Girav Rûbar: Hêza Yekdengiya Kurdî û Têkçûna Stratejiyên Dewletê

Kurdi

​Pergala ku li Rojavayê Kurdistanê di nava 14 salan de bi kedeke bêhempa hatibû avakirin, îro di encama tifaqên qirêj ên navdewletî de bi rîskên mezin re rû bi rû ye. Civîna Parîsê ya di navbera Amerîka, Îsraîl û Tirkiyeyê de, wekî hewldana êrîşeke piralî ya li ser destkeftiyên Kurdan derket pêş. Lê, di vê pêvajoya krîtîk de faktorekî ku lîstikvanên navneteweyî qet hesab nekiribûn ket dewrê: Hêza medyaya kurdî û vejîna hestên yekîtiya neteweyî ya li her çar parçeyan.

​Di şerên modern de medya êdî ne tenê amûreke ragihandinê ye; ew wekî “hêza çaremîn” rasterast li qada şer bandorê li encaman dike. Dewleta Tirk bi salan e bi rêya şerê psîkolojîk û propagandayê hewl dide di navbera parçeyên Kurdistanê de dubendiyeke kûr ava bike û Kurdan li dijî hev sar bike. Enqereyê wiha hesab dikir ku dê bi rêya peymanên aborî û siyasî yên bi Başûr re, dengê Rojava bitepisîne û pêşî li piştgiriyeke neteweyî bigire. Lê, dema ku hemû kanalên televîzyonê yên Başûrê Kurdistanê bêyî cudahiya partî û îdeolojiyê bi rojan weşana zindî kirin û Rojava wekî “rûmeta neteweyî” pênase kirin, ev dîwarê propagandayê yê ku bi salan hatibû honandin, di nava şevekê de hilweşiya.

​Ev yekdengiya medyayê ne tenê hestyarî bû, ev veguherî faktoreke jeopolîtîk jî. Dema ku raya giştî ya Kurd li her çar aliyê cîhanê wekî lehiyê rabû, hêzên navneteweyî dîtin ku ev “kaosa bi kontrol” a ku wan plan kiribû, êdî ji kontrola wan derdikeve. Hêzên ku li Parîsê li ser maseyê rûniştibûn, neçar man ku gavan paşve biavêjin; çimkî wan fêm kir ku yekîtiya Kurdan a li qada medyayê û kolanan, berjewendiyên wan ên stratejîk ên li Rojhilata Navîn dixe xeteriyê. Di vê navberê de, çapemeniya Tirk a ku bi talîmatan kar dike, li hemberî vê refleksê lal bû. Polîtîkaya wan a “birakuştiyê” ya ku di medyayê de dihat meşandin bi ser neket û neçar man ku ji bo demekê be jî zimanê xwe nerm bikin, her çend piştî pêvajoyê dîsa vegeriyan ser xeta xwe ya reşkirinê.

​Lê, divê em ji bîr nekin ku li dijî vê yekîtiyê, navendên “şerê taybet” hîn jî di nava tevgerê de ne. Di dema ku ruhê yekîtiyê herî bilind bû, li ser medyaya civakî bi rêya hesabên sîber hewldanên sabotajê hatin organîzekirin. Hin derdoran di bin navê alîkariya Rojava de propagandaya şexsî û hizbî derxistin pêş û bi heman demê re êrîşî sembol û nirxên neteweyî yên wekî Ocalan û paradîgmaya wî kirin. Ev hewldanên ku wekî mantarên jehrî di demên krîtîk de şîn dibin, armanc dikin ku girêka yekîtiyê sist bikin û zirarê bidin berjewendiyên Kurdan ên demdirêj.

​Di encamê de, bûyerên dawî nîşan dan ku medyaya kurdî ya yekbûyî ji çekên herî giran bi bandortir e. Yekîtiya neteweyî ya ku di nava dilê gel de kok daye, bi ti planên li Parîs an jî Enqereyê nayê rûxandin. Ev lehiya şiyarbûnê ya ku dest pê kiriye, xwedî wê hêzê ye ku hemû astengiyên li pêşiya xwe rake û ber bi statuyeke mayînde û bi rûmet ve bimeşe.

 

 

İlginizi Çekebilir

Petrol ablukası Küba’yı kilitledi: Uçuşlar aksıyor
Dersim’de doğa ve tarih kazandı: HES regülatörü projesi iptal edildi

Öne Çıkanlar