Aqûbeta 25 Jinên li Îranê Hatine Girtin Nayê Zanîn

Kurdi

Aqûbeta 25 Jinên li Îranê Hatine Girtin Nayê Zanîn

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, piştî pêla dawî ya xwepêşandanên ku di dawiya sala 2025’an de dest pê kiribûn, fikarên li ser jiyana 25 jinên girtî zêde dibin. Malbatên van jinan bang dikin ku agahî ji keça wan bê girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, di encama xwepêşandanên mezin ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, 25 jinên ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûn binçavkirin, winda ne. Tê diyarkirin ku ji roja girtina wan û vir ve tu agahî ji wan nayê girtin û ev yek malbatên wan xistiye nava fikarên kûr.

Li gorî raporan, ev jin bi taybetî ji van bajar û herêman hatine girtin:

• Rojhilatê Kurdistanê: Sine

• Îran: Tahran, Xorasan, Îsfahan, Kerec, Kazvîn û herêmên Farisan.

Navên 25 jinên ku çarenûsa wan nayê zanîn wiha ne:

Niwîn Zareî, Ferzane Remezanî, Madena Muteherîyî, Mestena Muradxanî, Meryem Dirîs, Ratîme Çeloyî, Zehra Feroxî, Bîta Rehîmî, Stare Şerîetî, Fatîme Gul Mihemedî, Îlahe Şamîrzayî, Îltaî Axundî, Zehra Turkmanî, Sarîna Rezayî, Şeyda Riyahî Çeluanî, Fatîme Efşarî, Huma Temûrî, Rohangîz Îmanî, Medîne Yusifî, Semîra Şekuhî Nesib, Ayîda Etayî, Tîna Firîşte, Behar Secadî, Wîda Azadura û Nahîd Burzuyî.

Xwepêşandanên ku di 28’ê Kanûna 2025’an de li dijî krîzên aborî, siyasî û civakî li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribûn, bi tundiya hêzên dewletê re rû bi rû man. Di van çalakiyan de:

• Bi hezaran kes hatin kuştin.

• Bi deh hezaran kes hatin binçavkirin û girtin.

Rêxistinên mafên mirovan fikarên xwe tînin ziman ku dibe ku ev jin di bin îşkenceyê de bin an jî jiyana wan di metirsiyê de be.

/Çavkanî: ANF/

 

 

İlginizi Çekebilir

Süreç tartışmaları: Rapor yazıldı, siyasi denge aranıyor…
CHP’nin İstanbul’daki yürüyüşüne izin verilmedi

Öne Çıkanlar