General Charles Q. Brown dıçe Rojhilata Navîn

Kurdi

🔴 Serokerkaniya Hevbeş ya Hêzên Amerîkî îro Şemiyê ragihand ku General Charles Q. Brown dê di bo çend rojan serdana Misir, Urdun û Îsraîlê bike û li wir bi hevtayên xwe û hejmarek ji berpirsan re bicive ji bo gotûbêjkirina rewş heyî û aloziyên li wê herêmê.

Di daxuyaniya Sererkanê Hevbeş de hat destnîşankirin ku serdana Brown pabendbûna demdirêj a Amerîka ye ji bo Rojhilata Navîn nîşan dide.

Daxuyaniyê tekez kir ku General Brown dê giringiya nehiştina aloziyan, parastina hêzên Amerîkî li herêmê, piştevaniya Washington jibo Israîl ya berevan ji xwe kirinê, û hevahengiya çalakiyên gihandina alîkariyên mirovî bo sivîlan dûpat bike.

Daxuyaniyê herwiha eşkere kir ku ev serdan girîngiya gihandina rêkeftinekê nîşan dide ku rehîneyan vegerîne, tundiyê bi dawî bike û rê bide tevahiya herêmê ku bala xwe bide ser rewşeke ku Rojhilata Navîn ber bi ewlehî û aramiyê ve bibe.

Serdana wî di demekê de ye ku Amerîka hewl dide li hember azadkirina girtiyan li Gaza agirbestekê çêke. Her çende di asoyeke nêzîk de lihevkirinek tune, lê Brown got ku agirbest “dê alîkariya kêmkirina gurrbûna şer bike.”

Brown ji Reutersê re berî ku balafira wî li Urdun dade go, “Di heman demê de, ez bi hevtayên xwe re nîqaş dikim ka em dikarin çi bikin da ku pêşî li her cûre aloziyekê bigirin û piştrast bikin ku em hemî gavên guncaw (ji bo nehiştina) … pevçûnek berfireh bavêjin,”

Rêvebiriya serokê Amerîka Joe Biden hewl dide ku bertekên şerê li Gaza di navbera Hamas û Îsraîlê de, ku ketiye meha xwe ya 11an, sînordar bike.

/Jêder: voa-kurdi/

İlginizi Çekebilir

Özel: Çare iktidara ricada bulunmakta değil, iktidarı değiştirmekte
Nevşehir: Saldırıda yaralanan Kürt işçilerden Edip Bozkurt tutuklandı

Öne Çıkanlar