Firat Cewerî: Ev neyar ne wek mirovan hov e

KurdiYazarlar

Her tiştên bi zorê ne xweş in. Her tiştên xweş jî gava bi zorê dibin, dîsa bi mirov ne xweş tên. 

Em zanin îro li gelek welatan, ji ber belaya coronayê, derketina derve qedexe ye; hevdîtin qedexe, civîn qedexe ne. Ev yeka ha ji bo gelek kesan wek zorekê tê. Ev zordestî, ya rastî, ji bo parastina ji xerabiyê ye.

Gelek caran, li gelek welatan, xerab hatine ser hukim û bi zorê mirov ajotine malên wan, an jî ew girtine û avêtine kûrahiya zîndanên tarî. Ew zor nayê kişandin. Lê mirov benderuhekî weha ye ku fêrî an jî adapteyî wê zor û zehmetiyê jî dibe. 

Ji roja ku mirov li ser rûyê dinyayê peyda bûne, ew di nav şer û pevçûnan de ne. Geh bi xwe êrîş kirine, geh jî xwe ji ber êrîşan parastine.

Geh xweza li wan hatiye xezebê, ew mecbûr kirine ku bi hev re li dijî xezebên xwezayê bibin yek û xwe biparêzin, geh jî, gava aramî çêbûye û cih li wan fireh bûye, vêca ew bi hev ketine, konên hev şewitandine, malên hev wêran kirine û hevdu dane ber şûr û guleyan.

Geh volkan teqiyane û mirovatî daye ber xwe, geh derya hêrs bûne û mirov kişandine navenda xwe, geh lehî rabûne hûr û gir dane ber xwe, geh şewatê rû daye, ter û hişk şewitandine.

Carina jî vîrus derketine û mirovatî daye ber xwe. Nexweşiya ku di serdema navîn de xwe dabû der ku jê re nexweşiya reş jî dihat gotin, di navbera salên 1347 û 1353an li Ewrûpayê ji sisiyan yek biribû.

Piştî du salan ew bobelat bû mijara edebiyatê û Giovanni Boccaccio, di berhema xwe ya bi navê Decamerone de behs dike bê werem çawa û bi çi awayî hatiye Florensê. Lê di dîroka mirovatiyê de, vîrusa herî pir bûye sebeba mirina mirovan, şewba Spanyayê ye.

Ew vîrusa hovane di navbera salên 1918 û 1920an de bûye sebeba mirina 50 heta 100 milyon mirovî. Piştî gelek şewbên wek qolera û werem û hwd niha jî corona derketiye. Corona bi latînî tê maneya tacê. Taca qiraliyetê. Ew niha li dû bidestxistina desthilatdariya dinyayê ye.

Bi xezeb diçe ser hin komên civatê. Lê berê xwe dide hemû mirovatiyê, hemû rengan, hemû dînan, hemû welat û hemû herêman; sînoran gav dike, xwe digihîne hemû quncikan. Mirovan dikuje, lê malên wan bi ser wan de xera nake.

Ne wek mirovan hov e. Neyarekî veşirtî ye, ne diyar e. Dikare ji nişkê ve bi mirov bigire û mirov bernede. 

Ji bo demek kurt be jî, hemû welat bi hev re di eniyekê de li dijî vî neyarê nediyar şer dikin. Li welatên herî demokratîk jî li dijî vî dijminî bi rêbazên dîktatorî diçin ser. Vê rêbazê, mirov jî vekişandine kozikan.

Ne ku wê xwe di kozikan de ji êrîşan re amade bikin, na, ew ê di kozikên xwe de tenê xwe biparêzin. Ev kozik ji hinan re malek, ji hinan re gundek, ji hinan re bajarek, ji hinan re jî welatek e.

Hin nikarin ji mala xwe, hin ji gundê xwe, hin ji bajarê xwe, hin jî ji welatê xwe derkevin. Ji bo hinan piştî demekê ev kozik, an jî mayîna di hundiran de dibe mîna zîndanê, lê ji bo nivîskaran hinekî guherî ye, qet nebe ji bo min guherî ye.

Digel ku îsal bi minasebeta 40saliya nivîskariya min, ez dawetiyê gelek bajar û welatan bûm û hemû rêwîtiyên min hatin betalkirin jî, dîsa ez vê wek firsetekê dibînim û neyêniyê ber bi erêniyê ve dikişînim.

Gava min rewş fêhm kir, min texmîn kir ku wê ev tofana coronayê dirêj bajo, min ji xwe re bernameyek çêkir. Yek jê, ez sibehan pir zû radibim, ji bo rojê lîsteyekê çêdikim û heta roj diçe ava ez li gora wê lîsteyê dixebitim.

Wekî din, hema her roj li daristana nêzêkî malê derdikevim meşên dirêj. Ez di wan meşan de dikevim cîhana xeyalan û didim dû fikran. Ez carina di wan xeyalan de derdikevim rêwîtiyên dirêj.

Ez carina xwe li peravekê dibînim, carina li serê çiyakî. Ez carina dibezim, carina herdu lingên min ji erdê hildibin û bi hewa dikevim. Carina xwe berdidim kûraniya deryayekê û tiştên kes nabîne dibînim.

Ez carina bi lehengên xwe re bi deng dipeyivim. Carina hêrs dibim, carina kenek xwe dide ser rûyê min. Ev yek ne tenê di meşên min de xwe didin der, ev jiyana min e. Afiranderî, hinekî dûrî jiyana rastiyê ye û di kûrahiya cîhana xeyalan de livîn e.

Ez jî gelek caran di wê cîhanê de dilivim. Gava ez dikevim cîhana nivîsandinê, ez cîhana derve ji bîr dikim û di cîhana ku ez ava dikim de dibim yek ji fîguran. 

Ez bi xwe mirovekî gerok im. Lê her devera ez diçimê ez lê dixebitim. Ez li cafeyan, li baran, li lobiyên otelan dixebitim. Ez carina vedikişim malên nivîskaran û li wir bi lehengên romanên xwe re dibim yek. 

Gava ez di nav mirovan de me jî, ez ne yek ji wan im. Ew pirsan ji min nakin û li benda bersiva min ranawestin.

Ez wan nadim ber pêla pirsan, lê di nav wan de vedikişim cîhana xwe ya hundirîn. Carina gava ez di tarîfkirin an taswîrkirina lehengekî, lehengekê de asê bibim, ez bala xwe didim mirovên der û dora xwe û dengekî wan, kenekî wan, tevgerek wan, livek wan tavilê dadinisile cîhana min.

Êdî ez wê li gora xwe ava dikim. Gava ez ne di nav mirovan de me jî, ez di nav lehengan de me. Loma, mayîna li malê, derneketina derve, tevlênebûna civîn û civatan tesîrek zêde neyênî li min nake. Ji xwe jiyana min, hema bêje hertim di teniyê de ye.

Ez çiqas di nav mirovan de xuya bikim jî, ez ewqasî jî di cîhaneke din de me, cîhana afirandinê. Lê tiştek dikare ava ku jiyanê diherikîne ser min bimiçiqîne, ew jî ku ez ji nivîsandinê bibim.

Lehengên min li dijî min serî hildin, nehêlin ez wan li gora xwe têxim tevgerê, an jî ji cihên xwe nelebitin. Ji bo nivîskarekî, ya herî xerab ew e ku ji nivîsandinê bimiçiqe, nema karibe binivîse. 

Em zanin, vê pêla coronayê darbeyek mezin li civatan, li aboriya wan, li azadiya liv û tevgera mirovan xistiye. Em zanin ev pêla coronayê wê dawiya dawî herî pir feqîr û belengazan biêşîne. 

Ez nizanim ka wê mirovatî derzekê jê bigire û şer û pevçûnên di navbera xwe de kêm bikin an na, lê ez zanim, çawa ku vîrusên berê ji nivîskar û hunermendan re bûne çavkaniya afirandinê, wê ev vîrusa coronayê jî ji gelek afirandêran re bibe çavkanî û bi riya edebiyatê ji nifşan bigihîje nifşan…

İlginizi Çekebilir

Osman Özçelik: Salvegera sihemîn a avakirina HEPê (I)
Hasbey Köksal:Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de cotepeyv- H-

Öne Çıkanlar