Karbidestê Karên Navxweyî a Sûri: Li Kobaniyê Jiyan Dê Aram Bibe

Kurdi

​Fermandarê Ewlehiya Navxweyî ya Hesekê Tuxgeneral Merwan el-Elî, ku serdana Nuredîn Îsa yê wekî Waliyê Hesekê hatiye erkdarkirin kir, daxuyand ku “Li Kobaniyê jiyan dê bi temamî vegere rewşa asayî.”

​Fermandarê Ewlehiya Navxweyî yê Hesekê Tuxgeneral Merwan el-Elî serdana Waliyê nû yê Hesekê Nuredîn Îsa kir. Merwan el-Elî piştî hevdîtinê, tevî yek ji berpirsên Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Asayîş) Siyamend Efrîn, daxuyanî da rojnamevanan.

​Elî diyar kir ku rewşa Kobaniyê ya ku ev 19 roj in di bin dorpêçê de ye, dê di nêz de normal bibe. Merwan el-Elî got: “Meseleya Kobaniyê ligel Qamişlo û Hesekê wekî yekparçeyekê ye. Hêzên Asayîşê ketin herêma Şixûxê; pir nêz de hêzên ewlehiyê dê bikevin navenda bajarê Kobaniyê jî. Bi vekişîna yekîneyên leşkerî re, jiyan li bajêr dê bi temamî asayî bibe.”

​Li gorî nûçeya İlke TVyê, Merwan el-Elî destnîşan kir ku Deriyê Sînor ê Semalka yê stratejîk, ku di navbera Herêma Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye, di bin “kontrola dewletê” de ye.

​Elî bal kişand ser statuya deriyê sînor ku wekî “rewşeke taybet” pênase kir û got ku biryara dawî ya li ser statuya wê dê di encama hevdîtinên navbera rêveberiya Şamê û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî de zelal bibe.

​Elî hevdîtin wekî “gelekî pozîtîf” nirxand û ragihand ku lihevkirina ku di 29’ê Çileyê de di navbera hukûmeta Şamê û QSD’ê de pêk hatibû, derbasî qonaxa pêkanînê bûye. Merwan el-Elî diyar kir ku sê xalên pêşîn ên lihevkirinê (agirbest, avakirina xalên ewlehiyê û koordînasyon) bi serkeftî hatine pêkanîn.

​Karbidestê Şamê bi bîr xist ku ew ji aliyê Ehmed Şara ve hatiye wezîfedarkirin û wiha domand:

​“Me li ser gavên siberojê li hev kir. Em dest bi pêvajoya entegrasyona Balafirgeha Qamişlo û qadên petrolê yên Rimeylanê dikin. Ji bo rakirina aloziyê, hêzên leşkerî yên her du aliyan dê vekişin qişleyên xwe û cihê xwe ji yekîneyên ewlehiya navxweyî re bihêlin.”

​Merwan el-Elî derbarê xelkê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku ji ber şer malên xwe biterikandine de jî agahî dan û got ku hemû penaber dê bi rûmet vegere ser axa xwe. Elî anî ziman ku ji bo vê armancê, xebatên teknîkî û lojîstîkî dest pê kirine daku malên ku niha ji aliyê kesên din ve tên bikaranîn bên valakirin û radestî xwediyên wan ên resen bên kirin.

 

İlginizi Çekebilir

Her dört göçmenden biri Almanya’dan gitmeyi düşünüyor
Kadın cinayetlerinde cezasızlık tablosu: Bir ayda 22 kadın hayatını kaybetti

Öne Çıkanlar