Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Kobanî ji bo Zanîngeha Kobaniyê, daxuyaniyek da.
Kobani, ser platformên xwe ya medya civakîde usa got:
Pîrozbahîya derçûna şagirtên Zanîngeha Kobaniyê, li me, li gelê Kobanê û Rojava pîroz be.
Ji bo ku bigihêjin vê encama pîroz, şagirtan, kadroyên rêveberiya perwerdeyê û rêveberiya bajarê Kobanê ked û baweriyeke bê hempa raber kirin û bi vê boneyê em wan silav dikin.
Çavên me li rê ne ku nifşê perwerdehîya Xweserîya Demokratîk muhra xwe li xebatên xizmet û avakirina civakê bidin. Her serkeftî bin …