Mihyedîn Nahrîn: Evîn Lê(ve)gerîne

Kurdi

Li ser evînê pir tişt hatine gotin û pir tişt hatine nivîsandin.

Hin helbestvan li ser wê helbestên xwe yên herî xweş nivîsandine.

Hin nivîskar li ser wê pirtûkên xwe yê herî navdar nivîsandine.

Hin hunermend li ser wê stran û besteyên xwe yê nemir çêkirine.

Gelek însan (Mem û Zîn, Sîyabend û Xecê…) jî ji bo wê can dane û çîrokên wan yê evînê hîn jî têne gotin.

Lê dîsa jî çi bê gotin û çi bê nivîsandin ji bo evînê kêm dimîne.

Wateya wê bi du peyvan an jî bi du hevokan nayê gotin. Çi bê gotin jî wesfê wê nayê dayîn.

*****

Li gorî ilm çar hêmanên xwezayê hene; ax, agir, hewa û av. Ev yek li her derê dinyayê derbas dibe. Lê hin feylesofên evînperest (Melayê Cizîrî jî di nava wan de ye) bi vê yekê qayîl nabin û li gorî wan hêmana pênca jî heye û ew neba yên din jî çênedibûn. Di kaînatê de her tişt li ser vê hêmanê hatîye sazkirin û hertişt bi saya wê heye. Hêmana pênca jî “evîn” e.

*****

Evîn her tiştî bi wate û xweş dike.

Bê wê hertişt nivî û xaf dimîne. 

Bi wê her tişt temam dibe û dikemile.

*****

Evîn di her warî de xwe nîşan dide.

Pêşîyên me gotine: “Heft meseleyên hirçê hene, her heft jî li ser hirmîyê ne.” Hemû mesleyên me li ser evînê ne, helbet meseleya hirçê jî bi evînê ve girêdayî ye.

*****

Du alîyên kaînatê hene; maddîyat û manewîyat.

Ji bilî evînê (manewîyat) di her warî (maddîyat) de em pêş dikevin.

Alîyek me timî qels dimîne lewma ji bo vê yekê heta ebed em kar dikin.

Hemû emrê me li dû şopa wê derbas dibe.

Ji bo em xwe bighînin wê, em emrê xwe xerc dikin.

*****

Evîn lê(ve)gerîne.

Em timî lê digerin û heta ebed jî em ê lêbigerin.

Di encamê heger em bi ser ketin em ê tim lêvegerin û wê tewaf bikin.

*****

Ji evînê pîroztir tiştek nîne.

Evîn xwe li her derî nîşan dide.

Hin caran di îdeolojîyan de xwe dide der, hin caran jî xwe di bawerîyê de.

Hin caran xwe di zatê mirovan de dide der, hin caran jî di xweza û kaînatê de.

Hin caran xwe di wechê zarokan dide der, hin caran jî di fikrê de…

 

*****

Kesê di dilî de evîn nebe nîv mirov e û qet temam nabe.

Kesê bêevîn nikare ji jîyanê lezzetê bigre.

Hostayê evînê Baba Tahirê Hemedanî wisa gotîye:

“Dilê bêeşq, biçilmise çêtir e

Kesê bêderd eger bimre çêtir e
Canê ne sabit e l’ser rîya eşqê

Zerre zerre bikizire çêtir e”

 

Baba Tahir reçeteya jîyanek xweş di dubeytîya xwe de eşkere kirîye.

Ne heddê me ye meriv tiştekî din bêje.

Em ê jî têkevin ser rêya hostaya xwe û bibin şagirtê evînê.

 

İlginizi Çekebilir

Nuri Fırat: Çarenûsa Kurdan; Çi yê Luxemburgê ji yê Kurdistanê Zêdetir e? 
Hakan Tahmaz: Çözülen toplumda muhalefeti bekleyen risk

Öne Çıkanlar