Pirtûka Abdulla Peşêw bi navê Birakujî derket

Kurdi

Pirtûka Abdulla Peşêw bi navê Birakujî  ji Weşanxaneya Avesta derket!

Abdulla Peşêw, di sala 1994an de vegeriya Kurdistanê. Ji dêla welatekî azad, li pêla şerê “birakuji”yê rast hat. Ew roj, “ne roja şiîrê” bû êdî. Bi navê “Birakujî” dîwanek nivîsand. Li Hewlêrê di meydaneke mezin de xwend û welatê xwe dîsa terk kir.

“Ezîzê min, “A ku li ber destê te ye berî helbestê helwest e. Ev şiîr ji mîkrofonê re hatine nivîsîn, ne ji xwendina bêdeng re. Qîrîn e ne piste pist, rakirin e ne rûniştin, bez e ne meş. Qûre qûr e ne hîske hîsk. Ka ew cih ku birakujiyê ew ne herimandiye?

“Min dît… Bi çavê serê xwe min birakujî dît. Min dît ku çawa derdiketin ser banan, mal û zarokên vî xelkê birçî çawa ji xwe re dikirin çeper. Dengê zirmîna topan, doçka, RPG, roketan li nav kolanên Hewlêrê di guhê min de ne.

Her feqîrek ku tê kuştin, her ku termê xortekî hêla dibe erdê, her mala ku xera dibe û deriyê wê tê şikandin, her mala ku talan dibe, her lawekî kurd ku bi bîr bawerî ji mala xwe dertê û cihê xwe vala dihêle, her ku namûs dihetike, her xaniyên ku bi gulla bûne bêjing û li ber roketan mane; Kurdistana min a enfalbûyî enfal dibe Dîrok! Binvîse ku bêdeng nemam Şiîr! Bibûre, min tu gelek westand Pexşan! Gelek spas tu hatî hawara min.”

Birakujî Abdulla Peşêw

Ji soranî: Rûken Bağdu – Bedran Hebîb

ISBN: 978-975-7112-14-3

13×19.5, 88 rûpel

avestakitap.com/birakuji

İlginizi Çekebilir

Çiçek: Hakkari’de dünyaya geldi; 46 yıl kimliksiz yaşadı, Şimdi sınır dışı edilecek
Minguzzi davasında 4 sanık ilk kez hakim karşısına çıkacak

Öne Çıkanlar