Robîn Siya: Ji ku derê bi ber kû va 

Kurdi

Sekreter difikre ne xemgîn ne jî dilsar. Wek di arafa Danteyê de di nav xelîl û celîl de diçû û dihat. Raman û beyan wê teslîm girtîbû. Şîroveyên wî nedigîhiştin dîtine, ma wisa bi beredayî gotine pêşiyên me gotin û dîtin nabe wek hev. Sektere komînîst her çendî zêde nîşan nede jî, ji serçavê wî hal û wextê wî piçek be jî hin tişt dihatin xwendin. Di her halê wî de diyar bû ku li cihek asê maye. Dilê wî teng behna wî teng bû. Bi kefa her du deste xwe geh yê rastê geh yên çepê li ser rûye xwe digerand, eniya xwe hêmbez dikir, weka di serî de tiştek xitimî be dixwest rê li ber veke. Sed sale li welate me mêtinger û dagirker li ber her tiştî xitimandine hêma dikin û hê jî ew îmge bi hemû hêza xwe, xwe dide hîskirin. Roj bi rojan vê diguherî, ewqas di nav kar û barên giran de bi xwe re ketibû nav şikê.

Endame Komîteya Polîtbûroyê bû. Sekreter bêtehm û dilsar çend ro di korîdorên kesra ku ji Çar mayî de weka bêrûh, bêdev roj li xwe dikir êvar êvaran jî digîhiştand berbange. Rêhevale wî Lenin nêzîkî wî bû û jê pirsî ka ev sedema wî xemgîniye bo çi ye? Endame polîtbûro rasterast sedema arafbûna xwe wisa anî ser ziman; “rêhevalê qedir bilind tu jî baş zanî cîhana min bi ev rêxistina pîroz tijeye. Bi bawerî, bi xebat, bi kedan deh hezar kesan min di nav refên pîroz de bi cih kir. Lê yek heye, ne Îsaya xwe berdide ne jî dêra xwe; ew jî dapîra min e”. Lenin dibişire, destên xwe datîne ser milên rêhevale xwe û wiha dibêje; “Rêheval, ma tu ev çend roje ji ber vê yekê dilê xwe teng dikî, rûye xwe tirş dikî. Ji kar û barê xwe mayî. Xwe qet xemgîn neke rêhevale mine delal û hêja çaxê dapîra te çû ser dîlovaniya xwe: em ê çarmîxa wê, dêra wê, bi Îsayê wê bi pê re veşêrîn”.

Meriv çi bike jî hin tişt di dem û zemane xwe de naguhere, civak çi bi hemde xwe çi bi jor vê bi ferman û telaq bi demajotine vê qalibê xwe, fîstane xwe diguherîne çimkî pergal, xweza, hiş wiya di eks be jî tîne ber derî. Lê kes an kesayet henin her tim li ber guherîne behtir hişk û ji rojana xwe dûr li ber gelek guherînên çi erînî neyînî be diseknin. Ti çare nîne ku ew şexsiyetên hişk were guhartin an bi dema xwe re qalikê xwe bişîqîtine û li gor şert û mercên pêşerojê vê gav bavêje. Ew kes li ber bayê guhertîne roj bi roj jê tê xwarin di encame de li cihek li benda mirine dimîne. Wek kurte çîroka jor. Ne tenê erdnîgariya me li hemû erdnîgariya dinyaye tiştek dîrokî diqewime. Qalik tên guhertin, tevgirtin û nêrînen kevnî hêdî hêdî wexte xwe temam dikin, di huner û edebiyate de demajotinek sancoyî, şahîdiya di qadên sînoran de guhertinên hejînî em dijîn. Hema bi xweynî hem abi rêya lihevkirine êdî ti tiştek weka berê namîne û ew ê nemîne jî. Di wan wext dîrokî bo me Kurdan behtir dîrokî û sancoyên gelek giran hêma dike, li ser welate me xetên faye şikiyan û dewam dike şikestina wê.            

Kurte çîroka me xwend gelek tişt ji me re dibê. Hin tişt dibe ku bi gorê vê were veşartin. Ji me re qala çi dike ev çîrok? Ji me re dibê ku mîrov, rêxistin, gel, civak, civatok, sazî û dezgeh vî welatî dawiya dawî organîzmayên ku temambûne divê serî, bi her kêliya xwe li ser armanc û esasên xwe vê kare xwe bi vê serî. Ji xebatê pê va çi dikare me xelas bike, ji bilî keda hişê malî pêşvaçûyînek mimkin e? Bêguman bersiva min na û neyîniye. Çaxê armanc rê li ber civakê firehkirin be ew ê teqez encam jî xwe bide pêş, vêga rewşa ku em tê dane encamên demkî dide ber me. Tişte em jî wan encamên demkî derdixin pêşarojek dijwar û zehmet xuya dike.

Em hemû baş zanin û me gelek caran bihevre tecrube kiriye ku faşîzm an nijadperestên serdest çi tirk çi ereb çi fars her tim di ber xwe de tiştên ne tişt derdixin û didin pêşiya me. Ev mekanîzmayek ji mêtingeriyên rojavayî hatiye adeptekirin û li ser gelên azadixwaz û bindest tê ceribandin. Sedî sed encam li gorî dilê mêtingeran nîn be jî encamek xurt xistine destên xwe. Û ew ên bo azadî û serbestbûne bar û kar ên giran dane ser pişta xwe bi dek û dolabên wan tên mijul kirin. Gelek kes jî bi ber bayê ku di xwe de vir û derew dihewîne dikevin pey, çi zanayî çi bi nezanî. Kar û armancên wan ev e. Ji destpêka proseya meseleya çareseriya Kurd û Kurdîstane vê de rojev bi tiştên xapînok tên tije kirin, nahêlen li ser esase were sekinandin. Li kû dijminek sondxwarî hebe serê xwe di qula xwe de derxistiye bi zimanê xwe yê zehrî êrîşe kurdan û nirxen wan dike.

Bêguman her êrîş bersivek dixwaze û heq jî dike lê ewqas wextê me yê fireh nîne; ma wisa hêsane ji bin sifire ev meseleye hatibe hilgirtin û anîbin ev ast e. Ev ast çi ye? Êdî hewce nîne ku em xwe bidin qebûlkirine! Êdî ew xwe didin ber îspate û qebûlkirine. Çimkî bi qasî ku em zanin ew jî baş zanin ku bingeha wan pûç e serî jî valaye. Êdî derdek wan ên mezin heye, bi kû va xwe biqelîbinin li hemberî wan îradeyek û kedek bêhempa derdikeve. Bawerî ji çiyayan heye bawerî ji deşta Rojavayê Kurdistane heye, bawerî ji nirx û bingeha xwe heye. Sê cureyên xalî henin û meriv dikare ev sê peyvan wek biwêjek jî bikarbîne. Gulbeser, serbiser û xwelîser. Zaryên çiyê ji xwelîseriye xwe gîhiştandin gulbeser e. Do digotin kurd tineye îro li ser medyayên civakî dibên em tirk in. Dibên em bi tirkbûna xwe bextewarin.

Çi tiştek sosrete ne wisa! Çi şermek giran ne! Tirkbûna xwe didin îspatkirine, didin qebûlkirin. Çimkî zanin ku li hemberî kurdan şerê mafdariye, heq û edelete hindakirin û viya nikarin bimehinîn/hezmbikin. Bo vî binketina xwe û cihên xwe ye konforî û hebûna ku li ser tinekirina kurdan bilindkirine êdî wan hilnagire, li ser lingan nade seknandin ev ling û hişê tinekirine ji wan re bûye têkçûn, binketin. Lê hişek wan ên devletî heye û ji tevgirtinên wan tê fêmkirin heta ku ji binî têkbiçin qet nebe tişte ku dest daye were parastin. Bi hêviyek û tevgirtinên wan ên ji hezar salan mayî wek dek û dolaban piştî ev qonaxa hane, em ê dîsa çavên sor û diranên xwe ye ji xweyne têr dibe bi goşte kurdan va bikin. Keys li me binîn ew ê dîsa me ji xwe re bikin qurban û kole. Ne heyrana çavên me yê reş in li ber îradeyek polî û bi rûhek fedayî çok danîn û bo çareseriye qontaxe qelibandin, dan şixulandine.    

Helbestkarek wan heye navê wî Ataol Berhamoğlu ye, çend roj berê qanûnên ku bi derbeya leşkerî hatine nivîsandin û madeya 66an de dibêje, li tirkiyeyê kî û kê dijî herkes tirk e, li sr hesabe xwe ye medyaya civakî parvedike û gefandixwo li ser ew ên ne tirk in. Nivîskar Temo, çend sal berê derheqê ev xwedêgiravî ji xwe re dibê ez helbestkar im, rewşenbîr im, nivîskar im, wergêrkar im û hwd. Bi qeltaxî/kadavrayê vê dişiband û destnîşan wiya dewşîrmeyî dikir. Bi min Temo bi kubarî bersiv daye û kêm gotiye. Ew kese ku di nav buhran û krîze daye ji wê behtire. Potreya komareyê, hal û wextên çepgirên di nav pergela kemalîstan de ketine çi halî nimûneyek gelek baş e. Yekî din jî heye ew jî bi penaberî hatiye ser erdê anatolyayê, çend nifş berê bi malbata xwe re bi revîrevî ji Qirimê hatiye û bi cih bûye, di deh hezar salan zêdetire ku li ser vê axê dijin ji wan re rê destnîşan dike, bi hiş û devê xwe yê genî gefandixwe.

Ka em ê viya çawa şîrove bikin. Ji bilî ev bersive ti tiştek nay hiş. Quretî ji ehmaqtiye tê, ji pozbilindiye tê, ji tirse tê, bêwataniyê tê, di mîrovekî zana de cihê ehmeqiyê tineye, di xwe de nahewîne. Li hemberî me xwendayên qurê bi pê re ehmeqtiya ku bi goşt û hêstî bûye henin. Dîroknasek derew, dîroknasek ji pergale û li ser ekranên televîzyonên nijadperestan bi rûh û hişek xerifî gevşek gevşek diaxive. Biwêjek me heye wisa dibê, hate ji newalê bû xwediyê malê. Vê biwêje li gor rojeve em biguherînin, hate ji Qirimê çendek bû xwediye malê. Ev rihê nijadperestî dawiya xwe dijî, êdî ketine etra xwe, bi şev û roj behsa tirkbûna xwe dikin. Ev jî destnîşana tirsa wan ne, ji nebawerbûne tê, bi zore û îşkenceyê modela ku dixwestin pêkbînin, teswira ku hêvî dikirin di deste wan de teqiya. Gelê Kurd, wek dagirkerên berê şah, siltan, împaratoran çawa ku hewesa wan di qîreke da hişt, bêguman ê vê serdeme jî tehma têkçûne tehm bikin û revîbirevî vegerin cihên xwe. 

Do na per bû ez ne şaşbim li cafeyek rûdinim jinek temene wê ji 60î behtir hat li ber bankoyê ji barîsta, çayek xwest, barîsta serê xwe hejand û jê pirsî, belê çaya reş ne wisa ezbenî, got. Pîrek, çaya tirk, got. Barîsta bersivand, çaya reş yê klasîk, got. Pîrek gotina xwe dubare kir, çaya tirk. Barîsta ekskir, çaya reş, got. Pîrek bi şidandî got, çaya tirk… Barîsta çaxê çaya pîreke da ber wê, keremkin çaya wê ya reş, got. Piştî wan diyalogan meseleya Lenin û rêhevale wî hat bîra min. Belê rojek hemû nîşana nijadperestan û dijminên sondxwariyên gel bi hemû nîşaneya wan ên faşîst vê bi wan re bê veşartin. Li ser medyayê ez ne tirkiyelîme ez tirk im, bi heştengan postan parvedikin. Çend sal berê li bernameyek televziyonek de bernamekar ji min pirsî, hûn xwe tirkiyelî hîs dikin, bersiva min zelal û pak bû, na! Hin kes dikarîn tirkiyeyî qebûl bikin lê bi mîlyonan însan ew ê nebin tirkiyeyî ew ê bivin xwe, her û her ew ê bimînin kurd û Kurdistanî…        

Êdî em ne mecburin tiştek bidin femkirine. Rê diyare rêwîtî diyare dibe ku em vegerin ser birînên xwe li vir mijûl bivin û xwe li vir aş û derman bikin. Li hemberî me rûhek ne xwedî vicdan û heq û mafparêz heye. Ev encama îroyîn bi têdikoşîna gel vê hat ev aste. Em heyate û berxwederî hezdikin, şer jî tê de, cîranî jî, dostanî û hevparî jî. Mêtinger tenê li zinaran tozek dikare rakin. Ev zinare berxwedêriye bi dînamitan, gulleyan, bi bombeyan, bi dozer û kepçeyan belkî hezar car xwestin perçe perçe bikin lê tişte ku ket deste wan, ger em bi risteyên Feqiyen Teyra biguherînin û bersive bidin; toz û toz, hilgirtin. Kakil hê jî wek polek şidandî wek li ser axek û xakek nerm û zîndiye.

Ger li ber me rêyek bi rumet hebe ew jî stûnek çargoşî ye û li ser axa xwe bilind dibe. Ma ev dar û giya û baxçe bilasebeb hat avdan. Di risteyên Mehmud Derwîşî de wisa dibeje, “lê ez ji rêwîtiye rawestiyam min li vê rasetgehe deyne.” Belê, em ê wek helbestkar Derwîşî di cihê ku em rawestiyan em ê dev ji rêwîtiye berdin an weka ku di helbestê de kesên din em ê rêwîtiya xwe bidomînin, dewam bikin. Dawiya rawestgeha Derwîşî belkî destpêka rêwîtiya me ye. Kar û bar gelek li serpişte henin, kombûye, qet nebe bo nifşên ku ew ê bên hinek be jî bila barên wan sivik be. Bila bejin serbiser…   

   

                              

İlginizi Çekebilir

İspanya’da Filistin’e destek gösterileri
İran: Azerbaycan – Ermenistan anlaşması önemli ancak endişe verici

Öne Çıkanlar