Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî serdana Buroya Ragihandin û Hişariyê ya YNK’ê kir. Pêşwaziya germ ji aliyê Îmad Ehmed, Berpirsê Buroya Ragihandinê ve hat kirin; Berpirsê Desteya Ragihandinê Letîf Nêrweyî; Serokê Desteya Hişyariyê Necmedîn Feqe Ebdullah; endamên Buroyê; li gel hin rojnamevanan.
Îmad Ehmed raporek pêşkêş kir û tê de tekezî li ser bername û siyaseta ragihandinê ya berpirs û pîşeyî ya YNKê kir, ku li gel qonaxa niha û guhertinên tên û xizmeta berjewendiyên sereke yên gelê Kurdistanê dike. Her wiha spasiya Serok Bafil jî kir ji bo piştgiriya wî.
Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî spasiya hemû rojnamevanên YNK’ê kir ku di vegerandin û sererastkirina hevsengiyên hêz û serketina YNK’ê de kedek girîng dan û bi profesyonelî û niştimanperwerî peyam dan. Wî got, “Ez hatim spasiyên xwe ragihînim, lê belê ez ji we re nabêjim bêhna xwe bidin. Ji îro û pê ve dê peywira we ya ji bo pêkanîna armancên me dest pê bike.”
Seroke YNK’ê Bafil Talabni, ronahî xiste li ser pêşhatên dawî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê, rewşa piştî hilbijartinan û stratejiya YNKê li ser van mijaran. Navbirî siyaseta YNKê ya derbarê pirsan de rave kir û tekez kir ku YNKê ji bo vê qonaxa nû ya rêveberiyê xwe bi nêrîneke niştimanî bo xizmetkirina xelkê amade kiriye.
Wî ji kadroyên YNKê re got: “Emê bi dilsozî bernameya xwe ya ku me soz daye gelê kurd, bi alîkariya Xweda, gelê xwe û we kadroyên YNKê bi cih bînin. Hemû kiryarên me dê ji bo bihêzkirina çarçoveya xwe û parastina mafên xwe bin.”
Derbarê erkên ragihandina YNKê di qonaxa niha de, Bafil Talabani, nexşerêyeke siyaseta medyayî amade kir û tekezî li ser pabendbûna bi yekrêzî, pîşeyî û durustî kir. Wî amaje bi wê yekê jî kir, ku medyaya YNKê divê bi berpirsyarî û ciddî peyamên xwe ragihîne û bi berdewamî xwe ji kaosa medyayî dûr bigire ku ji ber ajandayeke alîgir a ku dixwaze rastiyan berovajî bike û rojnamevanan ji erkên wan ên pîşeyî yên sereke dûr bixe u waha got:
“Ev ne karê me û ne jî yê medyaya YNKê ye, ji ber wê jî emê bi hev re bigihin armanc û xwestekên gelê xwe yê ezîz û pêşerojeke geştir ji wan re ava bikin.’’
/Pukmedia/