Li Rojavayê ezmûn dest pê dikin

Kurdi

 Li Rojavayê Kurdistanê ezmênên sala xwendinê ya 2023-2024an di 19ê Gulanê de dest pê dikin.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser da zanîn ku wan xwe ji bo pêkanîna ezmûnan li hemû kantonên rêveberiyê amadehiyên xwe kirine.

Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser Xelef el-Meter got:

“Bi nêzîkbûna bidawîbûna sala xwendinê ya 2023-2024an re, desteyên perwerdeyê li her heft kantonên Rêveberiya Xweser proseya nirxandina xwendekaran di hemû qonaxên seretayî, navendî û amadehiyê dişopîne.

Pêvajoya ezmûnên nivîskî yên polên navendî û amadehiyê wê di 19ê Gulanê de dest pê bikin.”

Di heman demê de Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser tekez kir ku niha amadekarî ji bo ezmûnên her du bawernameyên navendî û amadehiyê wate 9ê û bakeloryayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurrojhilatê Sûriyeyê jî tên kirin.

Xelef el-Meter wiha pê de çû, “Desteya Perwerdeyê li her heft kantonan ji bo ezmûnên her du bawernemayên navendî û amadehiyê amadekariyan dike.

Hevdem navendên ezmûnan ji aliyê desteyên perwerdeyê yên kantonan tên destnîşankirin bi armanca ku xwendekar bikaribin piştre berê xwde bidin zanîngehên me yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê.”

Li gorî Desteya Perwerdeyê ya Rêvebriya Xweser, di sala xwendinê ya 2023-2024an de zêdetirî 863 hezar xwendekar li 4 hezar û 130 dibistanan tê perwerdekirin.

/rûdaw/

İlginizi Çekebilir

PEN’a Navnetewî Banga Berdana Demîrtaş kir
İzmir, İstanbul ve Manisa’da gözaltına alınanlardan 18’i tutuklandı

Öne Çıkanlar