Osman Özçelik:
Ev nivîsa min, hîjdeh sal berê di kovara “Gulistan” de (hejmar:3 -Nîsan 2002) bi sernavê “Balzac” hatibû weşandin. Bi lêzêdekirina çend hevokan min ji nû ve nivîsî.
Ez dixwazim ji we re tiştekî îtiraf bikim. Dixwazim li xwe mikur bêm. Ez ê nebêjim bi hezaran belê, min bi sedan kitêbên edebî xwendine. Nizanim ji bo çi, min heta niha ji Honoré de Balzac tu tişt, nexwendibû.
Min di jiyana xwe ya edebî de gelek kêmanî, valahî didît. Tu nabê yek ji wan kêmaniyan jî, nexwendina Balzac, nenaskirina vî nivîskarê mezin ê ku ronahiya xwe daye hemû nivîskarên dinyayê bû.
Mîna gelek kesan ez jî, carinan du sê kitêban bi hev re dixwînim. Ku ji yekê aciz dibim, dest diavêjim yeka din. Dîsa weha bû. Xwendina min a romana “Le Père Goriot” (Goriot Baba) ya Balzac û kitêba Ahmet Altan a bi navê “Kristal Denizaltı” ku ji 32 nivîsên ceribandinên edebî pêk hatiye, ketin heman demê.
Balzac, bi romana “Goriot Baba” li alîkî trajediya jiyana burjuvayên Fransayê, li aliyê din têkilî û nakokiyên, di navbera pere û hezkirinê de, bi awayekî realîst diqeşêre, radixe ber çavan.
Goriot, fabrîkatorekî dewlemend e. Dewlemendiyeke wî ya din jî, hebûna du keçên wî ye. Hebûna xwe, serweta xwe ji bo keçên xwe xerc dike. Keç û zavayên wî li pêy zewq û sefayê ne. Her diçe zengîniya Goriot kêm dibe, piştî mirina jina xwe, li pansiyoneke mezin ku gelek kesayetiyên cuda li wir dimînin, bi cih dibe. Dewlemendê berê yê rêzdar, dibe feqîrekî pêkenokê devê alemê. Gava Goriot, di nava tunebûnê û bêkesiyê de, li serê zikakekê dimire, keçên wî yên ku serweta wî bi jiyaneke beredayî xerc kiribûn, ji mêj ve terka wî kiribûn.
Ahmet Altan jî, bi romanên xwe û bi ceribandinên xwe yên edebî, xwendevanan dîl digire. Ku carekê tu ket nav lepên wî, nema tu dikarî pêsîra xwe ji destê wî xelas bikî. Ew xwe berdide kûraniya dilê mirov; hestên mirov ên nenas, ên jibîrbûyî tevdide, hestan ji hevdu dineqîne, zelal dike. Mirov bi xwendina wî; aliyê xwe yê qeşagirtî, binaxkirî, jêşermkirî dibîne û mirov bi kesayetiyên xwe yên din re, rû bi rû dibe. Ceribandinên wî yên ku di vê kitêbê de hatine ser hevdu, mirov careke din bi kûrbûna wî dihese û mirov têdigihîje ku ew, ji nivîskarekî wêdetir, fîlozofekî hemdem e.
Ahmet Altan di vê kitêbê de, bi sernavê, “Mutsuz Dev” (Dêwê Neşad) Balzac nivîsiye. Bi carekê niqutî dilê min ku ez vê nivîsê bi xwendevanên “Gulistan”ê re parve bikim. Belê dixwazim beriya vê nivîsê, piçekî behsa Balzac bikim û wî bi we bidim naskirin an bînim bîra we.
Honore de Balzac, di 20ê Gulana 1799an de, li Bakurê Rojavayê Fransayê, li bajarê Toursê, bi navê “Honore Balssa” hatiye dinyayê. Bavê wî yê Bernard François Balzac, ji malbateke gundî bû. Di dema Louis ê XVI û di dema Napolyon de, 43 salan karmendiya dewletê kiriye. Diya wî ya Laure Sallambier, jineke Parîsî bû û mêrê xwe yê gundî biçûk didît. Li hember zarokên xwe jî pir zivir û hişk tevdigeriya.
Diya wî ji bo xwendinê Honore yê biçûk, çiktenê dişîne bajarekî gelekî dûr. Di nava şeş salan de Honore, carekê jî naçe malê. Diya wî jî tenê carekê diçe serdana wî. Bi vî awayî Balzac, bê hezkirina dê, mezin bû. Bavê wî ji xwendinê zehf hez dikir û ev yek bûbû sedema ku Balzac jî ji xwendinê hez bike.
Zaroktî û xortaniya wî, salên wî yên herî biêş e. Ji dê û bavê xwe, ji xuşk û birayên xwe bi dûr, bê ku jiyana malbatî nas bike mezin bû. Balzac tenêbûna xwe bi xwendinê tije dikir. Li ber bavê xwe digeriya ku wî bibin malê. Paşê dilê bavê wî hew deyax kir, ew hewand malê. Balzac vegeriya Toursê, mala bavê xwe. Dû re, bi malbatî çûn li Parisê bi cih bûn.
Bavê wî dixwest ew bibe hiqûqnasekê çê. Balzac, li Zanîngeha Sorbonê dest bi xwendina hiqûqê kir. Belê di dilê wî de huner hebû, çavê wî li edebiyatê bû.
Dawiya salên biêş û elem nedihat. Bavê wî zor didayê ku ew ders û kitêbên hiqûqê bixwîne. Wî jî, bi dizî, kitêbên edebiyat û felsefeyê dixwend. Tew qehra diya wî nedihat kişandin. Di her fersendê de, diya wî henekê xwe pê dikir, ew biçûk dixist. Di sala 1821an de, tayîna bavê wî derket bajarekî din. Balzac, li hember malbatê serî hilda, bi wan re neçû. Ew, ma li Parisê. Dibe ku li Parisê bê pere û birçî bima, belê ew ê biketa nav jiyana edebiyatê.
Balzac, li Parisê, li taxeke feqîr, di nava tunebûnê de, bi 120 frank ê ku bavê wî jê re dişand, debara xwe dikir. Ango rojê çar frank, ku heqê du nanan bû. Dest bi nivîsînê kiribû. Hêj berhemên edebî nenivîsî bû. Ji bo debara xwe bi navekî din romanên erzan û kitêbên polîsî dinivîsî. Ji bo ji vê jiyana edebî ya bêwate derkeve û romana xwe ya yekemîn a bi rastî edebî binivîsiya, jê re hêj şeş sal diviya.
Romana yekemîn a bi navê “Les Chouans” di sala 1828an de nivîsî. Piştî şoreşa mezin a Fransayê, ji kesên ku li herêma Bretanyayê hevalbendiya qrêl dikirin û li hember sîstema nû ya komarê serî hildabûn re digotin Les Chouans. Balzac di vê romanê de, di çarçoveya bûyerên dîrokî yên wê rojê de, çîrokeke evînê nivîsîbû. Ev roman bi navê wî yê rastîn hatibû weşandin û bûbû bingeha hunermendiya wî. Roman bi çavdêriyeke kûr û bi hêza xeyalan hatibû neqişandin.
Nivîskarê mezin, bi qasî jiyana xwe ya kesayetî, di jiyana xwe ya edebî de jî, bi hêrs û bi daxwazeke bilind tevdigeriya. Balzac dixwest ji destpêkê heta wê rojê dîroka Fransayê, bi zimanekî destanî wek rêzeromanekê binivîsiya. Dît ku ev karekî pir zehmet e, biryara xwe guhert. Dê dîroka 60 salên dawî, ji şoreşa Fransayê heta wê rojê binivîsiya. Û nivîsî. Romanên wê serdemê bi navê “Pêkenînên
Mirovahiyê” kom kir ser hevdu.
Nivîsên Balzac dimînandin yê nîvîskarê Îtalî yê navdar, Dante.
Di destpêka sedsala çardemîn de Dante, helbesta xwe ya ji 14.233 rêzan pêk dihat ku di dîroka helbestê de wek helbesta herî dirêj tê qebûlkirin, bi navê “Divina Commedia” (Komediya Îlahî) weşandibû. Dante, geryana xwe ya xeyalî ya li dinya wî alî, jiyana li araf û dojehê, bi awayekî destanî nivîsîbû.
Balzac bûyerên vê dinyayê, yên vî alî dinivîsî. Romanên Pêkenînên Mirovahiyê ji sê beşan pêk dihat. Beşê yekemîn li ser dîmenan bûn. Dîmenên jiyana taybet, jiyana derveyî bajaran, jiyana gundan, jiyana Parisê, jiyana siyasetê û jiyana leşkerî. Beşê duyem li ser lêhûrbûnên felsefeyê; beşê sêyemîn jî li ser lêhûrbûnên derûnî bûn.
Pêkenînên Mirovahiyê ji 137 berheman pêk dihat. Balzac, ji sala 1829an heta sala 1848an, di nêzî bîst salan de, 95 kitêb qedandibû. Di romanên xwe de 2500 kesayetî afirandibû.
Rojekê Balzac, pênûsa di destê xwe de, diavêje ji ser maseya xwe ya xebatê radibe, dibêje: “Gelî dostan, min silav bikin. Ez dahî me.”
Wî, teşeyeke (form) romanê ya nû keşif kiribû. Kes an kesên ku di romanekê de biruh bûbû, dê di romaneke din de jiyana xwe bidomanda. Bi vî awayî dê romanên wî, di çarçoveyeke firehtir de jiyana rastîn derxista ber çavan.
Wext hat. De êdî werin em guh bidin Ahmet Altan ku bê ew Balzac bi çavî dibîne û bi çi awayî vedibêje:
Ji bo wî tê gotin ku, “xwediyê qudreteke weha ye ku, yê piştî xweda li ser rûyê erdê herî pirtir mirov afirandiye, ew e.” Bi rastî jî mirovên ku wî di romanên xwe de nivîsiye; bi mirovên fedakar, ên nankor, ên hêrsoyî, ên bihesab, ên aşiq; bi mirovên bazirgan, ên gundî, ên bajarî; bi jin û mêr û bi jinên tol ku werin ser hevdu û li cihekî kom bibin, dê bi qasî ku navçeyeke bi navê wî bê bîranîn, dagirin.
Wî, mirovên xwe bi dildariyekê, bi pirxwazekê, heta mîna xwekujiyekê, diafirand. Û her ku mirovên wî yên afirandî qerebalix dibûn, tiştek ji wî kêm dibû. Wî ji wan hez dikir. Her ku romanek dinivîsî, bi tevahî ji dinyaya rastîn diqetiya, ew di romanên xwe de dijiya. Bawer dikir ku romanên wî ji jiyanê rasttir in.
Carekê, gava alîkarê wî dikeve hundir odeya wî, dibîne ku ew digirî. Li gor vegotinan, alîkarê wî jê dipirse: “Mîrza Balzac, hûn çima digirîn?”
Balzac, bi niqirîskên girî, dibersivîne.
“Ew mir.”
Alîkarê wî, bi vê xebera mirinê xemgîn dibe, vê carê pirsa ku “kî miriye,” dike.
Tê famkirin ku yê mirî, lehengê romana Balzac a dawîn e.
“Mîrza Balzac, ma ne we bi xwe, ew nivîsîbû.”
“Çi ferq dike? Ew mir…”
Ew mirovê herî mûhteşem ê dîroka ser erdê, bi mirina lehengê ku wî bi xwe afirandiye, digiriya. Mîna xweda henekeke bi êş kiribe û bi qasî ku mirov dikare bibêje derî adetê hatiye xuliqandin, xwediyê hêzeke mezin a afirandinê bû.
Jiyana wî di nava nakokiyan de diçû û dihat. Ji ber ku kurekî gundî yê ku paşê dewlemend bûbû, ji ber xwe şerm dikir, şerma wî lê bûbû mîna nexweşiyeke derûnî. Bawer kiribû ku ew ê bikaribe rabirdûya xwe, mîna lehengên romanên xwe ji nû ve vejîne. Ji xwe re rabirdûyeke derewîn afirandibû. Mîna esilzadeyan pêveka “de” li navê xwe zêde kiribû. Ji bo gundîtiya xwe veşêre, bişkokên zêrîn li kincên xwe yên rengo mengo yên herî buhayên dinyayê dixist. Gopalên destikzîvîn bikar dianî, erebeyên herî buha yên dinyayê dida çêkirin. Bi her hewldanên xwe yên ji bo xwe esilzade bide xuyan ku dilê mirov pê dişewitî, dibû pêkenokê ber devê esilzadeyan û nivîskarên din.
Ew nivîskarê bêheval, bi rûyê xwe yê werimî, bi bedena xwe ya qelew a bêfesal ku dirûvê muxtarê gundekî pê diket; gava çirûskên wî mêjiyê bêhempa yê di wê bedena xerîb de, li ser rûpelan dibiriqî, qerfên ku li wî dihatin kirin û zikreşiyên dilnexwazan pirtir dibûn.
Çi ecêb e ku vî nivîskarê bêfesal ê ku sertara çiyayê dinyaya nivîskariyê bû, di seranserê xortaniya xwe de karê nivîskariyê biçûk dîtibû.
Dixwest ew esilzade be, dewlemend be, birûmet be.
Mixabin wî, di tevahiya jiyana xwe de, her sê tişt jî bi dest nexist.
Di xortaniya xwe de, hêza afirandina ku di dilê wî de dikeliya, bi nivîsîna romanên erzan ku îro jî tu kes pê nizane, bi ber bê de berda. Qîmet dida nivîsên xwe, hewl dida ku pera qezenc bike.
Ji bo wî, ji nivîskariyê bêtir, bazirganî balkêş bû. Bi pereyên ku qezenc kiribû dê ji xwe re nasnameyeke maqûlan bikiriya û dê ji rabirdûya xwe ya ku jê şerm dikir, azad bibûya.
Tiştekî xerîb e ku, ew aqilê wî yê muthîş, di keşifkirina karên ku pere tê de heye jî derdiket holê. Karên ku wî ji bo qezenckirina pera hildibijart, her car rast derdiket, belê qabîliyeta wî ya qezenckirina pera tune bû.
Weşanxaneyek vekir.
Ji girtina qeyd û quydan aciz bû, belawela bû. Di demeke kurt de, di bin deynan de ma, top avêt. Di wê demê de vekirina weşanxaneyekê fikreke di cih de bû. Mirovê ku weşanxaneya wî jê kirî, di demeke kurt de, dewlemend bû.
Paşê kovarek derxist. Helbet di kovarê de jî top avêt. Belê derxistina kovarê jî hilbijartineke rast bû. Ên piştî wî kovar derxistin gelek pere kar kirin.
Carekê ev dînîtiya xwe pêşdetir bir. Ji mirovekî ku di rêwîtiyekê de nas kiribû, kaneke madena zîvan kirîbû û dabû pêy wî camêrî çûbû Îtalyayê. Di derbarê madenan de tu agahiyên wî tunebû, dîsa jî, çi pereyên ku heta wê rojê kar kiribû, xist wê kana madena zîvan. Belê ew mirovê ku wî ji naçarî kana madena xwe firotibûyê, bû xwediyê malhebûneke mezin.
Tebîetê nivîsandina vî mirovê ku bi ber sih saliya xwe ve çûbû, êdî biryara bûyina nivîskarekî cidî dabû ku nedişibiya ya tu kesan. Nivîskariya wî, berevajayî jiyana wî ya nexweş a şanedar, lixwekirina rengo mengo ya bê zewq, bû.
Mala wî ya xemilandî, bi alavên buha dagirtî bû. Belê odeya wî ya xebatê hema bêje vingîvala bû. Maseyeka wî ya biçûk a ku bawer dikir jê re şansê tîne ku bi de diçû ew bi xwe re dibir. Kaxezên wî yên her dem ji heman celebî; pênûsên wî yên her dem ji heman celebî û ocaxa qahweyê ku li gor vegotinan di şevekê de pêncî tas vedixwar bêtir tu tişt tune bû.
Bi wê ingirokiya xwe ya derî aqilan, ji sê taxên Parisê, ji sê dikanên cuda, ji sê celeban qahwe dikirî û bi pîvaneke ku tenê wî pê dizanî tevlihev dikir, weha dikeland û vedixwar. Destûr nedida tu kesî ku qahweya wî çêbike.
Heyranê Napolyon bû, digot, “Tiştê ku napolyon bi şûrê xwe destpêkiriye, ez ê bi pênûsa xwe biqedînim.
Li quncikeke odeya xebatê, peykerekî Napolyon ê ji cilsê, bi cî kiribû.
Saet tam diwazdehê şevê de, dest bi nivîsînê dikir, derveyî bêhnvedanên çêkirina qahweyê, bênavber heta heştê sibê, dema ku navmaliya wî dihat, dixebitî. Saet di heştan de taştêyeke sivik dixwar, rûpelên nivîsên wî yên ku ji weşanxaneyê dihat, çav li ser digerand, karên xwe yên rojane diqedand, nameyên xwe dinivîsî, ji bo giranî negire ser bedena wî, nîvro firavîneke sivik dixwar û heta pêncê piştnîvro, nivîsên ku roja berê nivîsîbû, sererast dikir. Ji bo Balzac, sererastkirina nivîsan ji nivîsê bêtir biêş derbas dibû. Carinan rûpelekî nivîsê bîst carî sererast dikir.
Di heştê şevê de radiza, ji bo ji nû ve dest bi xebatê bike, di diwazdehê şevê de radibû.
Heta kitêba xwe diqedand, bi mehan, bi vî awayî, bêyî ku bi tu kesî re biaxive û bêyî ku carekê jî di pencerê de li derve binêre, bê navber dixebitî.
Piştî ku kitêb diqediya; demeke dirêj, rojê hejdeh saetan radiza, xwarinên giran ên bi wî laşê wî yê qelew diket, dixwar; bi jinên ku heyranên kitêbên wî û aqilê wî bûn re, radiza.
Digot, “ez…” divê, “ez ji mirovên din bileztir bijîm.”
Di vê gotina wî de, rastî hebû. Çimkî ew, ji mirovên din bêtir û mîna hovan dixebitî û ji bo navbera xwe û yên din bigire, diviya di jiyanê de jî, ji yên din bileztir, bibeziya.
Di vê jiyana xwe ya kurt de, bi vê tempoya xwe ya nayê gotin û bi qasî ku tê zanîn heftê û çar roman nivîsî.
Heftê û çar cildên ku pirtirên wan di nava dîroka edebiyatê de, ji ên herî rewnaq bûn.
Navekî pir mezin bi dû wî ket; bi taybetî ji aliyê xwendevanên jin ve pir dihat hezkirin. Ji her aliyê Ewropayê ji wî re name dihatin; ji kitêbên wî wisa dihat hezkirin ku piştî weşandina wan a hefteyekê ya li Parisê, kopyayên wan ên korsan li Brukselê derdiketin.
Bi baran pere qezenc dikir, bi baran pere xerc dikir.
Rojekê Kontes Eveleyn Hanska ku jinek esilzade ya Polonî bû, jê re nameyek şand. Di bandora wê jina esilzade de ma û bêyî ku wê bibîne, aşiqî wê bû. Da ser rê, çû ku wê bibîne.
Jinik bi mêr bû, belê Balzac ne yê ku guh bida tiştên wisa.
Wî di bidestxistina jin û pereyên xelkê de, tu xerabî nedidît.
Bi dû domandina têkiliyên ji dûr ve yên bi nameyan, piştî mirina mêrê jinikê, ji nêzîkvetir û pirtir caran hevdu didîtin. Belê jinikê, ne ji mirovê qelew ê şanîdar ê rengo mengo yê ji gundîtiyê xelas nebûye; ji Balzac ê nivîskar ê navdar hez dikir.
Wî mirovê ku, derûniya mirovan ewqasî qenc nas dikir û li ser wan dinivîsî, her hal haya wî ji vê rewşa jinikê jî hebû. Belê zanînên di nivîsê de, carinan têra zanîna jiyanê nedikir.
Ew xebata bi lezeke tirsehêz; pêncî qedehên qahweyê yên ku bi şev dihat vexwarin, laşê wî û dilê wî westandibû. Erê, êdî Balzac westiyabû. Belê ne xema wê jinika ku wî jê hez dikir, bû. Berî mirina wî bi du salan, jinikê ew derxistibû ser rêwîtiyeke dirêj; dixwest şanîdariyê bike, dixwest kêfa jinbûna Balzac bijî.
Ji bo şanîdariyê Balzac, emrek xerc kiribû; jina ku wî jê hez dikir jî, ji bo şanîdariya xwe, jiyana wî ya mayî xerc dikir.
Bedeneka qelew têra du musrîfên şanîdariyê nekir.
Westiyayî û nexweş bû.
Akademiya Fransayê jî endamtiya vî hosteyê bêemsal ê edebiyata dinyayê qebûl nedikir, rûmeta ku wî pir dixwest nedanê. Tenê nivîskarê din ê mezin Victor Hugo, bi helwesteke ku bi wî diket, pişgirî didayê, endamtiya wî diparast.
V. Hugo, qîmeta wî zanî bû, bê şik ên din jî dizanîn, belê ew ên din ne bi qasî ku qîmetê fam bikin bi hêz bûn.
Dema nexweşiya wî zêde bûbû, bi jinika ku wî jê hez dikir re zewicî. Dema nexweşî lê giran bû, ê ku hatibû serdana wî, dîsa Hugo bû. Hugo, çû odeya ku tenê mûmek lê pêketîbû, li ber serê wî rûnişt û bi destê wî girt. Ji ber ku Balzac êdî nikarîbû bipeyiviya, qet tiştekî nepeyivîn. Carekê tenê çavên xwe vekir, li Hugo nêrî.
Piştî du rojan ew mir.
Pêncî û yek salî bû.
Heftê û çar cild roman nivîsîbû.
Li ser gora wî, axavtina, “Birêkirina bêdawîtiyê” ya dehayekî, Hugo kir.
Ji ber ku mîna xweda henekekê bike, ev mêjiyê ku di nav mêjiyên herî mezin ên dîroka mirovahiyê de bû, di bedeneke şaş de hatibû afirandin. Balzac, bedela vê henekê, şûna jiyaneke şad û dirêj, bi jiyaneke kurt, pir xemgîn û bi êş, da.
Di tevahiya jiyana xwe de xwestibû; dewlemend, esilzade û bi rûmet be.
Yek jî bi dest neket.
Tenê bû nivîskarekî mezin.