Selîm Temo: Kevirê Mezin

Yazarlar

“Nouvelle”yeka Albert Camusyî heye bi navê La pierre qui pousse (Kevirê ku mezin dibe). Michael Issacharoff şîroveyekê nivîsiye li ser, di sala 1975an de, dibêje; çîroka metnê ku bi dîtina mucîzeyê didome, vedigere ser devjêqerîn û şerekî di navbera erê û nayê de, hundir û dervayê de, kevir û avê de, vekirî û girtiyê de… 

Hewes, devjêqerîn û girantirkirina barî taybetmendiyên Kurdayetiyê ne jî. Kurd zû kelecanî dibin û zû ditengijin, karên giran didin ber xwe da nekin, ber fireh digrin da nedirûn. Projeyên mezin, gotinên hewante, xeyalên ji şekirê tehl şîrîntir. Avakirina zanîngeheka Kurdî li Ewropayê mînaka dawîn e. 

Beriya Ewropaya dilbijok em li zanîngehên Kurdistanê binêrin. Me niha du perçeyên “azad” hene. Li Başûr 20 zanîngehên dugelî, 17 zanîngehên taybet û 12 enstîtuyên taybet hene; lê hemû ne aktîv in. Efrîn di nav de li Rojava 5 zanîngeh hene. Yanê em dikarin “wek teorîk” bibêjin ku me 55 dibistanên perwerdehiya bilind hene. 

Mixabin di navbera zanîngehên herdu perçeyan de hevkarî tune. Sala par min twîtek belav kiribû û bal kişandibû ser: “Wextê avakirina saziyeka hevpar û hevkar e. Ji bo koordînasyon, nasîna dîplome û tezan, proje û bernameyên akademik ên hevpar, entegrasyona sîstema akademîk a cîhanê (wek akredîtasyona ECTSyê), bernameyên wek Erasmusê li herdu perçeyan, dabeşkirin û parvekirina azmûngerî û zanîstî, têkiliyên navneteweyî, veguhestina mamosteyan û hwd. Divê tevgerek bi vî rengî dest pê bike û zanîngehên me sînorên dagirkeran û sînorên ‘siyasî’ ji nav me rakin.” Heke hevkariyek xurt çêbibe, Kurdistan dikare vegere navendîbûna xwe ya berê ya di warê perwerdehiyê de.

Gava em li dîroka perwerdehiyê ya li Kurdistanê dinihêrin, dibînin ku Molla Camî (1414-1492) gotiye, “ez hatim çil saliya xwe, ji bo kamilbûnê divê biçim li medreseyên Kurdan perwerde bibim.” Katip Çelebî (1609-1657) dibêje, “li axa di bin hukmê Osmaniyan de tenê li welatê Kurdan felsefe û zanistên xwezayî tên hînkirin.” Yanê li welêt asteka bilind hebû. Lê bi demê re medrese qels bûn. Di sala 1856an de, Mele Mehmûdê Bazidî behsa hilweşîna sîstema medreseyan kiriye: 

“Lewranê berê zaf medaris di welatêd Kurdistanê da hebûn û şuhreta ‘ulûman jî gelek hebûn di kafeê bajêr û qeza û qesebe û gundêd ehlê îslam êd Kurdistanê da. Elbete, fe labudde medreseyek û du sê û belku îdî zêde hebûn. Û bîla derece dîqet î ihtîmam ji kinarêd walî û ehaliyan der heq emrêd medaris û ‘uleman hebûn û li nik mezin û biçûkêd Kurdistanê qedr û rif‘eta ‘ilm û ‘uleman hebû. Melayêd qewî zûfinûn di Cizîr û Emadî û Soran û Si‘ert û etrafan da zaf bûn. Telebeyêd Kurdistanê heta Bexda û Besra û Mûsil diçûn û gerriyan û tehsîla ‘ulûman dikirin (…) Lakin niha îdî medrese û ‘ulema û xwondin di Kurdistanê da qewî kêm bûye, nadir peyda dibe.”

Dîsa Bazil Nikitin, di çavdêriyên xwe (1914) de dibêje ku li Kurdistanê medresê kêm bûne û bêpişt mane. Sedema sereke ya lewazbûna medreseyan têkçûna hikûmetên Kurdan in. Îroro ku Kurdistan vejiyaye çima dîsa nebe navenda perwerdehiyê? Li Rojhilata Navîn ciyekî ji Kurdistanê çêtir û maqûltir heye ji bo hilberîna zanist û perwerdehiyê? 

Ji niha ve perwerdehiya bi Îngilîzî ya li Başur bala xwendekarên cihanê dikşîne. Perwerdehiya Rojavayê ya demokratîk û azad dikare bibe stargeh ji bo ciwan û akademîsyenên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cihanê. Lewre koordînasyona navbera herdu perçeyan dikare rêyek fireh veke ji bo pêşerojê. 

Çend sal in hin akademîsyenên Kurd ên li Ewropayê bi rêya Zoomê li zanîngehên Rojavayê Kurdistanê ders didin. Biryara berfirehkirinê jî heye. Li Ewropayê akademîsyenên Kurd ên betal û bêkar gellek in. Yanê di dest de sermiyaneka akademîk heye û baş e. Heke em hêz û enerjiya xwe bidin derfetên heyî û “realîst”. 

Îca em vegerin ser tecrîbeya avakirina “zanîngeha Kurdî.” Ev “dikana xeyalan” di sala 2010an de hat vekirin. Manşeta Özgür Gündemê wiha bû: “Biryara Avakirina Zanîngeha Kurdî ya Yekem Hat Dayîn.” Gellek zanîngehên Kurdî hebûn li Başur, lê Bakurî miriyê peyva “yekem” in. Ji bo vê zanîngeha “yekem”, weqfek bi navê Mezopotamya hat avakirin. Zanîngeha ku zimanê xwe yê perwerdehiyê Kurdî ye di Resmi Gazeteyê de hat tescîlkirin. Di nûçeya (21.04.2014) Anadolu Ajansıyê de ku ajansa fermî ya dewleta Tirkan e, Selim Ölçerê serokê lijneya avakirina zanîngeha Kurdî digot, “hindik maye em ‘Zanîngeha Amedê’ vekin.” Ölçer di rojnameya Birgünê de digot: “Em ê ji zanîngehên Bilgi û Boğaziçiyê mamoste bînin.” Yanê ciyê me akademîsyenên Kurd, “şûna şekela” bû! Di ser de 15 sal derbas bûn, weqf bû dikana nîsk û nokan, piraniya endamên şandeya rêvebiriyê bûn wekîl, pêşengên avakêr di serdema KHKyan de çûn li Artukluyê lîsansa bilind xwendin û teze ketin derava akademîsyenbûnê. 

Îca Bakuriyan piştî zanîngeha Kurdî ya li Bakurê welêt bi dê û bav mezinkirin berê xwe dane Ewropayê. 11 roj berê (4ê Gulanê) nûçeya vekirina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê hat belavkirin. Di rêziknameya “enstîtuya yekrojî” de dihat gotin ku enstîtuyê “di maweya dirêj de, avakirina Universiteya Kurdî li Ewropayê” wek armanc daniye. Di 7ê Gulanê de nûçeyek din hat belavkirin ku va xebata avakirina zanîngeheka Kurdî ya din dike biçe serî. Bereketa Xwedê li ser be! Li gor nûçeya 8 roj berê butçe, bernameyên dersan, lijneya rêvebiriyê ûyd temam in. Salek şûn de ders dest pê dikin. Dê ziman Kurmancî û Soranî (ka Zazakî?!) be, lê di modela amade de Almanî û Îngilîzî jî heye. 

Li gor daxuyaniyan, “di serî de” armanc avakirina enstîtuyekê bûye, lê “bi demê re” avakirina zanîngeheka serbixwe bûye armanc. Yek ji berdevkan dibêje, em ê amadekariya xwe heya dawiya 2026an bibin serî û derî li xwendekarên xwe vekin. Yanê zanîngeha Kurdî ya ku dê li Dresdena çoltera Almanyayê bê avakirin “di serdema duyem de” dest bi perwerdehiyê dike!

Ka em ji hev re rastiyê bibêjin: Li seranserê Ewropayê pirtûkgeheka ku pirtûkên Kurdî difiroşe tune. Grupeka xwendinê tune. Piraniya Kurdên xwedî doktora karê firaqşûştin, kasîyerî, şofêrî, sewaxçîtî ûyd dikin. Lê rektorê Alman ê zanîngeha hêj nehatiye avakirin wiha dibêje: “Em ê bi vê zanîngehê ve standardên nû bi perwerdehiya bilind a gerdûnî/global bidin qezenckirin.” Di 29.347 zanîngehên cihanê de li gor hejmara 2014an 2.410.492 weşanên akademîk belav bûne, lê zanîngeha min û te ya neavakirî û xwediya 0 (nivîskî: sifir) weşana akademîk dê standardên nû xelatî perwerdehiya bilind a cihanê bike!

Helbet li Ewropayê avakirina zanîngeheka Kurdî pêkan e. Sermiyana akademîk a Kurdan têrî vê yekê dike. Lê ji bo avakirin û berdewamiyê divê hin rastî bên dîtin. Em herinê: 

  1. Ji bo zanîngeheka bi vî rengî ciyê rast ne Almanyayê ye. Lewre zimanê akademiya cihanê Îngilîzî ye êdî. Heke ev projeya hewante bê çêkirin, ciyê rast an Hollanda ye yan jî Îngîltere. Bala xwe bidinê ku Enstituya Kurdî ya Parîsê di nav 40 salan de nêzîkê 600 bursên akademîk dane, lê 300 bursiyerên xwedî doktora tunin, belkî 100 jî tunebin. Ji ber ku ziman Fransî ye, dîtina karî di zanîngehên Fransayê de zêde zehmet e, bursiyer ji derava akademîsyeniyê derdikevin. Lê heke ziman Îngilîzî be, ji hemû deverên cihanê xwendekar dikarin werinê û dûv re li welêt û cihanê bibin xwedî kar. 
  2. Çend sal berê çend akademîsyenên Kurd li gor modela “Off University” projeyek amade kirin, lê saziyên me pute pê nedan. Modela pêkan û hêsan ev e û di serdema teknolojiyê de dikare biçe serî. Em dikarin jidil li ser vê projeyê serê xwe biêşînin, helbet heke neyeteka jidil hebe. 
  3. Gelo ya baş belavkirina lêkolînên Kurdî ye yan navendîkirin e? Heke zanîngeha me ya çargurçik bi sedan akademîsyenên Kurd û nekurd û bi hezaran xwendekarên Kurd û nekurd ji seranserê cihanê li nav kampus û li ser laptopan bicivîne çêtir e yan em bi heman “butçe”yê 20 beşên cuda ava bikin çêtir e? 
  4. Li Ewropayê ji bo avakirina beşekê weqfek û 600.000 Euro divê. Weqf ev pere ji bo 5 salan îpotek dike di hesabê zanîngehekê de. Zanîngeh jûr, amfî û fêrgeh dide beşê. Di beşê de 2-3 akademîsyen îstihdam dike, lê di fermiyetê de ew personelên weqfê ne. Piştî 5 salên me derbas bûn, zanîngeh 400.000 Euroyê neşikandî li weqfê vedigerîne û akademîsyenên weqfê dibin personelên zanîngehê. Yanê ji bo her beşê 200.000 Euro bes e. Heke em 20 beşên “Lêkolînên Kurdî” li Ewropayê vekin, piştî 5 salan 8.000.000 Euroyê me di berîkê de dimîne. Lêçûna giştî jî 4.000.000 Euro ye. Bi vî awayî dê 60-70 akademîsyen li 15-20 dugelên Ewropayê li ser 5 salan 500-600 ciwanên Kurd wek akademîsyen perwerde bikin. Bi van akademîsyenên ciwan ve em dikarin kadroya zanîngehên herdu perçeyên azad û herdu perçeyên çav li azadiyê xurt û amade bikin. 

Çima tê bîra min nizanim, pêşiyan, pêşiya me gotine: “Kevirê mezin ne ji bo avêtinê ye!”

İlginizi Çekebilir

Amerika’dan İran’ın füze programına destek veren Çinli firmalara yaptırım

Öne Çıkanlar