🔴Di çarçoveya êrîşên DY û Îsraîlê yên li dijî Îranê de, li bajarê Qumê avahiya Civata Pisporan ku berpirsyarê hilbijartina Rêberê Bilind ê Îranê ye, hat hedefgirtin.
Êrîş li Meydana Resalat a bajarê Qumê pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê:
Rewşa Avahiyê: Hat diyarkirin ku di dema êrîşê de avahî vala bû û kes di hundir de tunebû.
Zirarên Derdorê: Di encama teqînê de li xanî û kargehên derdorê zirarên madî yên mezin çêbûn.
Birîndar: Hat ragihandin ku hin welatiyên li herêmê û kesên di rê de derbas dibûn birîndar bûne.
Ev saziya ku hatî lêdan, di sîstema siyasî ya Îranê de xwedî roleke krîtîk e. Li gorî maddeya 111’emîn a Destûra Bingehîn a Îranê: Di dema wefat, îstifa an jî ji kar dûrxistina Rêberê Olî de, Civata Pisporan wezîfedar e ku di wextê herî nêz de rêberê nû hilbijêre.









