Serokê Fransa Emmanuel Macron îro Duşemê got ku êrîşa Rûsya ya li ser Ukrayna û polîtîkayên Serokê Amerîka Donald Trump, neçar dikin ku gavên jibo ewlehîya xwe ya fîzîkî û aborî bavêje.
Macron got ku polîtîkayên Trump yek ji çend faktoran in ku Yekîtîya Ewrupa mecbûr dike ku kêmtir girêdayî hêzên din be.
Macron ji rojnamevanan re got ku pandmeîya COVID û êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna kêlîyên şîyarbûnê bûn.
“Tiştê ku îro di vê kêlîyê de li Ukrayna diqewime, bijareyên niha û daxuyanîyên rêvebirîya nû ya Amerîkî ya Serok Trump, mecbûr dike ku Ewrupî li ser mijarên ewlehîya xwe ya hevbeş yekgirtî bin, bersîvdanên çalaktir bidin.”
Macron ev şîrove, dema gihîştîna civîna serokên Yekîtîya Ewrupî (YE) ya li Brukselê kir ku Rojava wê gotûbêjkirina têkilîyên bi Washingtonê û bihêzkirina berevanîya leşkerî ya Ewrupî ye.
Macron got, ev tê wateya xurtkirina pîşesazîya berevanî ya Ewrupî û kirîna pirtir çekên Ewrupî.
Şîroveyên wî nêrîna wî ya xweserîya stratejîk ya Ewrupa nîşan didin ku hin rêberên din pêgir in ku hevkarîyeke ewlekarî ya bi Amerîka û endamên din yên NATO re berdewam bikin û ji kirîna çekên Amerîkî veger tunebe.
Rêberên ku beşdarî civînê dibin Trump li hember destpêkirina şerekî bazirganî hişyar dikin û dibêjin ku ger Washington hember wan gavên bavêji, ewê jî bersîvdanên tolhilder bidin.
Welatên Ewrupî di salên dawî de lêçûnên berevanîyê zêde kirine, taybetî piştî dagirkerîya Rûsya ya sala 2022yan ya ser Ukrayna, ku şer anîbû ser sînorên YE. Lê, rêberên her du alîyên Atlantîkê dibêjin ku pêdivî ye ku Ewrupa jibo bergirîya xwe pirtir dirav xerc bike.
Trump gotibû ku divê endamên Ewrupî yên NATO % 5 ji Hilberîna Xwemalî ya Giştî (GDP) jibo parastinê verqetînin.
Welatên YE sala borî bi navînî %1,9 ji GDPya xwe anku dora 326 mîlyar euro (334,48 mîlyar dolar) jibo parastinê yan xerc kiribûn ku ew jî li gor texmînên YE ji sala 2021an vir ve % 30 zêdebûnek e.
/jeder: voa-kurdi/