Selîm Temo: Empatiya Bindestan

KurdiYazarlar

Parêzer Sedef Özer, di 22yê Rêbendana 2025an de, mîkrofon di dest de digot: “Ümit Özdağ yek ji wan kesan bû ku di derava hilbijartinê de li hemberî Ahmet Özerî herî zêde ‘propagandaya reş’ dikir, dibe ku wisa be. Niha ji min re dibêjin, tu dê karibî Ümit Özdağî biparêzî? Gelî hevalan, li kî neheqî bibe, hemû di heman keştiyê de ne.  Partiya neheqiyê çênabe. Li kî neheqî bibe, em li maf û dadmendiya herkesî xwedî derdikevin.” Tirkiya wê girdobeleko bû, min wergerand Kurdiyeka (Kurmancî) ettehiyatoçawalêhato.

Vehênana ultra-empatîk, etîka xwelîliser, zimanê lavakar. Mînak gellek in: Saîdê Kurdî, di 1911an de, li Mizgefta Emewiyan a li Şamê digot: “Berjewendî û şadiya cîhan û axretê ya civakên biçûk, wek Kurdan, bi civakên wek we mezin û gir, Ereb û Tirkan ve, bi ostadên serdest ve girêdayî ne.” Nûrî Dêrsimî, 15 sal piştî Terteleya Dêsimê digot: “Komkujiya biraxweyan (qesta xwe ji wan Tirk û Kurd in, S.T.) bi bihayê milyonan li ser xizîneya Tirkan rûnişt. Gundî û karkerên Tirk ên reben ev bar hilgirtin. Tirkiye ji aliyê aboriyê ve jî xisar kir.” Osman Öcalan, di rojên erdheja Gölcükê (1999) de digot: “Wek PKKyê me sê milyar dolar pere heye, em dikarin bidin Tirkiyeyê.” 

Ne tenê Sedef Özera empatîk, hin siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdan jî li ser navê demokratiyê behsa “neheqî”ya li Özdağî kirin. Divê bête gotin; bîra siyaseta Kurdî heye, lê bîra hin siyasetmedarên Kurd tune! Xwe li ber serdestên hevpar û beşdarê şerê sîngedewran û îdeolojîk dikin erd. 

Özdağê gidîgewr bi salan e dijminatiya doza Kurdan dike. Lê cudahiyek xwe heye ku rasterast beşdariya şerî kiriye. Ev yek di pirtûka wî, Türkiye’de Düşük Yoğunluklu Çatışma ve PKK (Pevçûna Kêmgurayî ya li Tirkiyeyê û PKK), de diyar e. 

Ji pirtûka di 2005an de hatiye çapkirin tê fahmkirin ku Özdağ, li eniyê ye, beşdarî îşkence û kujeriyê dibe. Saziyên diyar an jî nepenî belge didinê. Beşdarî hin lêpirsînan dibe û bi xwe pirs li girtî û dîlan dike.  Xalên baldar ên di pirtûkê de ev in: 

  1. Belge û agahiyên nepenî: Pirtûk wek metnekî akademîk hatiye nivîsîn û li DYAyê hatiye pêşkêşkirin. Lê hin agahî bêyî çavkanî hatine nivîsîn. Özdağ, di jêrenota 40., rûpela 25an de wiha dibêje: “Ev agahî ji aliyê nivîskêr ve ji hevdîtinên ligel berpirsên fermî hatiye wergirtin.” Nivîskar behsa hin belgeyên PKKyê ku ji aliyê dewletê ve hatine bidestxistin dike û wan bi kar tîne. Jêrenota 52yem, di rûpela 28an de dinivîse: “1988-1990 İki Yıllık Botan Eyalet Plânı (Planê Eyaleta Botanê ya Dusalî yê 1988-1990 )(dîrok û ciyê çapê tune); belgeya PKKê ya nepenî ye ku ji aliyê hêzên ewlehî yên Tirkan ve hatiye bidestxistin.” Di jêrenota 82yem a di rûpela 112an de dibêje: “Partimizin Kitlesel Karakteri ve Cephe” (Qerekterê Partiya Me ya Girseyî û Enî). Belgeyeka PKKê ya nepenî ye ku ji aliyê hêzên ewlehî yên Tirkan ve hatiye bidestxistin.” Di jêrenota 156em a di rûpela 116an de ev hevok heye: “Ev agahî ji hevpeyvîna nivîskêr tê ku ligel jeneral Hasan Kundakçıyê Fermandarê Jenderme yê Herêma Rewşa Ewlehî hatiye kirin.”
  2. Beşdariya îşkence û lêpirsînê: Özdağ, beşdariya xwe ya lêpirsînên îşkenceyî vedişêre, lê ji vehênan û agahiyên di destê wî de tê fahmkirin ku beşdarê sûcî ye. Di jêrenota 151em a di rûpela 115em de ev gotin balê dikşînin: “Ev agahî ji aliyê milîtanên PKKyî yên ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin an jî bi xwe teslîm bûne hatine wergirtin. Çavkaniya xwe hevdîtinên ku nivîskêr bi hêzên ewlehî yên Tirkan kirine ye.” Hin agahî bi rêya wî hatine belavkirin. Di jêrenota 155em da di heman rûpelî de dibêje: “Serfermandariya Tirkan di şûna ku ev agahî bi awayekî fermî îlan bike tercîh kiriye ku bi rêya derdorên akademîk û çapemeniyê belav bike.”
  3. Zimanê êrîşkar û ne-akademîk: Her çiqas ev pirtûk wek pirtûkeka akademîk li DYAyê hatibe çapkirin jî ji aliyê ziman û boçûna akademîk ve lewaz e û alîgir e. Wek mînak, dibêje, “Öcalan, ji bo Kurdan -ku wî îddia dikir ku ji aliyê dewletê ve tên asîmîlekirin- ji nû ve ava bike, îddia dikir ku divê çalakiyên çekdarî pêk bîne” (r. 28) Ev zimanê girdobelek di metnekê “akademîk” de cî girtiye. Nivîskar biresera lêkolînê bi hişmendiya xwe tarîf dike û dibêje. Li gor wî ERNK (Eniya Rizgariya Netewa Kurdistan), di xala duyem a rêziknameya xwe de xwe wek “terorîst” pênase dike: “Temîna endamên nû û perwerdekirina wan a wek terorîst” (r. 38). Nivîskar Partiya Demokrasiyê (DEP) ku di vê serdemê de temsîlkariya gelê Kurd dikir armanc nîşan dide û dibêje: “DEP ku milê aktîf ê siyasî yê PKKyê ye di TBMMyê de” (r. 84). Özdağ, gava behsa bûyerên piştî sala 1985an dike, weşaneka 15ê Sibata 1983yan bi kar tîne bo îddiaya xwe pişt rast bike ku navê vê sextekarî ye (jêrenot: 91, r. 41, 113).  
  4. Veşartina hin rastiyan: Ümit Özdağ di pirtûka navborî de hin rastiyên şerî bêhemdî xwe vedibêje. Ev vehênan, bi veşartinê derdikeve holê. Li vir ez ê sê mînak bidim. A: “Rastî hêzên ewlehî yên Tirkan polîtîkaya komkujiyê ya PKKyê ya domdirêj fahm kiribûn, lê siyasetmedarên Tirk fahm nekirin” (r. 41). B: “Di çapemeniyê de hin dîtinên li ser alîkariya bêyî navbêçî ya hêzên ewlehiyê bo Hîzbullahê, qet nebe rêlêxweşkirina wan cî girtine” (r. 63). C: Xebata derxistina Abdullah Öcalanî ya ji Suriyeyê bi hevkariya Tirk û Îsraîlê pêk hatiye ku nivîskar dibêje ev yekîtî, “zextê li rejîma Sûriyeyê kir” (r. 95).  
  5. Zimanê kerbê: Ümit Özdağ, wek bursiyerê dewleta kûr û NATOyê, zimanê kerbê bi kar tîne di weşana xwe ya “akademîk” de. Wek mînak bo Mele Mistefa Barzanî dibêje “Molla Barzani” (r. 113). Nivîskarê di pirtûka xwe de gellek caran dibêje “Türk Kürtler” (Kurdên Tirk) gava behsê tîne ser Enfalê, wê wek “arezûdarî” û “taktîk”ê tarîf dike: “Ji ber arezûdariya Saddam Huseynî ya bikaranîna gaza jehrîn -ku ev taktîkek bû di navbera mehên Sibat û Îlona 1988an de, di ‘Operasyona Enfalê’ ya li Helpeçeyê ku bi kuştina bi sedhezaran mirovî encam dabû, bi sedhezaran mirov ji Bakurê Îraqê bo dîtina stargehan ber bi Tirkiye, Îran û Surîyeyê ve herikîn” (r. 49).

Kurdên sempatîk gellek in, xwe şîrîn dikin bi serdestan. Lê Kurdên empatîk jî têra xwe hene. Dişibin berxên serjêkirî yên pesnê kêrê û qesabê xwe didin!

 

* Hin not li ser zimanî: 1. Peyva “biraxwe” ji bo xwîşkûbira (sibling/kardeş) bi kar tînim ku heye. Eşîreka Kurdan heye bi navê Braxoyî. Ji bo mitirban “braxwe” dibêjin da zarokên dêmanî û mitirban bi hev re nezewicin. Dişibe mekanîzmaya kirîvatî û musahibiyê. 2. Peyva “derav” di şûna “process”ê de bi kar tînim, ku Mîr Celadet Alî Bedir-Xan jî wisa bi kar tîne. Min ev peyv, di sala 2009an de, di suhbeta daybavê Ahmed Zîrek de jî bihîstibû. 3. “Tarif”a Erebî di Kurdî de wek “terîf” tê bikaranîn. Bi raya min em divê wek Farisan peyvên Erebî hinekî nerm bikin û dûv re bikin mêvanê Kurdî. “Tê”ya qalind a Erebî û tîpa “eyn” dikare di Kurdî de bête nermkirin. Helbet dizanim, zimanzanên me yên çargurçik ên dardidestê bîhnteng guh nadin pêşniyarên bi vî rengî, lê Kurdî deryaya me ye. 

İlginizi Çekebilir

Uluslararası Af Örgütü: Taksim’de 1 Mayıs’a yönelik yasak kaldırılmalı

Öne Çıkanlar