Blinken careke din diçe Rojhilata Navîn

Kurdi

Blinken bo Danûstandinên Ser Agirbesta li Gaza Careke Din Diçe Rojhilata Navîn…

Wezareta Derve ya Amerîka îro Înê ragihand ku Wezîrê Derve Antony Blinken wê jibo danûstandinên ser agirbesta li Gaza serdana Rojhilata Navîn bike.

Serdana Blinken di vê demê de ye ku Washington jibo pêşnîyara agirbestê ya Serok Joe Biden givaştinê li Hamas û Îsraîlê dike ku wê pêşnîyarê qebûl bikin.

Blinken ji êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê vir ve cara heştan serdana Rojhilata Navîn dike û li ber e here Misir, Îsraîl, Urdun û Qatarê û bi rêberên payabilind re bicive.

Ev serdan di vê demê de ye ku girjîya navbera Îsraîl û Hizbulaha Lubnanê jî gur bûye û her du alî nîşan didin ku ew jibo pevçûneke hîn mezin jî hazir in.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyanî de dîyar kir ku Blinken wê bi karbidestan re ser faydeyên agirbestê yên jibo Îsraîlî û Filîstînîyan bipeyîve.

Li gor daxuyanîyê, Blinken wê bêje ku bi agirbestê wê trajedîya li Gaza sivik bibe, pirtir alîkarî herin herêmê û rê vebe ku Filîstînî vegerin warên xwe.

Misir, Qatar û navbeynkarên din di navbera Îsraîl û Hamasê de çend caran danûstandin meşandine, lê her carê jî ew pûç bûne û her du alî jî hevdu tawanbar dikin.

Wezareta Derve ya Amerîka dîyar dike ku bi agirbestê wê li sînorê Lubnanê jî aramî çêbe û wê jibo Îsraîl û cîranên wê yên Ereb jî rêkên entagrasyonê çêbin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Çarşemê gotibû ku Îsraîl jibo operasyoneke xurt ya li bakur hazir e.

Netanyahu meha Berfanbarê jî gotibû ku ger Hizbulah dest bi şerekî berfireh bike, Beyrut wê veguhere Gazayê.

/Jêder: Vao-Kurdi/

İlginizi Çekebilir

Özel: Erdoğan’la görüşme ülkenin normalleşmesi açısından önemli
AP: Hindistan, Amerika ile savunma işbirliğini güçlendirecek

Öne Çıkanlar