ARÎ-DER: Ziman hebûn e, divê em xwedî lê derkevin

Kurdi

Rêvebera ARÎ-DERê Şînda Ayazgun da zanîn ku dê weke komeleyên ziman û çandê di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de di navbera 14ê û 18ê Gulanê de dê aktîvîteyên cur bi cur li dar bixin û got: “Ziman hebûn û rûmeta me ye divê em hemû xwedî li zimanê xwe derkevin.”

Saziyên zimanê Kurdî û partî û dezgehên Kurdan bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di 3yê Gulanê de deklerasyonek aşkere kirin. Di deklerasyonê de bang hate kirin ku divê hemû Kurd li dor zimanê Kurdî bibin yek; her rojê bikin roj û cejna zimanê Kurdî; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan û zanîngeheke Kurdî, bikin Kurdîgehek. Xebatên sazî, dezgeh û partiyên kurdan ên di çarçoveya 15ê Gulanê de didomin.

Li Êlihê jî di pêşengtiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) sazî û komeleyên li ser çand û ziman kedê didin ji bo 15ê Gulanê xebatek danîne pêşiya xwe. Navenda Çandê ya Baharê, Egîtîm Sen, Dîvan Akademî û Yenî Sahne ku di nava vê xebatê de cih digirin dê ji 14ê Gulanê heta 18ê Gulanê ji şahiyê heta şanoyê ji lîstikan heta gotina stranan û govendê aktîvîteyên cûr bi cûr li dar bixin. Her wiha rojeke bernameyê jî ji jinan re hatiye veqetandin. Wê jin bi komên xwe yên govendê, helbestan û muzîkê şahiyekê li dar bixin. Her wiha di bernameyê de dê koroyên zarokan jî hebin. Dê di 15ê Gulanê de meşek were lidarxistin û têkildarî girîngiya rojê daxuyaniyek were dayîn. Rêvebera ARÎ-DERê Şînda Ayazgun têkildarî bernameya ku dê li dar bixin û girîngiya ziman ji ajansa me re axivî.

‘Gelek kes hene ku vê rojê nizanin’

Şînda Ayazgun, diyar kir ku mirovên li ser ziman xebatan dimeşînin û çalak in roja 15ê Gulanê dinasin û wiha got: “Gelek kes hene ku vê rojê nizanin. Yek ji armanca me ew e ku haya gelê Êlihê ji vê rojê çêbibe û bizane ku weke cejnekê tê pîrozkirin. Wê danasîna ziman ne tenê bi vê çalakiyê xelas bibe. Em weke komele çend sal in ji bo ziman ked didin.”

‘Zimanê kurdî bi xetereyekê re rû bi rû ye’

Şînda Ayazgun, destnîşan kir ku zimanê kurdî bi xetereyekê re rû bi rû ye û wiha domand: “Jin, zarok ciwan êdî zêde bi vî zimanî naaxivin. Helbet polîtîkayên ku dewlet ji bo vê yekê dimeşîne jî rêyekê li ber vedike. Rêyekê ji bişaftinê re vedike. Ji bo ku tu pêşî gelekî bidî nas kirin tu bi zimanê wî didî nas kirin. Ji ber vê yekê ziman ji bo gelê kurd muhîm e. Ziman ne tenê alaveke axaftinê ye. Ji bo kurdekî/ê xwe nasîna wî û çanda wî ye.”

‘Divê ziman bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’

Şînda Ayazgun, da zanîn ku bi dirûşma “Statuya kurdî perwerdehiya kurdî” xebatên 15ê Gulanê dan destpêkirin û wiha pê de çû: “Statu û perwerde muhîm in. Divê ziman ne tenê bibe zimanê kolanan û axaftinê. Heke ziman bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî wê demê ew ziman dikare xwe li ser lingan bigire. Û nekeve nav zimanên mirî. Helbet em weke kurd, komele, ked û xebatê ji bo vî tiştî didin. Lê ji bo ku ziman bi pêş bikeve wê ev tenê têr neke. Divê ziman bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.”

‘Divê em ewilî li malên xwe bi kurdî biaxivin’

Şînda Ayazgun ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ev bang kir: “Bila hemû kes li ser zimanê xwe bifikire, biaxive û bixwîne. Çiqas ji destên wan were vî zimanî belav bikin. Divê pêşiyê em di malen xwe de vê yekê bikin. Divê em xwedî li çand û ziman derkevin û wan biparêzin. Ziman hebûn û rûmeta me ye. Weke Celadet Elî Bedirxan jî gotiye ‘Zimanê biyanî kinc û cilên me ye lê zimanê dayikê çerm û laşê me ye’. Ziman xwenasîne bi vê bangê divê em hemû xwedî li zimanê xwe derkevin.”

/Fexredîn Kılıç- Ajansa Welat/

İlginizi Çekebilir

Ronî Rıha: Kürtler tarihi bir yol ayrımında
Arnavutluk’ta halk, genel seçimler için sandık başında

Öne Çıkanlar