Pall Weşanê li ser qehwexaneyan kitêbeke kolektîf weşand. 16 nivîskarên kurd ên ji bajarên cuda li ser qehwexane û çayxaneyan nivîsîn.
Amadekarê kitêbê Înan Eroglu ye û Bêrîvan Matyar, Berken Bereh, Bilal Korkut, Helîm Yûsiv, Kenan Ormek, Kerîm Biyanî, Lokman Ayebe, Mehmet Dicle, Mihemed Şarman, Nîhatê Hecî Şakir, Ö. Fırat Bavli, Rizgar Elegez, Şener Ozmen, Umer Barasi û Xurşîd Mîrzengî bi nivîsên xwe tê de beşdar bûne.
Çi Şên e Qehwexaneya Bajêr kitêba duyem a rêza “hûrgilî”yê ye. “hûrgilî” rêzeke Pall Weşanê ye ku dê kitêbên eleqedarî obje û alavan, mekanan, hûrgilî û hûrdekariyan û hemû tiştên biçûk, şênber û ji nav jiyana rojane di nav vê rêzê de çap bike. Kitêba ewil “Trêna li Sstasyona Xwe Digere” bû û 17 nivîskaran li ser trênan nivîsîbûn.
Nivîsa paşbergê:
Qehwexane ne tenê cihê vexwarin û rûniştinê ye, ew ne tenê cihê betalan e jî. Ew di heman demê de parçeyekî giring ê jiyanê ye, mekanekî ku şopa xwe di bîra civat û miletekî de dihêle, tabloyeke giştî ya sosyolojiya bajarê xwe xêz dike, cihê şêwr û mişêwran, kes û kûsên ji tebeqeyên cuda, lîstikhezên ku bûne hostayên vî karî, danûstandinên curbicur, hêwirgeheke bêhnvedanê, rawestgeheke hevdîtinan, xeteke zirav di navbera çîrok û dîrokê de… Qet şik tê de nîne; qehwexane yek ji wan mekanên serekî ye ku bikare wê têveliya fikr û mirovan, di nav çend metreyan de bigihîne hev.
Çi Şên e Qehwexaneya Bajêr, bi tevkariya 16 nivîskarên ji bajarên cuda, berê me zêdetir dide qehwexane û çayxaneyan, û hin caran cafeyan.
Xwendevan dikarin ji pallwesan.com û kitêbfiroşan bixwazin.









