Yekîtiya Dildarên Kurd (DILKURD) ragihand ku Divê mafê perwerdeya bi Kurdî bê dayîn.
Îro 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye.
Yekemîn hejmara Kovara Hawarê bi serperiştiya zimannas û rewşenbîrê Kurd Mîr Celadet Alî Bedirxan 15ê Gulana 1932yan li Şama paxtexta Sûriyeyê hat derxistin.
Bi vê boneyê ji sala 2006an ve 15ê Gulanê wekî roja Cejna Zimanê tê pîrozkirin.
DILKURDê jî bi helkeftê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
DILKURDê amaje bi wê yekê kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan e.
“Bila Kurdî bibe zimanê Perwerdeyê”
Peyama DILKURDê wiha ye:
“Wekî DILKURD di vê roja watedar de em berxwedana ku heta niha li dijî hemû zext û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî hatiye meşandin bi qîmet dibînin û careke din bi dengekî bilind dixwazin ku Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Perwerdehiya bi zimanê dayikê yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan e.
Di perwerde û akademiyê de tunebûna zimanê civakê ji bo wê civakê înkarkirina nasname û çandê ye.
“Zarokên Kurd ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê par in”
Îro li Tirkiyeyê bi milyonan zarokên Kurd ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê par in. Ev rewş ne tenê pirsgirêkek pedagojîk e, di heman demê de pirsgirêkek mirovî, civakî û çandî ye.
Li aliyê din, xalên têkildar ên Peymana Lozanê ya sala 1923yan hat îmzekirin, mafên ziman, perwerde û çandî yên civakan nas dike.
Lê ev maf nêzîkî sedsalekê ye ku ji bo gelê Kurd bi awayekî bi bandor nehatine bicihanîn û erkên Peymana Lozanê ji nedîtî ve hatin.
Di vê wateyê de dewletên ku peyman îmze kirine, derbarê zimanê Kurdî berpirsyariyên xwe bi cih neanîne.
Ev ne binpêkirin e, polîtîkaya înkarê ya eşkere ye.
Wekî DILKURD em bangawaziya xwe dubare dikin:
Ji zarokxanê heta zanîngehê di her astê de zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdehiyê bê qebûlkirin!
Ne tenê ya gelê Kurd, divê ev daxwaza hevpar a hemû kesên ku bi îdeala jiyana demokratîk, piralî û aştiyane bawer dikin be.
Bê ziman nasname nabe.
Zindîhiştina zimanê Kurdî tê wateya zindîkirina gelê Kurd.”
/rûdaw/