KDP û YNK li ser pirsa Hilbijartin û parêzgarê Kerkûkê lihev dicivin

GündemKurdi

Biryare îro Yekşemê 2-4-2024ê li bajarê Silêmaniyê, ofîsên siyasî yên Yekîtiya Niştimanî a Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê bicivin.

Di vê derbarê de çavkaniyek ji mekteba siyasî ji malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya PUKMEDIA re ragehand ku, civîn beriya nîvro li Debaşan tê lidarxistin û dawî pêşhatên rewşa niha ya navçe, Êraq û navçeyên Kurdistanî dê were gotûbêj kirin.
Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir: Avakirina rêveberiya nû ya Kerkûk û Nînewa û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê du astên sereke bin di gotûbêjên her du aliyan de.

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Ben Saidî Ehmed Pîre di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihandibû, Yekîtiya Niştimanî û Partiya Demokrat di peywendiyê de ne ji bo diyarkirina dem û cihê destpêkirina civînên xwe yên derbarê encamên hilbijartinan û mijarên din ên girîng, ji ber ku Yekîtiya Niştimanî pêwîstî bi yekkirina nêrîn û helwestan bo rûbirûbûnê Pirsgirêkan dibîne.

/PUKMEDIA/

İlginizi Çekebilir

FEDA: AKP/ MHP iktidarı deprem bölgesine hayati ihtiyaçlardan önce ‘mescit’ götürmüştür
Erdoğan’dan Hatay’a yerel seçim şantajı

Öne Çıkanlar