Hevrikên Di Lîga Şampiyonan de Hatin Diyarkirin: Galatasaray û Liverpool Beramberî Hev in
🔴Kişandina pişka tûra 16’an a Lîga Şampiyonan a UEFA’yê, li navenda UEFA’yê ya li bajarê Nyon ê Swîsreyê hat lidarxistin. Pişka ku di saet 14:00’an de dest pê kir, bi awayekî zindî ji aliyê weşangerên fermî û kanalên sporê ve hat ragihandin.
Piştî encamên pişkê, hevrikên tûra 16’an diyar bûn û maçên pir balkêş ketin rojevê. Bi taybetî hevrikiya nûnerê Tirkiyeyê Galatasaray û tîma Îngilîz Liverpool balê dikişîne.
Hevrikiyên Tûra 16’an wiha ne:
• Galatasaray – Liverpool
• PSG – Chelsea
• Real Madrid – Manchester City
• Atalanta – Bayern Münih
• Newcastle United – Barcelona
• Atletico Madrid – Tottenham
• Bodo/Glimt – Sporting
• Bayer Leverkusen – Arsenal
Ev qonaxa ku wekî “Tûra 16’an” tê binavkirin, dê ji bo tîmên serketî bibe deriyê çûna çaryek-fînalê.
/Nûpel/











