em ne bi tenê ne, dostên Kurdan jî heta hûn bixwazin û bêjin henin, dibe ku em bisekn û berxwedana xwe wan  teşwîq seheye bikin. Ger ti li xwedî rûmet û destkeftiyên xwe derkevî ew ê dostên te jî bigîhijin hawara te. Biryara berxwedane û têkoşîne hewaya ku Şamê û Enqereyê di weşand têkçû, berxwedan û çalakiyên Kurdan, dostên wan jî bêhtir ew ê wêrek bike.

Hê ti tiştek dawî nebûye, hê nû destpêkir û ev yekgirtî ew ê me bive serî. Xiyal û şîretên Xanî bi berxwedana Rojava pêk tê… Qibleya me Rojava ye û azadiya wê ye!

İlginizi Çekebilir

Hollanda: Doorbraak; ‘Rojava Yalnız Değildir’ gösterisine katılalım
Amed Mardin: Batı Basınının Ahlaki Çöküşü; Kobane Sessizliği

Öne Çıkanlar