Efrîn: Grubên çekdar ên ser bi Tirkiyê 15 hemwelatiyên kurd revandin

Kurdi

 Grubên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 15 welatiyên Kurd revandin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, gruba bi navê “Polîsê Medenî” 3 welatî ji gundê Kora yê ser bi navçeya Cindirêsê ve revandin.

Da zanîn jî, li gundê Memila yê navçeya Raco, welatiyekî ku ji Libnanê vegeryabû, ji aliyê gruba çekdar a bi navê “Polîsê Leşkerî” ve hat revandin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, rêbenda li gundê Qestel Cindo yê li navçeya Şera, 2 welatî revandin, ku ji Tirkiyê hatibûn dersînorkirin.

Rewangehê amaje bi wê jî kir, di çarçoveya operasyoneke berfireh a grubên çekdaran li navçeya Raco de, 9 kes hatin evandin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan destnîşan kir, piraniya kesên hatine revandin, bi “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser” re tên tometbarkirin û hin ji wan li hember fidyeya 500 dolaran hatin berdan.

Zêdetir ji şeş salan di ser dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çekdar ên ser bi wê ve derbas dibin û heta niha zêdetir ji 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Li gor çalakvanên Efrînê, grubên çekdaran bi armanca ku kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, wan bi tometa “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser” tometbar dikin, welatiyan direvînin û eşkence didin, pere, fidye û bacan ji wan distînin.

/Jêder: Basnews/

İlginizi Çekebilir

Avrupa Parlamentosu seçimleri bugün sona eriyor
Biden: Ukrayna’yı asla bırakmayacağız

Öne Çıkanlar