Beşdarbûna hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê ji bo doza Kurd girîng e

Kurdi

 Endamê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Fergeng Şêx Mihemed bangî Kurdên Ewropayê kir û got, “Beşdarbûna hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê ji bo doza Kurd du caran girîng e.”

Hilbijartinên Parlamanetoya Ewropayê dest pê kir û dê heta 9ê Hezîranê berdwam bikin.

Hilbijartin li 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê tên lidarxistin.

Nêzîkî 373 milyon dengdêr diçin ser sindoqan da ku 720 endamên Parlamentoya Ewropayê ji bo pênc salên pêş de hilbijêrin.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şino diyar kir ku li welatên endamên Yekîtiya Ewropayê kampanyayên hilbijartinê li gorî atmosfera welatan diguhere.

Zinar Şîno da zanîn ku bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê li her welatekî endam cuda ye û got:

“Li Almanyayê germ û gura bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê ne wekî hilbijartinên Parlamentoya Federal a Almanyayê ne.”

Znar Şino sedema wê yekê bi wê yekê ve girêdide ku di hilbijartinên Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê de, Almanya yek herêm e lê ji bo hilbijartinên parlamentoya federal û herêmî herêmên cuda cuda hene û li nêzîkî 299 herêman hevrikiyeke zêdetir heye.

Di hilbijartinên Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê de deng ji bo partiyan tê dayîn ne ku ji bo namzedan.

Di hilbijartinan de her partiyek çiqas dengan bi dest bixe, dê parlamenterên wê li Brukselê ewqas kursî bi dest bixin.

Parlamentoya Ewropyaê ji 720 kursiyî pêk tê û ji ber ku di nav welatên Yekîtiya Ewropayê nifûsa wê herê zêde ye para herî mezin jî bi 96 kursiyan a Almanyayê ye.

Li 6 welatên Yekîtiya Ewrpoyê navbera 6-8 Hezîranê û li 21 welatan jî navbera 6-9ê Hezîranê dengdêr dikarin deng bidin.

3 jinên Kurd namzed in

Ji partiyên cuda yên Swêd û Almanyayê 3 jinên Kurd ji bo Parlamentoya Ewropayê namzed in.

Evîn Încîr û Diana Ghafoor di lîsteya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê de û Ozlem Demîrel jî di lîsteya Partiya Çep a Almanyayê (Die Linke) de bûne namzed.

Alîkarê Serokê Fraksiyona Partiya Çep a Meclîsa Şaredariya Essenê Şivan Weysî ji Rûdawê re ragihand ku Ozlem Demîrel ev nêzikî 7 sal in parlamentera Parlamentoya Ewropayê ye.

Şivan Weysî got, “Ozlem di van çend salên borî de ne tenê di pirsa Kurd de, di mijara Rojhilata Navîn de, li dijî şer û dijberiya Kurdistanê jî gelek çalak bû.”

Şivan Weysî wiha pê de çû, “Hilbijartinên Parlementoya YEyê li Almanya ji hilbijartinên parlementoya herêmî û federal cuda ne ku tenê ji bo lîsteyên partiyan dikarin deng bidin, ne ji bo namzedan.”

Li aliyê din, Endamê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Ferheng Şêx Mihemed ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê wiha got:

Berevajî welatên din, li Swêdê hilbijêr azad in ku dengê xwe bidin lîsteyan an jî ji bo namzedek taybet ê di nav lîsteyê de.”

Li gorî Ferheng Şêx Mihemed, her namzedek, bêyî ku rêza partiya wî li ber çavan bê girtin, eger ji sedî 5ê dengan bi dest bixe, dikare bi dengê xwe bibe parlamenterê Parlamentoya Ewropayê.

Herwiha Şivan Weysî da zanîn ku li gorî rapirsiyan li Almanyayê ji sedî 40ê xelkê naxwaze beşdarî hilbijartinan bibe û hest bi wê yekê dike ku bi çûna ser sindoqan nikare guherînek bike.

/rûdaw/

İlginizi Çekebilir

İsmail Beşikçi Akademisi Bahar 2024 etkinliği başlıyor
Starship dördüncü test uçuşunu başarıyla tamamladı

Öne Çıkanlar