Bi destê min girt, ji nav civakê ez kişandim cihekî hebekî xewle.
Navê wî? Na, min soz dayê ku ez navê wî nadim.
“Ricak min ji te heye,” got.
“Xêr e?.. Kerem ke,” min gotê.
“Derdekî min heye. Heke tu di rojnameyekê de binivîse, belkî çareyek ji derdê min re were dîtin.” Wî digot qey ez ji kîjan rojnameyê re nivîsekê binivîsim, ew ê hema derhal biweşînin.
“De hela bêje. Tu derdê bêderman nîn e. Ez bikaribim…”
“Tu bixwazî, tu dikarî,” got.
Min jê re negot, law ma çima “şeyxulmuharrîrîn” im?
Destpê kir, derdê xwe got û vaye ez jî (piçekî sansorkirî be jî) di Nûpelê de dinivîsim.
“Ên pê dizanin, hey pê dizanin. Roja wê hatiye, ez ê li xwe mikur werim… Ez nexweş im… Na na! metirsin (an bila kêfa hinekan neyê) nexweşiya min, ne nexweşiyeke ku mirov pê bimire. Belê nexweşiyeke ku heta niha min tu çare jê re nedîtiye. Ev nexweşî ne ku niha li min peyda bûye, ji berê de ev nexweşî bi awayekî sivik bi min re hebûye. Belê di her serdemeke jiyana min de, nexweşî xwe nû dike, teşeyeke nû digire.
Diya min a rehmetî digot, ‘Kê tiştekî bê dilê te bigota, te pozê xwe dilivand.’
Paşê ev tevgera min hatiye guhertin. Ku mezinekî derewek bikira; min li rûyê wan nerazîbûna xwe bi derxistina dengê, ‘nirç.. nirç… nirç’ aniye ziman. Diya min, ji nirçe nirça min a li hember derewên mezinan, şerm kiriye, her carê ji bo kêfa wî mezinê derewkar bîne, çend tepik li stûyê min daye, ‘Emirquto! Biaqil be kuro!’ gotiye.
Diya min dibêje em vî kurikî bibin ba şêxekî, bila lê bixwîne ku vî tebhê xwe yê xerab biterikîne. Nakeve serê bavê min, lê, ji bo ji pitpita diya min xelas bibe, qebûl dike. Şêx li min dixwîne. Belê ez dev ji ‘nirçe nirça’ xwe ya derewên mezinan bernadim.
Min dibin ser şêxekî din. Şêxê nû, dibêje, ‘ew şêxê ku hûn çûne ser, yekî sextekar ê bêîman e, duaya şaş xwendiye.’ Tu nabêje duaya ‘Ayeta Kursî ’li ser min xwendiye. Ma bi Ayeta Kursî, mirov ji nexweşiyan pak dibe? Şêxê nû ayeta şîfayê li min xwendiye, li ber Xwedê geriyaye ku şîfayekê bide min ku ez li hember derewên mezinan dev ji ‘nirçe nirçê ’ berdim. Xwedê, guh nade libergera şêxê nû jî. Nexweşiya min didome.
Bûyerên heta vira, qet nayên bîra min. Paşê ji min re hatine gotin.
Ez mezin bûbûm. Diçûm dibistana navendî, hêdî hêdî min anatomiya bedena însên nas dikir. Nebêjin qey ez bûbûm anatomîstek. Na, tenê organekî jinan ketibû devê min. Pê re, dirûvê nexweşiya min jî guherîbû. Ez bûbûm yekî xeberok, yekî çêrbêj.
Gava xwendekarekî wek me, muxbîrtiya me zarokan li cem mamosteyan dikir ku em li malê bi kurdî dipeyivin, bêyî îradeya min, aqilê min ew kelîmeya eyb ya bi sê herfan diafirand û ji nişka ve ji devê min derdiket ku niha jî şerm dikim wê kelîmeyê bi lêv bikim. Min ji ber vî tebhê xwe, ji bavê xwe û ji mamosteyan gelek sîle xwarin…
Axx! Diya min, ew xatûna qesran… Ji bo em bi kevneşopiya çanda qesran mezin bibin, çi ji destê wê dihat, dikir. Navmaliyên wê, ji destê wê mîna di nava agirê dojehê de bûn. Nedihişt tayek porê navmaliyan xuya bibe. Bê destmêj pê li erdê nedikir, serê sibê heta sê çar cuz Quran nexwenda, dest bi karê malê nedikir. Ez bûbûm kulek û ketibûm ser dilê wê. Digot, ‘ev kurikê xeberok ê bê edeb ji min re ji ku peyda bû yarebî!..’
Hinekan ji diya min re gotibûn vî kurikî bibin Mêrdîn, bibin ser qebra Siltanşêxmûs. Hinekan digotin bibin Sêrtê, bibin ser tirba Weyselqeranî.
Ketibû serê diya min ku tenê Weyselqeranî dikare min ji vê iletê xelas bike. Nig kiribû pişta bavê min ku em biçin Sêrtê. Bavê min jê re, ‘Keçê ev ne karê şêx û melan e. Saxên wan nikarin tiştekî bikin, de îja hestiyên wan ên di qebrê de… Ev karê textoran e,’ digot. Bavê min di wê baweriyê de bû ku diya min bi hinceta nexweşiya min, li pêy gerrek tûrîstîk e.
Li Diyarbekir textorekî bi nav û deng hebû. Ahmed Beg… Digotin Ahmed Beg, textorê eskeriyê bûye, pir kêfa wî ji ehlê Diyarbekir û yên derdorê re hatiye, rutba eskeriyê avêtiye, îstîfa kiriye; gotiye ez ê xwe weqfî gelê vir bikim. Dihat gotin ku, tu nexweşiyên Ahmed Beg jê fam neke tune. Ji nexweşiyên zarokan bigire, heta yên dil, çav, zik. Ef bikin heta nexweşiyên jinan jî… Tu nexweşî ji destê wî nedifilitî. Digotin eyna wî heye, pişta tazî ya mirov dide eyneyeke sar a cemidî, çi nexweşî hebe di eyneya wî de, bi zelalî xuya dibe.
Dilnexwazên Ahmed Beg digotin ew eyne, bi tu tiştî nizane, derew e, ew cinsekî bûzdolabiyan e, bo wê cemidiye. Bavê min digot, ‘Buxtanan li Ahmed Beg dikin. Ma çima ew, şêx an mela ye ku sextekariyan bike, ew textor e textor!..’
Wele bavê min bi destê min girt, me berê xwe da Diyarbekir. Di otobêsê de bavê min temî da min ku ez li xwe miqate bim û tesel tesel navê ewkê diya Ahmed Beg nebêjim. Ma di destê min de bû? Heke min bikaribûya bi ziman û mejiyê xwe, çima em ê biçûna ser şêxan û çima em diçûn ser textorê mezin, Ahmed Beg…
Eyneya Ahmed Beg jî bi kêrî nexweşiya min nehat.
Belê ew eyneya cemidî pirr bi kêrî Ahmed Beg hatibû. Gava ji Diyarbekirê bar kir, şeş qamyonan têra barkirina eşyayên mala wî nekiribûn. Dihat gotin ku li Stenbolê tapûya otêlekê û sê çar xanên mezin di çenteyê wî yê textoriyê de ne. Niha dev ji textoriyê berdaye.
Êdî ez mezin bûbûm, min lîse dixwend. Bi kurdbûna xwe hesiyabûm. Ketibûm nav kar û barên welatparêziyê. Min pir dixwend, pir çalak bûm. Ji min dihat hezkirin. Hevalên min digotin, ‘Axx… xwezî ev xeberoktiya wî jî tunebûya.’ Nizanim çima, mejiyê min bela xwe bi ewkê diya xelkê dabû.
Dema yekî kurd ku digot, ‘Ez kurdkokenlî me.’ Dîsa min, çêrek pêve dizeliqand. An yekî bigota, ‘Ez kurd im, lê belê ne kurdçî me.’ Mejiyê min di cihê xwe de ranediwestiya, dîsa dev diavêt anatomiya diya wî kesî. ‘
Min şîret li aqilê xwe, li mejiyê xwe li zimanê xwe dikir. Min digot; ‘Ma feqîra diya wan çi kiriye? ’ Aqilê min û zimanê min bûbûn wek çeteyekî bê qontrol, di vî warî de qet bi ya min nedikirin. Min ji ber wan şerm dikir. Min nizanî ez ê çi bikim; ne dihat kuştin ne dihat hiştin.
Di salên xwendina unîwersîteyê de, bi dewlemendbûn û xweşiya kurdî hesiyam. Ji berê de min xewnên xwe bi kurdî didît. Min dev ji siyasetê berdabû. Hebe tunebe ziman… Min dixwend û hêdî hêdî min dest bi nivîsînê jî kiribû. Gava yekî kurd, ku bi tirkî diaxivî, min zimanê xwe gez dikir, min nedihişt bêedebiyekê bike.
Axirê tîka min a xeberoktiyê hatibû guhertin. Wek ku min got, her carê sedema tîka min û teşeya nexweşiya min diguherî.
Televîzyonên kurdî vebûbûn, pir kêfa min dihat. Belê piştî demekê min dev ji guhdariya televîzonên kurdî berda. Bi min welê dihat ku spîkerên televîzyonên me, ji bo qetla kurdî, bi hevre ketibûn pêşbaziyê. Yekî an yekê gava nûçeyên kurdî dixwend, ji tirkî wergereke xerab dikirin.
Mesela; Tirk, ji mirî an kuştiyekî xwe re dibêjin, ‘kaybettik’ ango me ‘wenda’ kir. Ên me jî dibêjin, ‘me filankes wenda kir’ an ‘di filan şerî de, filankesan çar wendayî dan.’ Mirî; miriye, çûye… Tiştekî an kesekî ku wenda bûbe, mirov lê bigere, dibe ku mirov wî tiştî, an wî kesî bibîne. Ma mirî ji nû ve tê dîtin? Gava hevokek wisa diket guhê min, pirîsk ji ber sîgorta mejiyê min diçû.
Niha ez ji berê baştir im. Mejiyê min fam kiriye ku çêr eyb e, ew ji ber xwe hînî otokontrolê bûye. Ji zimanê xwe xelas bûme, ew nema çêran mêran dide. Êdî ez bêhemdê xwe tenê dibêjim, ‘heywax…’ û tiştekî din nabêjim. Hevalên min, navê min kirine, ‘Heywax’
Di van demên dawî de, mejiyê min bela xwe bi siyasetmedarên me yên tirkîhez, daye. Deh, bîst, sih, şêst salin ku di nav siyaseta kurdî de ne; gel wan didin ser pişta xwe, ji wan re li çepikan didin. Ew jî, ‘Ez nikarim xwe bi kurdî îfade bikim, ez ê ji we re bi tirkî biaxivim,’ dibêjin. De were nemire. Heywax…
Şikir ji Rebê alemê re ku ez bi tevahî ji bela zimanê xwe pak bûme. Belê vê carê destên min bûye bela serê min. Gava ez wisa peyvek şaş dibihîzim, wek ‘ez sêv xwar im… ez pirtûk xwendim’ an tevgereke ne li gor kurdbûnê dibînim, destê min diçe ser simêlê min û ta bi ta simêlên xwe hildikim, simêlê xwe dirûçikînim.
Hey destino! Ma hûn ji simêlan çi dixwazin? Naxwazim sembola mêranî û kurdbûnê, simêlên xwe teslîmî berberan bikim. Ji hilkirina tayên simêlan lêva min a jorîn her werimî, sor û kul e.”
Kêm zêde derdê xwe wisa gotibû. Ket serê min ku ez pê re bibim alîkar û vê nivîsê binivîsim. Tirsa min ew e ku ji nû ve li çêrbêjiya xwe vegere…
Rica min ji we ev e, heke hûn hekîmekî ku dê bikaribe vî camêrî ji vê nexweşiya “tîk”ê xelas bike, nas dikin, navnîşana wî ji min re bişînin ku bidim vî dostê xwe.
Ew ê ji we re dua bike, fatîhê li ser miriyên we bixwîne.