İran: Ji Newrozê heta niha 17 kolber hatine kuştin

Kurdi

Li Rojhilatê Kurdistanê, ji 21ê Adarê heta niha 17 kolber hatine kuştin û 81 kolber jî birîndar bûne.

Ajansa KURDPA yê di nûçeyekê de eşkere kir ku ji Newrozê heta niha 17 kolberan canê xwe ji dest daye.

11 kolber di encama gulebarankirina pasdarên ser sînor ên Îranê de hatine kuştin.

Li gor nûçeya KURDPA yê 6 kolber ji bilindahiyên çiyayan ketine.

6 kolberên canê xwe ji dest daye zarok bûne ango temenê wan di jêr 18 saliyê de bûye.

Kolberan herî zêde li sînorên bajarê Newsûd, Pawe, Hengelale û Baneyê canê xwe ji dest daye.

Li gorî rêxistinên mafê mirovan îsal rêjeya kuştina û birîndarkirina kolberan gelekî zêde bûye.

Di heyama 70 rojên derbasbûyî de, bilindtirîn rêjeya kuştin û birîndarkirina kolberan hatiye tomarkirin.

Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, sala 2023yan herî kêm 32 kolberan canê xwe ji dest daye û 307 kolber jî birîndar bûn û 2 kolber jî winda ne.

Îranê kolberî qedexe kiriye

Şêniyên navçeyên sînorî yên parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşanê ji bo debara jiyana xwe li ser sînorên wan parêzgehan kolberiyê dikin.

Kolber, kelûpelan li ser pişta xwe di navbera sînorên Rojhilatê û Başûrê Kurdistanê de vediguhêzin û li beramberî vî karî pereyekê werdigirin.

Hikûmeta Îranê dibêje, çûn û hatina kolberan li navçeyên sînorî ne qanûnî ye.

Îranê heta niha çend caran hewl daye ku bi qanûnekê û di çarçoveya talîmatên fermî yên hikûmetê de karê kolberiyê li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê birêxistin bike.

Hikûmeta Îranê herwiha ji sala 2017an ve kolberî qedexe kiriye.

 

/rûdaw/

İlginizi Çekebilir

Hasbey Köksal: Şexsiyeta Bêşexsiyet 
Sağanak yağmur Almanya ve İtalya’yı vurdu

Öne Çıkanlar