Behice Feride Demir: Deftera Dîrokê û Dengbêjekî 

KurdiYazarlar

 Êdî em di serdemeke nû ya dîjîtal de ne. Ewqas nû ye bûyerên herî dûr û mezin di çend deqeyan de bi twît û dîmenan xwe digihînin  milyonan. Bi milyonan însan li ser torên dîjîtal;  trajedî û komedya, jan û şanazî, komplo û meraq, îddia û hêvîyê wek parçeyên jîyana xwe parve dikin û  dişopînin. 

Êdî Spînoza nasekî di YouTubeê de ye, notayên Muzio Clementi di salona me da  olan didin, telefona me rîtma qelbê me dijimêre, ketina  berfa ewil a li Çîyayê Elemdaxê di çend çirkeyan de tê ber destê me û helwesta şerê mûşekên nuklerî bi qasê çerezê li ber çayê ji me ra hesan tê. Hebûn bûye îstasyoneke teknolojîk û mirov jî bûye kirdeyekî mental. Wek gotina Orwell “Biraderê Mezin” (Big Brother) teqsîma her tiştî kirîye û dike. 

  Pêşî zivistan e, mehek din sal xilas dibe, lê îsal saleke bi deh salan e. Piştî şerê 7ê Oktobirê kartên jeopolîtîk yên cîhanê ji nuh ve hatin vekirin û Kurd dîsa bûn aktorên heremê. Li dijî vê bilindbûnê xuya ye aqlê dewleta Tirk ji bo vê rolê kêm bike, planeke berfireh amade kirîye û propagandaya biratîyê û behsa çîrokên hezar salî dike. Dibe meyleke ezberî be, gava behsa lihevhatina Kurdan û dewleta Tirkan tê ortê di hişê me de alarma sor dide. Bibe nebe ew defterên dîrokê û yên dengbêjan û yên me bi hev re tên vekirinê. Helbet tarîxa hezar salan karê lêkolîner û dîrokzanan e, û jîyan bi guhertinan jîyan e. Lê ji Kurdistanîyekî/ê re gava behsa  sed salên dawîn bê kirin, mesele berîya lêkoleran  diçe ber destê dengbêjan jî. Miletên cîhanê bîra xwe ji akademî û sazîyên xwe, Kurdistanî jî ji dengbêjan werdigirin. Ev wergirtin li gor sedem  û hûrgilîyan cuda cuda be jî, lê ya muhim ev e  ka kîjan dengbêjî çi stra ye û  çi rastî  ji dîrokê re hîştîye.

Madem em dîsa di rojên dîrokî re derbas dibin, Mihemedê Delikê, dikare  bibe yek ji dengbêjên şahid û şîrovekarê salên berîya 1960î. Ew di Googleê de bi navê  Mihemedê Canşah tê naskirin. Lê bi eslê xwe ji gundekî Qereyazîyê ji Delikê ye û li Erziromê bi navê gundê xwe tê naskirin. 

Mihemedê Delikê, hemcaxê Reso, Şakiro,  Ferzê, Lezgî û Huseyno ye. Bi qasê wan xwedî rol e. Lê bi qasê wan dengbêjekî navdar nîne. 

Dengê wî bi gurûz e û di qirikê de  hev du digire û xweş derdikeve. Zelal jî dertê û zîz jî. Pirî caran bi “Heyîîî  Heyîîî” yên lûrandî  û qalind  dest pê dike, lê li gor peyvan dengê wî zû ditewe û rast dibe. Lê heger mijar bûyerên dîrokî bin kilam û deng bi hev ra wezîyeta şer digire û guhdêran dide pey xwe. 

 Mihemedê Delikê, li warê dilan û dildaran pir nabe mêvan. Ew dengbêjê kilamên “oxilmeyên giran”e.  Hawara  jinên Kurdan dike, jinên ku bi mal û zarokên xwe ve bûne  firar û qaçaxên sîyasî. Pesnê mêrxasîyê dide ya ew xortên di kozikan da heta dawîye şer dikin. Peyamên neteweyî difirîne ji kozikên Gelîyê Zîlan, Agirî û tixûbên welat. Dîroka berîya 1960î di şexsê lehengên Kurd de wek dokumentên bîyografîk distirê û hema hema piranîya kilamên wî wek bîyografîya leheng-pêşengên serhildêr û polîtîk in. Gelek kilamên dîrokî bi dengê wî bûne sirûda klasîkên sîyasî. Kilamên  ew dibê li dengê  her dengbêjî nayê û dengê wî jî li her kilamî nayê. Mînak; Tahir Bira, Xelîlê Mîsto, Mala Ûsibê Seydo, Bavê Baran Begê, Şêx Elî Riza, Filîtê Quto,  Gula Mala Emer, Elîko Lo Lawo, Bavê Fariq Begê, Bavê Mihemed Reşîd, Ehmedê Derwêş, Bira Bira û kilama Gelîyê Zîlan, çend kilamên bezîna terza wî ne. Her çiqas bi qasî Reso û Şakiro gerok nebe jî, bi dehan kasetên wî  hene û  bi stîla xwe girseyek guhdarên taybet ji xwe re çêkirîye. Yek ji sedemên vê stîl  û girseya taybet ev e ku;  ew, ji ekola dûyemîn a şagirtên  Mistefayê Xelê Heyran e. Wê dewrê ev ji bo hunermendekî şansek e. Di kaseteke xwe de wekî balê dikişîne ser vî tiştî û li şûna alikarîya  maddî bêhtir dua ji dê û bavê xwe û Mistefayê Xelê Heyran re dixwaze. Wek şagirtekî  bi xwe bawer lê li pey hostayê xwe bi wefa.  Lê mixabin ji tunebûna otorîte û sazîyên Kurdan, bîranîn û tecrubeyên hunermendan zêde nehatine qeydkirin û topkirin. Bi dehan kilam, berhem û gotinên  van hunermendên bêhempa winda bûn, yên heyî jî bêxwedî virda-wêda tên bikaranîn. Heta hin kes û derdor li gor helwestên xwe  kilamên wan  kin dikin, bênav dikin, diguherînin û car caran jî sansur dikin. 

Yek  ji kilamên Mihemedê Delikê ya herî polîtîk kilama  Bavê Şêx Elî Riza ye. Ev kilam behsa firarên Kurd ên piştî şikestina Serhildana Şêx Seîd dike ku xwastibûn derbasî Îranê bibin. Gava mirov lê baldar be ev kilam wek belge û qeydkirina wan rojên zehmet e.  Kilamên şerên neteweyî  bi bihîstinên yekem û di demên herî nêz de bi germegerm hatine not kirin. Pir caran kirinên  dijmin, sedem û encam tên gotinê. Di vê kilamê de hin pênaseyên hişk hebin jî bi tevahî  xedarîya komara  Kemalîstan  û  xayîntîya şahe Îranê wek şiroveyên  lehengên Kurd tên  terîfkirin. Li gorî texmînên  lêkoler Ömer Güneş  kilama “Bavê Şex Elî Riza” helbest-kilama Mistefayê Xelê Heyran e. 

Ev kilam wek liberrabûnekî îdeolojîk e. Kurd alenî  komarê tevahî wek “Qanûna  Kemal” bi nav dikin û îlan kirina wê jî wek malxirabî dibînin. 

Lewma jî rastîyên hezar salî dibe ku zehmet bin, lê rastîyên sedsala dawîn  wek Mihemedê Delikê jî di kilaman de dibêje: kuştina kesên weke Feyzo û Elîcan, Fesîhê Mihê, Evdilê Qado, Şêrê bi Gûlî Evdilhemîd, Ferzende, Seyîdxan, Kerem, Evdal, Nusret, Silêmanê Ehmedan e…

Nefîkirîna : Dîdo û Dilşa, Îpek û Çîçek, Keser û Sentenet, Mihbet û Xecê, Seher û Zelêxa, Emo, Hûco û Besra ya  ne…

Helbet dîrok bi guhertinan  dimeşe. Lê mesele gava Kurdistan be defterên dîrokê  bi îhtîmala  dubareyan tên vekirin. 

 Bi hêvîya  xwendineke xweş! 

İlginizi Çekebilir

Ali Engin Yurtsever: Potemkin Köyü
Suriye’nin Humus iline hava saldırıları düzenlendi

Öne Çıkanlar