Burç: Ne ferman e, ‘Jenosîda Şingalê’ye

GündemKurdi

Di 8emîn salvegera Jenosîda Şingalê da Nûnerê Weqfa Çanda Êzidîyan ya Tirkîyeyê Eyüb Burç bi van gotinên li jor rave dike ku êzidî çiqasî bi axa xwe ve girêdayî ne.

Gulistan Korban ser nave Botan Times’e , nûnerê Weqfa Çanda Êzidîyan ya Tirkîyeyê Eyüb Burç u Civaknas Azad Barış rê ser komkujiya Şengal’e axifi…

“Ne ferman e, ‘Jenosîda Şingalê’ ye”

Eyüp Burç, herwiha destnîşan dike ku kom û miletekî wekî êzidîyan ku ewqas tûşî komkujî û jenosîdan bûye, pênasekirina van fermanan wekî reqemekê, wekî Fermana 73 û 74an, tiştekî xelet e. Divê ev bûyerên trajîk yên bi serê êzidîyan da hatî wekî “Jenosîda Şingalê” bê pênasekirin ku heta niha çendîn dewletan jî wekî jenosîd pesend kiriye.

Êzidîyên ku bi ruhen girêdayî axa xwe ne li gel ewqas jenosîdan hîn bi tenê ne. Hêj nikarin vegerin ser warê bavûkalan.

Bi hezaran ji wan hê jî Başûr di kampan da dijîn û ji Şingalê dûr in. Yên li Bakur jî nikarin erdên xwe ji destê cerdevanan derxînin.

Tişka ku li gundê Zewraya Wêranşara Rihayê qewimî jî nimûneya vê yekê bû.

“Ev encama polîtîkaya dewletê ya 150 salan e”

Êzidîyên ku ji ber zordestîya dewletê di salên 90î da warên xwe terikadibûn û çûbûn ewropayê erdên xwe jî bi emanetî teslîmî xizmên xwe kiribûn. Niha jî nikarin axa xwe ji destên wan kesan derxînin.

Li gor rojnameger Eyüp Burç ev encama polîtîkaya dewletê ya 150 salan e.

Ev yek ji împaratoriya Osmanîyan weke polîtîkayeke dewletê hatiye roja me ya îro. Destdanîna ser mal û milkên kesên nemisliman, ji bo wan caîz e. Dewlet jî wiha dibîne.  Ev yek ji ermenan dest pê kir, piştre li rûman hate kirin, paşê jî li kurdên êzidî kirin.

“Ji bo êzidîyan dibêjin ew ji bo şeytanî îbadetê dikin”

Yek ji komên herî qedîm ên vê axê êzidî ne. Kurdên êzidî du hezar sal in baweriyê bi dînê xwe tînin.

Baweriya êzidîyan bi Melekê Tawis heye. Rojê sê caran berê xwe didin rojê û dia dikin.

Melekê Tawisa ku êzidî bawerîya xwe pê tînin ji aliyê cîranên wan ên misilman ve wekî ‘şeytan’ hatine pênasekirin û êzidî ji civakê hatine dûrxistin .

Ji bo êzidîyan dibêjin bawerîya xwe bi melekê xirab tînin. Wan ola xwe guhertine. Ew murted in (kesên ji ola îslamê derketine). Ji şeytanî ra ibadetê dikin. Ev yek, yek ji mezintirîn têgihiştinên şaş ên li ser êzidiyan e. Êzîdî îbadeta şeytan nakin. Mixabin ev herdu xeletiyên giring bûn sedema qirkirina miletekî. Ev agahiyên şaş bûn sedema komkujiya me.

Li gel van nêrînên şaş yên di derbarê êzidîyan da ew dev ji axa xwe bernadin û hêdî hêdî vedigerin warên xwe.

Wan kesên ku li gundê Zewrayê dest danîne ser mal û milkên êzidiyan îcar dest bi xirakirina goristanên êzidîyan kirine.

“Ew jî dizanin ji bo me goristan pîroz in ji ber wê êrişê goristanan dikin”

Civaknas Azad Barış

Civaknas Azad Barışê ku bi xwe jî ji wî gundî ye li ser astengkirina vegera êzidîyan dibêje;

“Ew jî dizanin ku goristan ji bo êzidîyan pîroz in û êrişî goristanan dikin û gorên bavûkalên me xira dikin.

Ev însan ne bi tena serê xwe ne.  Pişgirtîyê ji dewletê digirin. Herwiha eşîra wan li herêmê eşîreka mezin e. Hovîtîya eşîrî heye. Êrişê me dikin û dibêjin hûn êzidî ne hûn kafir in. Kesek li pişt we tune ye.

Derbarê van êrişan da li dadgehê doz berdewam dikin. Lê ez nebawer im ku encamek derbikeve. “

Azad Barış

Berîya niha li herêma di navbera Qerejdax û Wêranşarê da 28 gundên êzidîyan hebûn. Niha ew gund namene .

Li Tirkîyeyê jî hejmara kurdên êzidî ji 10 hezaran zêdetir bûn û li Batman, Amed, Riha û Mêrdînê dijîyan.

Li niha ji wan tenê 500 kes mane.

Rojnameger Eyûp Burç li ser hejmara Êzdîyan dibêje, “Hikûmet ji bo hejmara me daxîne vê astê çi ji destê wan hat, kirin. Heta ku digotin, ger hûn bixwazin em dikarin pasaportê bidin kûçikên we jî û wan jî bi xwe ra bibin ewropayê.”

 

İlginizi Çekebilir

Trump’ın avukatı: Suçlamalar ifade özgürlüğüne saldırı; davayı kazanacağız
İsmi Dink cinayetinde, Gar ve Konya katliamlarında gündeme gelmişti: Yeni Ankara Emniyet Müdürü Engin Dinç…

Öne Çıkanlar