Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire. Herdu peyv jî ji “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.
Rêzenivîs: 6
E
Elf û hetk
Elf:1.Bi zorê, bi zorekî.
Hetk:1. Hetek, hetik.
- Hetek, bê edep, çepel, nemerd, rezîl.
- Şerm, fedî, eyb, abrû, şeref.
Mane: Bi zorekî, bi zorê.
Bi zor û heft belayan.
Bi zehmetî.
Mînak:Hetanî me pêsîra xwe ji elf û hetkê wî xilas kir rih ji me der ket.
Erd û ezman
Erd:1.Erazî, milk, war, ax, cih, der, mekan, mesken, lokal, cî, cîh, zevî, xak, xwalî.
Ezman:1. Asîman, esman. Zemînê jor.
Mane: Xak û asîman.
Zemînê jêr û zemînê jor.
Mînak: Ji ber ba û tofanê erd û ezman bûn yek.
Erd û zevî
Erd: 1.Erazî, milk, war, ax, cih, der, mekan, mesken, lokal, cî, cîh, zevî, xak, xwalî.
Zevî:1.Erdê candinê. Axa ku dexlûdan lê tê çandin.
2.Erd, ax, zemîn, xak, xwalî.
Mane: Malên neguhêzbar.
Mînak: Erd û zevîyên bên e çandin, bi xêr û bereket dibin.
Erş û ferş
Erş:1. Esmanê bilind. ( Tê bawerkirin ku rûniştgeha Xwedê ye.)
- Qata esîmanê nehan (nehemîn).
Ferş:1. Kevirên pan.
- Kevirê pan ên ku binê malê/xanî jê tê avakirin.
- Qapaxa kevir.
Mane: Navbera erdê û qata nehan a esîmanan.
Mînak: Ji erdê hetanî erş û ferşê tu mafdarî.
Erz û eyal
Erz:1. Şerm, rû.
- Erd, herd, ax, zemîn, erazî, milk, xak, xwelî.
- Qezenç, feyde, sûd, berjewendî.
Eyal:1. Binemal, malbat.
Mane: Zarok.
Zar û zêç.
Jin û zarok.
Mînak: Meriv ji bo erz û eyalê xwe dijî.
Esl û fesl
Esl:1.Kok, binyat, bingeh, serekanî, orjîn, çavkanî, hîm.
- Binemal, nifş, nijad, ejdad, kanî, jêder, esil.
Fesl:1.Liq, parçe, demsal, şax, beş,qism.
Mane: Nijad û rîçik.
Rîç û rîçal.
Mînak: Çavê nijadeyên bê esl û fesl tim li talan û dagirkirinê ye.
Etalî û betalî
Etalî:1. Ewaretî, betalî, beredayî.
Betalî:1. Bêkarî, bêşixul, bêîş, destvalatî.
Mane: Betal û wetal.
Bêkar, bêîş, bêxebat.
Tortorî.
Mînak: Ew li ku, xebat li ku; kar û îşê wî etalî û betalî ye.
Eyb û ar
Eyb:1.Şerm, fêt, fihêt, namûs, şeref.
- Fedî, ar, erz, rûreşî, şermezarî.
Ar:1.Ard, arvan.
2.Şerm, fedî.
- Agir.
4.100 m2.
5.War, cih.
Mane: Rûreşî.
Mînak: Eyb û arên pîrê nayên bîrê.
Eyb û şerm
Eyb:1. Fedî,şerm, ar, rûreşî, şeref.
Şerm:1. Eyb, fedî, ar, erz.
Mane: Rûreşî.
Mînak: Eyb û şerme ku meriv li zimanê xwe xwedî dernekeve.
Ez û ez
Ez:1. Kesê yekem ê yekjimar.
Ez: bnr.”ez”.
Mane: Pozbilind.
Qure.
Înad.
Mînak:Ji bo berjewendiyê xwe tim dibêje ez û ez.
Eza û cefa
Eza:1. Êş, êşandin, xemandin, azirandin.
Cefa:1.Azar, êş, jan, ezyet.
2.Zehmetkêşî, ked, renc.
Mane: Zehmetî.
Biêş, xemgînî û ked.
Mînak:Sosina mala Zînê qey hindik eza û cefa kişand?